ENQERE - Hêzên demokrasî û kedê yên li Enqereyê, mitînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê dê li Qada Tandoganê li dar bixin.
Walîtiya Enqereyê destûr da mitînga ku ji aliyê hezên demokrasî û kedê yên li Enqereyê ve bi şîara "Li welat û herêmê ma aştî, dê emperyalîst têk biçin û gel qezenc bikin" li Qada Tandoganê bê pîrozkirin. Mitînga ku saet 17.00'an de bê pîrozkirin dê parlamenterên HDP û CHP'ê tevlî bibin. Ji bo mitîngê girse dê li pêşiya Navenda Çandê ya Ataturk li hev kom bibe.