Mitînga 1'ê Îlonê ya Eqnereyê li Tandoganê ye 2019-08-29 16:31:36   ENQERE - Hêzên demokrasî û kedê yên li Enqereyê, mitînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê dê li Qada Tandoganê li dar bixin.    Walîtiya Enqereyê destûr da mitînga ku ji aliyê hezên demokrasî û kedê yên li Enqereyê ve bi şîara "Li welat û herêmê ma aştî, dê emperyalîst têk biçin û gel qezenc bikin"  li Qada Tandoganê bê pîrozkirin. Mitînga ku saet 17.00'an de bê pîrozkirin dê parlamenterên HDP û CHP'ê tevlî bibin. Ji bo mitîngê girse dê li pêşiya Navenda Çandê ya Ataturk li hev kom bibe.