AMED – Berdevka Koma Meclîsa HDP'ê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (ŞBMA) yê Halîme Bayram ku hatibû binçavkirin, bi şertê kontrolkirina edlî hat berdan.
Berdevka Koma Meclîsa HDP'ê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (ŞBMA) Halîme Bayram duh dema ji bo îfadeyekê çû Edliyeya Amedê hatibû binçavkirin. Bayram, piştî karên li emniyetê sewqî edliyeyê hat kirin û dadgehê bi şertê kontrolkirina edlî Bayram berda.