Berdevka Koma Meclîsa HDP'ê ya ŞBMA'yê hat berdan 2019-08-28 21:06:58   AMED – Berdevka Koma Meclîsa HDP'ê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (ŞBMA) yê Halîme Bayram ku hatibû binçavkirin, bi şertê kontrolkirina edlî hat berdan.    Berdevka Koma Meclîsa HDP'ê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (ŞBMA) Halîme Bayram duh dema ji bo îfadeyekê çû Edliyeya Amedê hatibû binçavkirin. Bayram, piştî karên li emniyetê sewqî edliyeyê hat kirin û dadgehê bi şertê kontrolkirina edlî Bayram berda.