Komeleyên herêmê yên Stenbolê: Em qeyûm nas nakin

  • rojane
  • 09:31 28 Tebax 2019
  • |
img

STENBOL - Komeleyên herêmê yên Stenbolê bertek nîşanî tayînkirina qeyûman a ser 3 şaredariyên HDP'ê dan û diyar kirin ku bi tayînkirina qeyûman vîna gel hatiyexespkirin û ew qeyûman nas nakin.

 
Komeleyên herêmê yên Stenbolê bertek nîşanî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê ku HDP'Ê di Hilbijartina Herêmî ya 31'ê Adarê de bi ferqeke mezin qezenç kiribû, da. Serok û rêveberên komeleyan destnîşan kir ku weke 3 sal berê careke din vîna gel hatiye xespkirin û bang li desthilatê kirin ku di biryara xwe ya tayînkirina qeyûman de paşde gav bavêje. 
 
DEP: DIVÊ HERKES LI DIJ DERKEVE
 
Endamê Lîjneya Rêveberiya Konfederasyona Komeleyên Depê Eren Akyol diyar kir ku herkesê ji xwe re dibêje ez mirov im, divê li dijî tayînkirina qeyûman dengê xwe derxe û wiha got: "Xespkirina mafan a li dijî hêzên demokrasî û HDP'ê pêk hatiye, dibe ku sibê li dijî CHP'ê û partiyên muxalefetê yên din jî pêk were. Divê bi awayekî yekûn eniya demokrasiyê li dijî tayînkirina qeyûman derê."
 
SEMSÛR: EM Ê SERÊ XWE NETEWÎNIN
 
Endamê Lîjneya Rêveberiya Komeleya Semsûriyan Saîme Ogûzhan destnîşan kir ku tayînkirina qeyûman gaveke antîdemokratîk e û ev tişt anî ziman: "Beriya her tiştî tayînkirina qeyûman li dijî destkeftiyên jinan e. Tişta hatiye kirine ne tenê li dijî kurdan e, li dijî hemû gelên Tirkiyeyê ye. Me berê jî mînak wiha dît. Tayînkirina qeyûman ne hiqûqî, siyasî ye. Li dijî vê pêkanîna li hemberî kurdan, di serî de em jin em ê serê xwe netewînin."
 
DERSIM: DARBEYA LI VÎNA GEL E
 
Endamê Lîjneya Rêveberiya Konfederasyona Komeleyên Dersimê Yûsûf Ziya Demîrcî da zanîn ku desthilatdaran bi tayînkirina qeyûman polîtîkayên xwe yên tundî û tepisandinê derxistine asta herî jor û wiha axivî: "Encama ku di 31'ê Adarê de derket holê ji aliyê desthilatdaran ve nehatiye nasîn û şaredariyên ku bi ferqeke mezin hatine qezenckirin, ji hêla desthilatê ve hatine xespkirin. Divê xespkirina vînê bi awayekî yekûn neyê qebûlkirin. Xespkirina li gelê kurd hatiye kirin dê ji gelên Tirkiyeyê re demokrasiyê neyne. Qeyûm darbeya li vîna gel in. Em vê darbeya li vîna me hatiye kirin, nas nakin." 
 
ŞÊRVAN: EM QEYÛMAN NAS NAKIN
 
Serokê Federasyona Komeleyên Şêrvanê Cabbar Bariş anî ziman ku pêvajoya qeyûman bi nedan mazbatayan a 31'ê Adarê dest pê kiriye û wiha got: "Şaredariyên mîna Mûş, Tetwan û Milazgir bi hîleyan xespkirin. Di rastiyê de wê demê qeyûm hat tayînkirin. Polîtîkaya qeyûman a dewletê tenê ji bo Kurdistanê ye. Em weke welatiyên vî welatê ne tên nasîn û ne jî tên dîtin. Heke em bihatina nasîn û dîtin, waliyan tayînî şûna şaredarên ku me wan hilbijartiye nedikirin. Ji ber vê yekê em jî qeyûman nas nakin." 
 
MÛŞ: EM Ê TEQEZ BI SERKEVIN
 
Serokê Federasyona Komeleyên Mûşê Hakîm Tokmak bi lêv kir ku qeyûm tu tişt nadin gel û wiha axivî: "Divê desthilat rojek zûtir di vê mijarê de paşde gav bavêje. Hûn bi benzînê bi ser agir de diçin. Em vê yekê qebûl nakin. Em li gel gelê Amed, Mêrdîn û Wanê ne. Em ê bi serkevin lê teqez em ê bi serkevin."
 
ÇEWLÎK: MIROV BI ÇORSIYÊ NAGIHÊJE TU DERÊ
 
Serokê Komeleya Gundên Gêxî, Dep, Korxol, Çêrme, Azaxpêrtê Tûncay Gokçe destnîşan kir ku piştî 7'ê Hezîranê AKP-MHP'ê welat kirine nav aloziyê û ev tişt got: "Em ê mafê kurdan bi tu kesî nedin xwarin. Timik kurd li aliyê aştî û muzakereyan e. Lê êdî biratiyê ji holê dane alî û ji 7'ê Hezîranê ve destûr nayê dayîn ku kurd siyaset bikin. Tirkiye bi awayekî baş nayê birêvebirin. Em weke saziyên sivîl bang dikin ku dev ji van şaşiyan bê berdan, pêvajoyeke bi muzakere û asayî bê destpêkirin. Divê Erdogan û Soylû zanibin ku mirov bi çorsiyan nagihêje tu derê."
 
ROJHILAT-BAŞÛRÊ ROJHILAT: DÊ GEL BELAV BIKE
 
Serokê Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûrê Rojhilat Hekîm Daş jî diyar kir ku bi tayînkirina qeyûman tê xwestin ku rê li ber krîzeke kûr bê vekirin û ev tişt anî ziman: "Tirkiye hem di polîtîjaya hundir de û hem jî di polîtîkaya derve de xitimiye. Dewlet ji bo ku ji xitimandinê rizgar bibe, êrîşî destkeftiyên kurdan dike. Li kurê kurd destkeftiyek bi dest bixin, li wê derê pêşî li kurdan tê birîn. Kurd li her çar parçeyên kurdistanê, timik li dijî dagirkirina û xespkirinê li ber xwe dane. Dê teqez wiha berdewam neke. Dê gel vê helwdana beredayî ji hev belav bike. Em aştî, demokrasî û wekheviye dixwazin."
 
MA / Erdogan Alayûmat – Îrfan Tûnççelîk
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

30/08/2019
09:15 'Hûn çima li ser qoltixê me rûniştine?’
09:00 ROJEVA 30'YÊ TEBAXA 2019'AN
29/08/2019
17:14 Li Wanê berteka li dijî qeyûm didome: Wê ev gel vê zilmê qebûl neke
16:41 Mexmûr 43 rojin di bin dorpêçê de ye
16:31 Mitînga 1'ê Îlonê ya Eqnereyê li Tandoganê ye
16:22 Ji bo Heskîfê roja çalakiya kurevî îlan kir
15:55 Qeyûm 150 karkeran ji kar derxist
15:35 Li Sêrtê li dijî qeyûman daxuyaniya hevpar
15:33 Şik li Mêrdînê bang kir: Ger hûn li veguhêzîna pereyên nelirêtiyê bigerin li AKP’ê mêze bikin
14:49 Turk: Em bi feraseta ku darbeyê rewa dike re rû bi rû ne
14:39 Di çalakiya rûniştinê de banga ‘yekîtiya neteweyî’ hat kirin
14:33 Mexdûrên KHK’ê li Enqerê kom dibin
14:01 Li Amedê destûr ji mitînga 1'ê Îlonê re derket
13:53 Li Îzmîr û Dersimê banga 1’ê Îlonê hat kirin
13:42 3 HDP’î li Pirsûsê hatin binçavkirin
13:19 'Mîtînga 1'ê Îlonê wê li dijî qeyûman bibe pêpelok'
13:08 Qeyûmê ne fermî yê Amedê: Mirovê Soylû ye
12:51 Çalakiya li dijî qeyûm di roja 11’emîn de bi çepik û tilîliyan dest pê kir
12:42 Temellî; Erdogan dixwaze bi zorê îktîdara xwe biparêze
12:07 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:40 Polîsan nimêja cenaze asteng kir
11:39 2 karkerên ji kar hatin avêtin li baniyê Nexweşxaneya Bajar çalakî li dar xistin
11:23 Rûsya bersîva 'Nokteyên çavdêriyê vala bike' da Tirkiye
11:05 Li Avkevir 4 kes hatin binçavkirin
10:45 Onlu: Heke tecrîd ranebe dê xesp bidomin
10:44 ‘Bihêlin bila sîra bejî tovê xwe biweşîne’
10:12 Li Ranyayê nûçegihanê NRT'ê hat binçavkirin
10:11 Serokê Baroya Rihayê Oncel: Hedefa bûyera Serêkaniyê pêvajoya çareseriyê bû
10:09 Partiya Çep a Kesk: Têkoşîna hevpar wê karibe vê pêvajo têk bibe
10:07 ‘Mêş di nava xwarina me de derdikevin’
09:10 Dayikên laçik spî: Em dikarin qeyûman bişînin cihên jê hatine
09:08 Xaziyê 10'ê Cotmehê: Divê Davûtoglû bi awayekî aşkere biaxive
09:07 'Davûtoglû yek ji mîmarên komkujiyan e'
09:04 Guneş: Ji bo Idlibê wê li Astanayê revîzyonê bikin
09:02 Dayikên laçik spî: Li şûna şer guh bidin banga Ocalan
09:01 Başkaya: Divê ku mûxalîf li dijî qeyûman radîkaltir be
09:00 ROJEVA 29'Ê TEBAXA 2019'AN
28/08/2019
21:20 Çiyayê Cûdiyê hat topbarankirin
21:06 Berdevka Koma Meclîsa HDP'ê ya ŞBMA'yê hat berdan
17:04 Endamê SGDF'ê hat binçavkirin
16:59 Li HDP'iyê ku îşkenceya Xalfetiyê parve kir lêpirsîn hat vekirin
16:14 Genel-Îş: Kesên bi hilbijartinê hatine divê bi hilbijartinê biçin
15:23 Qeyûmê Mêrdînê derket operasyona eskerî
15:10 Partiyên çep: Em ê qeyûman û faşîzmê biqewirînin
15:10 Baroya Wanê ji bo betalkirina biryarê serlêdana 9'emîn kir
14:28 Li Mêrdînê çalakiya rûniştinê û meş: Em ê bêdeng nebin, em natirsin
13:37 Operasyona qeyûm didome
13:30 Li Wanê banga 1'ê Îlonê
13:05 Sûriye li 10'emîn Nokteya Çavdêriyê ya Tirk a Idlibê xist
12:22 Li Pirsûsê 6 kes hatin binçavkirin
12:06 DÎSK, KESK, TMMOB û TTB'ê HDP ziyaret kirin û peyama têkoşina hevpar dan
11:54 Çalakiya rûniştinê di roja 10’emîn de dewam kir
11:30 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:08 Dîmenên îşkenceya polîsan derketin holê
11:01 Temellî: Em ne mecbûr in çavkaniyên xwe bidin van talanger û dizekan
10:47 Endama meclisê ya hatibû binçavkirin: Laçika min derxistin û lêgerîna tazî li min ferz kirin
10:04 Tenê pirsek ji rojnamegerên dibin çavan de kirin: We li cihê çalakiyê çi dikir?
09:59 ‘Mitînga 1'ê Îlonê dê ji hişmendiya qeyûman re bibe bersiv'
09:59 HDP'ê wê li dijî qeyûm nexşerêya ji 3 pêngavan pêk tê bişopîne
09:43 KCD'ê bang li çar perçeyên Kurdistanê kir: Li dijî qeyûmê helwesta hevpar nîşan bidin
09:34 YSK’ê mazbata muxtarekê li Erganî betal kir
09:33 Maçoglu: Em li dij dernekevin dê qeyûm bibe pirsgirêka hemû partiyan
09:31 Komeleyên herêmê yên Stenbolê: Em qeyûm nas nakin
09:30 ‘Êdî îşkence daketiye kolanan’
09:29 Êdî Çarşiya Sifir xalî ye
09:25 'Îktîdar ji dêvla rê li ber cinayetên jina bigire, qanûnên jina diparêze radike'
09:25 Midurê tecawizkar ê qeyûm teqawîd kirin
09:24 Serokê PSK’ê Tek: Tayînkirina qeyûman înkarkirina gelê kurd e
09:21 Canbaz: Bi qeyûm dixwazin civakê tecrîd bikin
09:19 Rojnamevan Evran: TSK di ‘Tevgerên Pençe’ de gavekê jî pêş neketiye
09:00 ROJEVA 28'Ê TEBAXA 2019'AN
27/08/2019
20:54 'Kuştina jina polîtîk e, em naxwazin bimirin'
20:41 Selîm Sadak hat berdan
19:34 Berdevka Meclîsa HDP'ê ya ŞBMA'yê hat binçavkirin
18:05 Li Wanê çalakiya rûniştinê: Wê qeyûm biçin emê bên
17:36 DÎSK, KESK, TTB û TMMOB derbasî Mêrdînê bûn: Têkoşîna piştevaniyê xurt bikin
16:59 Li dijî qeyûm 184 îmze: Bêdeng nemîne, her ku bêdeng bimînê wê dor were te jî
16:41 Xarpêtiyan tayînkirina qeyûman şermezar kir
16:29 Qeyûm cîgirê xwe kir serokê DÎSKÎ'yê
16:02 Kesên li Rihayê hatibûn binçavkirin piştî 10 rojan hatin berdan
15:46 Erdogan di 5 salên Şaredarê Stenbolê de 302 rojan derketiye betlanê
15:40 KESK’ê ji bo rojekê dest ji kar berda
15:03 Wekîlê CHP’ê, siyasetmedarên HDP’î yên li Kandira ziyaret kir
14:59 Serokên DÎSK, KESK, TTB û TMMOB'ê hatin Amedê: Armanca darbeyê milyon in
14:30 'Bi qeyûman dixwazin qezencên 23’yê Hezîranê belav bikin’
14:29 Li Hewagê 2 jin hatin binçavkirin
14:24 Çalakiya li Mêrdînê di roja 9’an de dewam kir: Fermana Walî ne qanûn e
14:15 ‘Em ne emanetê desthilatdariya zilam in’
14:04 Di rûniştina yekemîn de 29 sal ceza li îstîsmara zayendî hat birîn
13:55 Pêvajoya yekemîn a lihevhatina sêalî ya ewlehiya sînor xistin meriyetê
13:53 Jinên Ciwan tayînkirina qeyûm a şaredariyan şermezar kirin
13:45 Temellî: Li dijî bloka faşîst pêngava herî girîng Tifaqa Demokratîk e
13:44 Yûrsevera li Çewlikê hat binçavkirin hat berdan
13:29 Hevdîtinên HDP'ê yên reforma darazê didomin
13:19 ÎHD: Di hefteyekê de mafê milyonan binpê kirin
13:18 Kardêr zextan li karkerên birêxistin kirî, dikin
13:04 Li Dersimê zilamek ji ber êrîşa tecawîzê hat girtin
13:03 Operasyona qeyûm pûç derket: Hemû kesên hatin binçavkirin hatin berdan
12:49 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdana dozgeriyê kirin
12:29 Çalakiya li Amedê bi stranên berxwedanê dest pê kir