Komeleyên herêmê yên Stenbolê: Em qeyûm nas nakin 2019-08-28 09:31:38 STENBOL - Komeleyên herêmê yên Stenbolê bertek nîşanî tayînkirina qeyûman a ser 3 şaredariyên HDP'ê dan û diyar kirin ku bi tayînkirina qeyûman vîna gel hatiyexespkirin û ew qeyûman nas nakin.   Komeleyên herêmê yên Stenbolê bertek nîşanî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê ku HDP'Ê di Hilbijartina Herêmî ya 31'ê Adarê de bi ferqeke mezin qezenç kiribû, da. Serok û rêveberên komeleyan destnîşan kir ku weke 3 sal berê careke din vîna gel hatiye xespkirin û bang li desthilatê kirin ku di biryara xwe ya tayînkirina qeyûman de paşde gav bavêje.    DEP: DIVÊ HERKES LI DIJ DERKEVE   Endamê Lîjneya Rêveberiya Konfederasyona Komeleyên Depê Eren Akyol diyar kir ku herkesê ji xwe re dibêje ez mirov im, divê li dijî tayînkirina qeyûman dengê xwe derxe û wiha got: "Xespkirina mafan a li dijî hêzên demokrasî û HDP'ê pêk hatiye, dibe ku sibê li dijî CHP'ê û partiyên muxalefetê yên din jî pêk were. Divê bi awayekî yekûn eniya demokrasiyê li dijî tayînkirina qeyûman derê."   SEMSÛR: EM Ê SERÊ XWE NETEWÎNIN   Endamê Lîjneya Rêveberiya Komeleya Semsûriyan Saîme Ogûzhan destnîşan kir ku tayînkirina qeyûman gaveke antîdemokratîk e û ev tişt anî ziman: "Beriya her tiştî tayînkirina qeyûman li dijî destkeftiyên jinan e. Tişta hatiye kirine ne tenê li dijî kurdan e, li dijî hemû gelên Tirkiyeyê ye. Me berê jî mînak wiha dît. Tayînkirina qeyûman ne hiqûqî, siyasî ye. Li dijî vê pêkanîna li hemberî kurdan, di serî de em jin em ê serê xwe netewînin."   DERSIM: DARBEYA LI VÎNA GEL E   Endamê Lîjneya Rêveberiya Konfederasyona Komeleyên Dersimê Yûsûf Ziya Demîrcî da zanîn ku desthilatdaran bi tayînkirina qeyûman polîtîkayên xwe yên tundî û tepisandinê derxistine asta herî jor û wiha axivî: "Encama ku di 31'ê Adarê de derket holê ji aliyê desthilatdaran ve nehatiye nasîn û şaredariyên ku bi ferqeke mezin hatine qezenckirin, ji hêla desthilatê ve hatine xespkirin. Divê xespkirina vînê bi awayekî yekûn neyê qebûlkirin. Xespkirina li gelê kurd hatiye kirin dê ji gelên Tirkiyeyê re demokrasiyê neyne. Qeyûm darbeya li vîna gel in. Em vê darbeya li vîna me hatiye kirin, nas nakin."    ŞÊRVAN: EM QEYÛMAN NAS NAKIN   Serokê Federasyona Komeleyên Şêrvanê Cabbar Bariş anî ziman ku pêvajoya qeyûman bi nedan mazbatayan a 31'ê Adarê dest pê kiriye û wiha got: "Şaredariyên mîna Mûş, Tetwan û Milazgir bi hîleyan xespkirin. Di rastiyê de wê demê qeyûm hat tayînkirin. Polîtîkaya qeyûman a dewletê tenê ji bo Kurdistanê ye. Em weke welatiyên vî welatê ne tên nasîn û ne jî tên dîtin. Heke em bihatina nasîn û dîtin, waliyan tayînî şûna şaredarên ku me wan hilbijartiye nedikirin. Ji ber vê yekê em jî qeyûman nas nakin."    MÛŞ: EM Ê TEQEZ BI SERKEVIN   Serokê Federasyona Komeleyên Mûşê Hakîm Tokmak bi lêv kir ku qeyûm tu tişt nadin gel û wiha axivî: "Divê desthilat rojek zûtir di vê mijarê de paşde gav bavêje. Hûn bi benzînê bi ser agir de diçin. Em vê yekê qebûl nakin. Em li gel gelê Amed, Mêrdîn û Wanê ne. Em ê bi serkevin lê teqez em ê bi serkevin."   ÇEWLÎK: MIROV BI ÇORSIYÊ NAGIHÊJE TU DERÊ   Serokê Komeleya Gundên Gêxî, Dep, Korxol, Çêrme, Azaxpêrtê Tûncay Gokçe destnîşan kir ku piştî 7'ê Hezîranê AKP-MHP'ê welat kirine nav aloziyê û ev tişt got: "Em ê mafê kurdan bi tu kesî nedin xwarin. Timik kurd li aliyê aştî û muzakereyan e. Lê êdî biratiyê ji holê dane alî û ji 7'ê Hezîranê ve destûr nayê dayîn ku kurd siyaset bikin. Tirkiye bi awayekî baş nayê birêvebirin. Em weke saziyên sivîl bang dikin ku dev ji van şaşiyan bê berdan, pêvajoyeke bi muzakere û asayî bê destpêkirin. Divê Erdogan û Soylû zanibin ku mirov bi çorsiyan nagihêje tu derê."   ROJHILAT-BAŞÛRÊ ROJHILAT: DÊ GEL BELAV BIKE   Serokê Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûrê Rojhilat Hekîm Daş jî diyar kir ku bi tayînkirina qeyûman tê xwestin ku rê li ber krîzeke kûr bê vekirin û ev tişt anî ziman: "Tirkiye hem di polîtîjaya hundir de û hem jî di polîtîkaya derve de xitimiye. Dewlet ji bo ku ji xitimandinê rizgar bibe, êrîşî destkeftiyên kurdan dike. Li kurê kurd destkeftiyek bi dest bixin, li wê derê pêşî li kurdan tê birîn. Kurd li her çar parçeyên kurdistanê, timik li dijî dagirkirina û xespkirinê li ber xwe dane. Dê teqez wiha berdewam neke. Dê gel vê helwdana beredayî ji hev belav bike. Em aştî, demokrasî û wekheviye dixwazin."   MA / Erdogan Alayûmat – Îrfan Tûnççelîk