Firat Koç: Min got 'pirsgirêkên min ên derûnî' hene lê guhdar nekirin

  • rojane
  • 16:02 23 Tebax 2019
  • |
img

WAN - Firat Koç ku li Wanê rastî tundiya çend polisan, di çarçoveya lêpirsîna ku derbarê polisan de hat vekirin, îfade da. Koç qala kêliyên rastî êrîşê hat kir û ev tişt anî ziman: "Min ji wan re got 'li min nedin, pirsgirêkên min ên derûnî hene' lê guhdar nekirin."

 
Firat Koç ku dema protestoyên qeyûman, li Wanê, çend polisan bi hev re bi ço, kask, pihînan lêdan, anîn Edliyeya Wanê. Parêzerên Baroya Wanê Erhan Çîftçîler, Hamze Çîftçî û Mahmût Kaçan bi angaşta "hewldana kuştina bi zanebûn" û "îşkencekirinê" serî li Serdozgeriya Komarê ya Wanê dan. Li ser vê yekê serdozgeriyê derbarê polisên ku tundiyê li Koç kirin lêpirsîn da destpêkirin. Polisan, di çarçoveya vê lêpirsînê de Koç ji emnîyetê anîn Edliyeya Wanê û piştî îfadegirtinê Koç careke din birin emniyetê.  
 
ÎFADEYA KOÇ
 
Îfadeya ku Koç li serdozgeriyê da wiha ye: "Ez li navçeya Ebaxê rûdinim. Ji ber ku pirsgirêkên min ên derûnî hene, tu karî nakim. Roja bûyerê ji navçeya Ebaxê hatim navenda Wanê. Li sûkê li qeweyekî rûdinitîbûm û dem derbas dikir. Polisên ku paşê hatin vir, hişyariya 'kes ji cihê xwe ranebe' li me kirin. Paşê aloziyek derket, herkes ber bi cihekî ve reviya. Ez jî bi mirovên li vir re reviyam. Tu mudaxaleyeke meya fizîkî li dijî polisan çênebû. Dema ku li ser kolanê direviyam polis bi ser min de hatin. Min jî ji hawilriha tabûreyek avêtin polisan. Lê ji ber rewşa min a wê demê niha jî nizanim ew kesên ku min tabûreyê avêt wan polis in an na. Min tabûreyê bi hedefgirtinê navêt. Paşê dema polisan got ku wî bigirin, ez tirsiyam û reviyam û xwe avêt qeweya ku lê rastî êrîşê hatim. Kesên li pey min jî ketin qeweyê û min derb kirin. Nayê bîra min ku çend kes bûn, lê gelek hebûn. Bi kask, ço û pihînan li mil, çîm û gelek deverên laşê min dan. Bi taybetî bi kaskê li serê min dan. Wê demê min ji wan re got, 'li min nedin, pirsgirêkên min ên derûnî hene' lê guhdar nekirin. Ji ber ku laşê min dêşiya min jî xwe ji qeweyê avêt derve. Li pêşiya qeweyê jÎ bi heman rengî li min dan û destê min bi pişt ve kelemçe kirin. Paşê min kirin wesayîtê, dema min dibirin nayê bîra min li min dan an na. Rûyê kesên li min dan nayên bîra min, ez wan bibînim jî dê wan nas nekim. Di wesayîtê de min derb nekirin. Gelek deverên laşê min werimîne û mor bûne. Lê şikandin tuneye. Ez ji kesên ku min derb kirin gilîkar im. Her wiha dema ku polisan li min dan bi gotinên mîna k.., o.., heqeretê jî li min kirin. Polisan destê min bi pişt ve kelemçekirî anîn edliyeyê." 
 
 
PARÊZER: BILA CENDIRME BI RÊ VE BIBE 
 
Parêzerên Koç jî diyar kirin ku weke ku ne mexdûr, bersûc be îfadeya Koç hatiye girtin. Parêzeran daxwaz kir ku Koç di çarçoveya Protokola Stenbolê de rapor bigire û destnîşan kirin ku ji ber daxuyaniya Walîtiya Wanê ya têkildarî mijarê, gumanên wan hene ku delîl ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bêne tunekirin. Ji ber vê yekê parêzeran xwest ku dosya ji polisan bê girtin û dewrê cendirmeyan bê kirin. Parêzeran girtina polisên bersûc xwest û hemû delîlên dema êrîşên bên berhevkirin.
 
Li gel rapora ku duh ji Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê girtine jî daxwaza parêzeran a berdana muwelîlê wan neyatiye bersivandin. 
 

Sernavên din

24/08/2019
13:31 Tundiya mêr sînoran nas nake: Li nexweşxaneyê êrîşî hevjîna xwe kir
13:12 Mezlûm Ebdî: Emê bingeha hêza eskerî ya ewlehiya Sûriye ava bikin
12:39 Gelê Nisêbînê li dijî qeyûman rabû ser piyan
12:30 KESK, DÎSK, TTB û TMMOB: Qeyûm cînayeta demokrasiyê ye
12:25 Banga 1'ê Îlonê: Em ji bo aştiyê dengê xwe bilind bikin
12:15 Li Pîranê maşîna zirxî qulipî: 6 polîs birîndar bûn
11:54 Li Amedê çalakiya rûniştinê ya 6'emîn dest pê kir
11:31 Pankarta "Dê qeyûm biçe û gel qezenç bike!" bi pira serbor ve daleqandin
11:16 Li Idlibê rewşa dawî: Tirkiye di zorê de ye, rejîmê xwe avêt QSD'ê û Efrîn li ser masê ye
11:11 Turkdogan: Çareserî bersîvdayîna banga Ocalan e
11:02 HDP'ê 'Koordînasyona Navendî' ava kir: Li dijî qeyûman çalakliyên bênavber
10:08 Kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin dê sewqî edliyeyê bibin
09:35 Polîsan Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê binçav kirin
09:35 Dolmîş li qamyonê qelibî: 4 jê giran 8 kes birîndar bûn
09:09 Bulbul: Dibe şevekê ji nişkave biçin Stenbolê jî
09:08 Mizrakli, Soylû şiband Goebbels: Derewên wî şilfîtazî ne!
09:06 Pekoz: Piştî Îdlibê wê Rûsya doza Efrîn û Babê jî bike
09:05 Komkujiya li Çiyayê Kazê 21 sal in didome: Niha jî dor a Çiyayê Agiyê ye
09:03 Dîroknas Erdogan Aydin: Ji bo çareserkirinê hêza Ocalan heye
09:00 ROJEVA 24'Ê TEBAXA 2019'AN
23/08/2019
21:35 Li Kadikoyê nûçegihana me Aslan û 6 kes hatin binçavkirin
19:24 Jina ku li Êlihê rastî tundiya hevjînê xwe hat jiyana xwe ji dest da
19:24 Li Wanê 10 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
18:36 Di bin çavan de dest bi greva birçîbûnê kirin
18:17 Jina xwîn verişiya bêyî derman bikin dîsa şandin girtîgehê
16:41 Li pêşiya şaredariyê tayînkirina qeyûman şermezar kirin
16:26 AKP bûye partiya darbeyan
16:18 Kursiya Tahîr Elçî: Xwedîderketina dengan mafê qanûnî ye
16:02 Firat Koç: Min got 'pirsgirêkên min ên derûnî' hene lê guhdar nekirin
15:42 Binçavkirina 5 rojnamevan dirêj kirin
15:36 Girtiya 62 salî ya ji sedî 86 astengdar xwîn verdişe
14:55 37 rêxistinên sivîl ên Îzmirê li dijî tayînkirina qeyûmê deklerasyonek aşkere kirin
14:15 11 kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:10 Qeyûmê Mêrdînê jî di 1'ê Nîsanê de ketiye nav tevgerê
13:49 Li gel rewşa wî ya xedar jî nehiştin bê tedawîkirin
13:49 Ciwanê ku AA idîa kir ew revandine çiyê: Ez neçûm çiyê, malbat dixwaze bi zorê min bizewiciîne
13:29 Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê: Wê qeyûm biçin hilbijêr werin
13:17 'Qedera Amed, Wan, Mêrdîn û Stenbol, Enqere, Îzmîrê yek e'
12:33 HDP'ê xwest rojnameger û siyasetmedarên hatin binçavkirin berdin
12:22 Çalakiyên rûniştinê yên li dijî qeyûman di roja 5'an de didome
12:09 Li ser medya civaki li dijî kuştina Emine Bulut bertek zêde dibin
11:44 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:23 Li Amedê binçavkirina 44 kesan dirêj kirin
11:09 Li Rihayê di mehekê de 4 jê zarok 11 kes di avê de fetisîn
10:16 Qeyûmê Wanê kurdî rakir
10:16 17 kesên li Enqereyê hatin binçavkirin hatin berdan
09:54 Di mehekê de li heman cihî 8 qeza pêk hatin: 11 kes mirin 39 kes birîndar bûn
09:37 Li Stenbolê yek ji rojnamger 8 kes hatin binçavkirin
09:08 'Darbeyên siyasî' yên li dijî siyaseta kurd: Gelê kurd bi tevahî hedef tê girtin
09:07 Dersimî: Li dijî bêhiqûqîtiyê em bi hev re tev bigerin
09:06 Rewşenbîr û hunermend: Divê em berpirsiyariya xwe ya dîrokî bi cih bînin
09:05 Helbestvanê nemir Fêrîkê Ûsiv û Mal-Mûzeya li gûndê Sîpanê
09:00 ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2019'AN
08:29 Li Amedê 3 rojnameger 5 roj
Li Mêrdînê 5 rojnameger 4 roj di bin çavan de ne
22/08/2019
22:10 3 roj in 5 rojnamevan di binçavan de ne
19:18 Şêniyên Serêkaniyê ji hêzên navneteweyî xwestin sînor biparêzin
19:05 81 kes li ser 'şikê' hatine binçavkirin!
16:54 Ahmet Turk: Ne tenê gelê Kurd wê gelê Tirk jî têkeve zorê
16:37 Li Amedê 4 kes hatin binçavkirin
16:30 Li çoltara Stewrê agir bi daristanê ket
15:56 Çalakiya rûniştinê ya parlamenteran didome
15:56 Li Mêrdînê 11 kes di bin çavan de ne
15:40 Li Edeneyê qada bajar jî bînaya partiyê jî qedexeye!
15:37 Jina berxwedêr a Amedê: Em bêdeng bimînin wê qeyûm tayînî malê jî bike
15:06 Komeleyên li Stenbolê qeyûm şermezar kirin: Em ê li dijî zilmê bi hevre têbikoşin
14:20 Polisan li Peyasê kesekî binçav kirin
14:13 Li Amedê çalakiyên li dijî qeyûm didomin: Emê bi berxwedanê erîşan bişkinin
14:12 KKP: Em ê qeyûman nas nekin
13:39 Polîsan Temellî û Ozturk li rê rawestandin
13:04 Polîsan li Îzmirê êrîşî parêzeran kir û gelek kes binçav kirin
12:57 Parêzerê ciwan ê hat derbkirin: Daxuyaniya walîtiyê dûrî aqil e
12:29 Li şûna 4 keyayan qeyûm tayîn kirin
12:16 Baroya Amedê wê tundiya polîsan bibe darazê
12:03 Li Rihayê 3 kes hatin binçavkirin
11:54 Parêzeran careke din ji bo ku biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:47 Li Amedê çalakiya rûniştinê dest pê kir
11:37 Başaran: Ne gaz û ne jî TOMA'yên we têra bi milyonan nakin
11:17 Serokê OHD'ê: Şaredarî û kuçe hatin binçavkirin
10:48 ‘Bi zilm û zorê tiştekê bidest naxin'
10:13 Nakokiyên Erdogan ên sindoqan: Duh û îro hev nagire
09:10 'Kes nikare îpotekê deyne ser vîna gel'
09:09 Unsal: Ger Îmamoglû biçe Amedê wê çûyîna wî çûyîneke di cî de be
09:08 Aydin Engîn: Dewletê careke din nîşan da ku aştiyê naxwaze
09:08 Kanar: Pêdivî bi qanûneke bingehîn a ji Qanûna Bingehîn a 1921'ê wêdetir heye
09:07 'Bi qedexeyan dixwazin gelê herêmê bitepisînin'
09:05 Rayedarên girtîgehê çopa li girtîgehê paqij nake
09:00 ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2019'AN
21/08/2019
17:44 Platforma Rojnamegerên Jin: Rojnamegeran berdin
17:27 Li Mêrdînê 5 li Amedê 3 rojnameger hêj di bin çavan de ne
17:03 Bi hezaran mamosteyên Kobanê û Hesekê gefên Tirkiyê red kirin
16:13 Muxtar: Li Taxê şerê çekdarî heye
Qereqol: Ji ber ewlehiyê em nikarin bên
16:10 Li Licê şerekî dijwar derket
15:42 Temellî: Ev wêneyê darbeyê ye
15:18 Li Rihayê 14 kes hatin girtin
14:30 Wezareta Karên Hundir qeyûm bi kurdî jî aşkera kir
14:21 Li Amedê polisan êrîşî meşê kir
14:09 Ji Leyla Guven banga yekitiyê: Her roj çalakî her roj berxwedan
13:13 Derbarê hunermend Tûnç de biryara girtinê hat derxistin
13:04 'Bila rojnameger bên berdan'
12:44 Qeyûm tayînî şûna endamê meclisa şaredariyê jî kirin