Firat Koç: Min got 'pirsgirêkên min ên derûnî' hene lê guhdar nekirin 2019-08-23 16:02:34 WAN - Firat Koç ku li Wanê rastî tundiya çend polisan, di çarçoveya lêpirsîna ku derbarê polisan de hat vekirin, îfade da. Koç qala kêliyên rastî êrîşê hat kir û ev tişt anî ziman: "Min ji wan re got 'li min nedin, pirsgirêkên min ên derûnî hene' lê guhdar nekirin."   Firat Koç ku dema protestoyên qeyûman, li Wanê, çend polisan bi hev re bi ço, kask, pihînan lêdan, anîn Edliyeya Wanê. Parêzerên Baroya Wanê Erhan Çîftçîler, Hamze Çîftçî û Mahmût Kaçan bi angaşta "hewldana kuştina bi zanebûn" û "îşkencekirinê" serî li Serdozgeriya Komarê ya Wanê dan. Li ser vê yekê serdozgeriyê derbarê polisên ku tundiyê li Koç kirin lêpirsîn da destpêkirin. Polisan, di çarçoveya vê lêpirsînê de Koç ji emnîyetê anîn Edliyeya Wanê û piştî îfadegirtinê Koç careke din birin emniyetê.     ÎFADEYA KOÇ   Îfadeya ku Koç li serdozgeriyê da wiha ye: "Ez li navçeya Ebaxê rûdinim. Ji ber ku pirsgirêkên min ên derûnî hene, tu karî nakim. Roja bûyerê ji navçeya Ebaxê hatim navenda Wanê. Li sûkê li qeweyekî rûdinitîbûm û dem derbas dikir. Polisên ku paşê hatin vir, hişyariya 'kes ji cihê xwe ranebe' li me kirin. Paşê aloziyek derket, herkes ber bi cihekî ve reviya. Ez jî bi mirovên li vir re reviyam. Tu mudaxaleyeke meya fizîkî li dijî polisan çênebû. Dema ku li ser kolanê direviyam polis bi ser min de hatin. Min jî ji hawilriha tabûreyek avêtin polisan. Lê ji ber rewşa min a wê demê niha jî nizanim ew kesên ku min tabûreyê avêt wan polis in an na. Min tabûreyê bi hedefgirtinê navêt. Paşê dema polisan got ku wî bigirin, ez tirsiyam û reviyam û xwe avêt qeweya ku lê rastî êrîşê hatim. Kesên li pey min jî ketin qeweyê û min derb kirin. Nayê bîra min ku çend kes bûn, lê gelek hebûn. Bi kask, ço û pihînan li mil, çîm û gelek deverên laşê min dan. Bi taybetî bi kaskê li serê min dan. Wê demê min ji wan re got, 'li min nedin, pirsgirêkên min ên derûnî hene' lê guhdar nekirin. Ji ber ku laşê min dêşiya min jî xwe ji qeweyê avêt derve. Li pêşiya qeweyê jÎ bi heman rengî li min dan û destê min bi pişt ve kelemçe kirin. Paşê min kirin wesayîtê, dema min dibirin nayê bîra min li min dan an na. Rûyê kesên li min dan nayên bîra min, ez wan bibînim jî dê wan nas nekim. Di wesayîtê de min derb nekirin. Gelek deverên laşê min werimîne û mor bûne. Lê şikandin tuneye. Ez ji kesên ku min derb kirin gilîkar im. Her wiha dema ku polisan li min dan bi gotinên mîna k.., o.., heqeretê jî li min kirin. Polisan destê min bi pişt ve kelemçekirî anîn edliyeyê."      PARÊZER: BILA CENDIRME BI RÊ VE BIBE    Parêzerên Koç jî diyar kirin ku weke ku ne mexdûr, bersûc be îfadeya Koç hatiye girtin. Parêzeran daxwaz kir ku Koç di çarçoveya Protokola Stenbolê de rapor bigire û destnîşan kirin ku ji ber daxuyaniya Walîtiya Wanê ya têkildarî mijarê, gumanên wan hene ku delîl ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bêne tunekirin. Ji ber vê yekê parêzeran xwest ku dosya ji polisan bê girtin û dewrê cendirmeyan bê kirin. Parêzeran girtina polisên bersûc xwest û hemû delîlên dema êrîşên bên berhevkirin.   Li gel rapora ku duh ji Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê girtine jî daxwaza parêzeran a berdana muwelîlê wan neyatiye bersivandin.