‘Bi zilm û zorê tiştekê bidest naxin'

  • rojane
  • 10:48 22 Tebax 2019
  • |
img

AMED - Amediyan bertek nîşanî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyan da. Meryem Soylû bertekên xwe yên li dijî vê yekê wiha anî ziman: “Ev çil sal in, zilm û zorê dikin, tiştek bi sernexistine. Dîsa jî çavên wan bi zilm û zorêye ku îradeya vî gelî, şaredariyan ji destê me bigirin.”

 
Wezareta Karên Hundir di 19'ê mehê de hevşaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê ji peywirê girt û waliyên her sê bajaran weke qeyûm tayînê şûna hevşaredaran kir. Amediyên ku ji bo şermezarkirina vê yekê, 4 roj in çalakiyan li dar dixin, bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan. Amediyan diyar kir ku qebûl nekin ku dê vîna wan bi zilm û zorê bê desteserkirin. 
 
Dayika bi navê Meryem Soylû (55) diyar kir ku heta dilopeke xwîn di canê wan de hebe dê li qadan bin û wiha axivî: “Em ê qebûl nekin ku îradeya vî gelî bi zilm û zorê desteser bikin. Her tim çavê wan li zilm û zorê ye. Ev çil sal in zilm û zorê dikin, tiştek bi sernexistine. Dîsa jî çavên wan li zilm û zorê ye ku îradeya vî gelî şaredariyan ji destê me bigirin.”
 
'EM ÎRADEYA XWE TESLÎMÎ WAN NAKIN'
 
Soylû xwest ku herkes li ber xwe bide û wiha berdewam kir: “Em îradeya xwe teslîmî vî neyarî nakin. Bila baş bizanin. Bila nebêjin ku em ê wan bi tirsînin, em ê avê li wan bikin, jop li wan bixin, em ê dora şaredariyê bigirin, em ê wan bitirsînin. Tu carî vî gelî serî dananiye. Em heta kesek jî bimînin dê li ber xwe bidin û li hemberî vê zordariyê derkevin û îradeya xwe teslîmî wan nekin. Bila vê baş bizabin.”
 
Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Rezan a Amedê Nazîre Tepe jî bal kişand ku 2015-2016'yan jî qeyûm jiyan e û wiha got: “Qeyûm ji zirarê zêdetir tiştek neanî. Dema me şaredariya xwe wergirt, bi milyonan deynê wê hebûn. Serşoka wan a di medyayê de deng veda.”
 
'QEYÛM JI BO ME TUNEBÛNE'
 
Ayşan Kanûş Zengîn (37) jî diyar kir ku qeyûm ji bo kurdan tunebûne û wiha axivî: “Ev çil sal e kurd nasnameya xwe dizanin, ji bo ku dizanin li pişt deriya de ne, bi hezaran sala ceza digirin. Em ê li ser piya bin û ji ber ku polîtîkaya wan a Suriyeyê vala derket, qeyûm tayînkirin. Em qeyûm nas nakin. Ma qey ne bes e.”
 
'HIQÛQ EDALET TUNE'
 
Rasîm Ozunlu (30) diyar kir ku ne tenê kurd, hemû Cîhan dizane ku tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê bêhiqûqî ye û ev tişt got: “Hiqûq, edalet tune. Wextê ku hilbijartin çêbû YSK'ê qebûl kir, tu pirsgirêk tune bûn. Şaredariyê me qezenç kir. Beriya hilbijartinê ji xwe Tayîp Erdogan gotibû ku şaredariyan bigirin jî d ê ji wan bigirin. Gotibû em ê bê hiqûqiyê bidin meşandin.” 
 
'TIŞTA KU DIKIN NABIZ GIRTIN E'
 
Ozunlu dest nîşan kir ku gereke tev bibin yek ku dengê wan bi hevre derkeve û axaftina xwe wiha domand: “Îro ev tişta ku dikin nabiz girtin e. Heke gel vê bihiqûqiyê qebûl bike dê tayînî ser şaredariyên din jî bikin. Ji bona vê gelê Kurdistanê, Rojhilat û Ewropayê gerek tev rabe ser piyan. Gereke em bêhiqûqiyê qebûl nekin. Gel ditirsînin. Gereke gel netirse bi hevre be.”
 
'LI ŞAREDARIYA XWE XWEDÎ DERKEVIN'
 
Abdûlqadîr Kizilay (55) jî ev tişt anî ziman: “Banga min li hemû kurdê bi şeref û namûs e. Gereke li doza xwe, li şaredariya xwe xwedî derkevin. Şaredarî ya gel e ne ya Erdogan e. Bila parlementer û şaredar îstîfa bikin û herin sîneî milletê. Madem meclîs kurda nas nake em çima wan nas dikin. Em ji bo xîret û şerefa xwe, ji bo şaredarî û îradeya xwe li vir in.”
 
'EV WÊNEYÊ FAŞÎZMÊ YE'
 
Medîne Olçen (33) jî destnîşan kir ku Endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ye û wiha axivî: “Ev sê roj in em li vir in. Saziya me hatiye xespkirin û desteserkirin. Em jin wek taciz û tecawizê digirin dest. Bi awayekî hovane êrîşî me dikin, me ji vê derê diqewirînin. Halbûkî cihê me nav avahiyê ye. Divê em li saziya xwe bûna lê mixabin nahêlin em li vê derê bin jî niha dora me dorpêç kirin e. Ev jî ji xwe wêneyê faşîzmê ye.Wisa bi hesanî em heqê xwe teslîm nakin. Heta ku em bikarîbin berxwe bidin, em ê li vê derê bin.”
 

Sernavên din

24/08/2019
13:31 Tundiya mêr sînoran nas nake: Li nexweşxaneyê êrîşî hevjîna xwe kir
13:12 Mezlûm Ebdî: Emê bingeha hêza eskerî ya ewlehiya Sûriye ava bikin
12:39 Gelê Nisêbînê li dijî qeyûman rabû ser piyan
12:30 KESK, DÎSK, TTB û TMMOB: Qeyûm cînayeta demokrasiyê ye
12:25 Banga 1'ê Îlonê: Em ji bo aştiyê dengê xwe bilind bikin
12:15 Li Pîranê maşîna zirxî qulipî: 6 polîs birîndar bûn
11:54 Li Amedê çalakiya rûniştinê ya 6'emîn dest pê kir
11:31 Pankarta "Dê qeyûm biçe û gel qezenç bike!" bi pira serbor ve daleqandin
11:16 Li Idlibê rewşa dawî: Tirkiye di zorê de ye, rejîmê xwe avêt QSD'ê û Efrîn li ser masê ye
11:11 Turkdogan: Çareserî bersîvdayîna banga Ocalan e
11:02 HDP'ê 'Koordînasyona Navendî' ava kir: Li dijî qeyûman çalakliyên bênavber
10:08 Kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin dê sewqî edliyeyê bibin
09:35 Polîsan Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê binçav kirin
09:35 Dolmîş li qamyonê qelibî: 4 jê giran 8 kes birîndar bûn
09:09 Bulbul: Dibe şevekê ji nişkave biçin Stenbolê jî
09:08 Mizrakli, Soylû şiband Goebbels: Derewên wî şilfîtazî ne!
09:06 Pekoz: Piştî Îdlibê wê Rûsya doza Efrîn û Babê jî bike
09:05 Komkujiya li Çiyayê Kazê 21 sal in didome: Niha jî dor a Çiyayê Agiyê ye
09:03 Dîroknas Erdogan Aydin: Ji bo çareserkirinê hêza Ocalan heye
09:00 ROJEVA 24'Ê TEBAXA 2019'AN
23/08/2019
21:35 Li Kadikoyê nûçegihana me Aslan û 6 kes hatin binçavkirin
19:24 Jina ku li Êlihê rastî tundiya hevjînê xwe hat jiyana xwe ji dest da
19:24 Li Wanê 10 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
18:36 Di bin çavan de dest bi greva birçîbûnê kirin
18:17 Jina xwîn verişiya bêyî derman bikin dîsa şandin girtîgehê
16:41 Li pêşiya şaredariyê tayînkirina qeyûman şermezar kirin
16:26 AKP bûye partiya darbeyan
16:18 Kursiya Tahîr Elçî: Xwedîderketina dengan mafê qanûnî ye
16:02 Firat Koç: Min got 'pirsgirêkên min ên derûnî' hene lê guhdar nekirin
15:42 Binçavkirina 5 rojnamevan dirêj kirin
15:36 Girtiya 62 salî ya ji sedî 86 astengdar xwîn verdişe
14:55 37 rêxistinên sivîl ên Îzmirê li dijî tayînkirina qeyûmê deklerasyonek aşkere kirin
14:15 11 kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:10 Qeyûmê Mêrdînê jî di 1'ê Nîsanê de ketiye nav tevgerê
13:49 Li gel rewşa wî ya xedar jî nehiştin bê tedawîkirin
13:49 Ciwanê ku AA idîa kir ew revandine çiyê: Ez neçûm çiyê, malbat dixwaze bi zorê min bizewiciîne
13:29 Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê: Wê qeyûm biçin hilbijêr werin
13:17 'Qedera Amed, Wan, Mêrdîn û Stenbol, Enqere, Îzmîrê yek e'
12:33 HDP'ê xwest rojnameger û siyasetmedarên hatin binçavkirin berdin
12:22 Çalakiyên rûniştinê yên li dijî qeyûman di roja 5'an de didome
12:09 Li ser medya civaki li dijî kuştina Emine Bulut bertek zêde dibin
11:44 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:23 Li Amedê binçavkirina 44 kesan dirêj kirin
11:09 Li Rihayê di mehekê de 4 jê zarok 11 kes di avê de fetisîn
10:16 Qeyûmê Wanê kurdî rakir
10:16 17 kesên li Enqereyê hatin binçavkirin hatin berdan
09:54 Di mehekê de li heman cihî 8 qeza pêk hatin: 11 kes mirin 39 kes birîndar bûn
09:37 Li Stenbolê yek ji rojnamger 8 kes hatin binçavkirin
09:08 'Darbeyên siyasî' yên li dijî siyaseta kurd: Gelê kurd bi tevahî hedef tê girtin
09:07 Dersimî: Li dijî bêhiqûqîtiyê em bi hev re tev bigerin
09:06 Rewşenbîr û hunermend: Divê em berpirsiyariya xwe ya dîrokî bi cih bînin
09:05 Helbestvanê nemir Fêrîkê Ûsiv û Mal-Mûzeya li gûndê Sîpanê
09:00 ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2019'AN
08:29 Li Amedê 3 rojnameger 5 roj
Li Mêrdînê 5 rojnameger 4 roj di bin çavan de ne
22/08/2019
22:10 3 roj in 5 rojnamevan di binçavan de ne
19:18 Şêniyên Serêkaniyê ji hêzên navneteweyî xwestin sînor biparêzin
19:05 81 kes li ser 'şikê' hatine binçavkirin!
16:54 Ahmet Turk: Ne tenê gelê Kurd wê gelê Tirk jî têkeve zorê
16:37 Li Amedê 4 kes hatin binçavkirin
16:30 Li çoltara Stewrê agir bi daristanê ket
15:56 Çalakiya rûniştinê ya parlamenteran didome
15:56 Li Mêrdînê 11 kes di bin çavan de ne
15:40 Li Edeneyê qada bajar jî bînaya partiyê jî qedexeye!
15:37 Jina berxwedêr a Amedê: Em bêdeng bimînin wê qeyûm tayînî malê jî bike
15:06 Komeleyên li Stenbolê qeyûm şermezar kirin: Em ê li dijî zilmê bi hevre têbikoşin
14:20 Polisan li Peyasê kesekî binçav kirin
14:13 Li Amedê çalakiyên li dijî qeyûm didomin: Emê bi berxwedanê erîşan bişkinin
14:12 KKP: Em ê qeyûman nas nekin
13:39 Polîsan Temellî û Ozturk li rê rawestandin
13:04 Polîsan li Îzmirê êrîşî parêzeran kir û gelek kes binçav kirin
12:57 Parêzerê ciwan ê hat derbkirin: Daxuyaniya walîtiyê dûrî aqil e
12:29 Li şûna 4 keyayan qeyûm tayîn kirin
12:16 Baroya Amedê wê tundiya polîsan bibe darazê
12:03 Li Rihayê 3 kes hatin binçavkirin
11:54 Parêzeran careke din ji bo ku biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:47 Li Amedê çalakiya rûniştinê dest pê kir
11:37 Başaran: Ne gaz û ne jî TOMA'yên we têra bi milyonan nakin
11:17 Serokê OHD'ê: Şaredarî û kuçe hatin binçavkirin
10:48 ‘Bi zilm û zorê tiştekê bidest naxin'
10:13 Nakokiyên Erdogan ên sindoqan: Duh û îro hev nagire
09:10 'Kes nikare îpotekê deyne ser vîna gel'
09:09 Unsal: Ger Îmamoglû biçe Amedê wê çûyîna wî çûyîneke di cî de be
09:08 Aydin Engîn: Dewletê careke din nîşan da ku aştiyê naxwaze
09:08 Kanar: Pêdivî bi qanûneke bingehîn a ji Qanûna Bingehîn a 1921'ê wêdetir heye
09:07 'Bi qedexeyan dixwazin gelê herêmê bitepisînin'
09:05 Rayedarên girtîgehê çopa li girtîgehê paqij nake
09:00 ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2019'AN
21/08/2019
17:44 Platforma Rojnamegerên Jin: Rojnamegeran berdin
17:27 Li Mêrdînê 5 li Amedê 3 rojnameger hêj di bin çavan de ne
17:03 Bi hezaran mamosteyên Kobanê û Hesekê gefên Tirkiyê red kirin
16:13 Muxtar: Li Taxê şerê çekdarî heye
Qereqol: Ji ber ewlehiyê em nikarin bên
16:10 Li Licê şerekî dijwar derket
15:42 Temellî: Ev wêneyê darbeyê ye
15:18 Li Rihayê 14 kes hatin girtin
14:30 Wezareta Karên Hundir qeyûm bi kurdî jî aşkera kir
14:21 Li Amedê polisan êrîşî meşê kir
14:09 Ji Leyla Guven banga yekitiyê: Her roj çalakî her roj berxwedan
13:13 Derbarê hunermend Tûnç de biryara girtinê hat derxistin
13:04 'Bila rojnameger bên berdan'
12:44 Qeyûm tayînî şûna endamê meclisa şaredariyê jî kirin