‘Bi zilm û zorê tiştekê bidest naxin' 2019-08-22 10:48:23 AMED - Amediyan bertek nîşanî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyan da. Meryem Soylû bertekên xwe yên li dijî vê yekê wiha anî ziman: “Ev çil sal in, zilm û zorê dikin, tiştek bi sernexistine. Dîsa jî çavên wan bi zilm û zorêye ku îradeya vî gelî, şaredariyan ji destê me bigirin.”   Wezareta Karên Hundir di 19'ê mehê de hevşaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê ji peywirê girt û waliyên her sê bajaran weke qeyûm tayînê şûna hevşaredaran kir. Amediyên ku ji bo şermezarkirina vê yekê, 4 roj in çalakiyan li dar dixin, bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan. Amediyan diyar kir ku qebûl nekin ku dê vîna wan bi zilm û zorê bê desteserkirin.    Dayika bi navê Meryem Soylû (55) diyar kir ku heta dilopeke xwîn di canê wan de hebe dê li qadan bin û wiha axivî: “Em ê qebûl nekin ku îradeya vî gelî bi zilm û zorê desteser bikin. Her tim çavê wan li zilm û zorê ye. Ev çil sal in zilm û zorê dikin, tiştek bi sernexistine. Dîsa jî çavên wan li zilm û zorê ye ku îradeya vî gelî şaredariyan ji destê me bigirin.”   'EM ÎRADEYA XWE TESLÎMÎ WAN NAKIN'   Soylû xwest ku herkes li ber xwe bide û wiha berdewam kir: “Em îradeya xwe teslîmî vî neyarî nakin. Bila baş bizanin. Bila nebêjin ku em ê wan bi tirsînin, em ê avê li wan bikin, jop li wan bixin, em ê dora şaredariyê bigirin, em ê wan bitirsînin. Tu carî vî gelî serî dananiye. Em heta kesek jî bimînin dê li ber xwe bidin û li hemberî vê zordariyê derkevin û îradeya xwe teslîmî wan nekin. Bila vê baş bizabin.”   Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Rezan a Amedê Nazîre Tepe jî bal kişand ku 2015-2016'yan jî qeyûm jiyan e û wiha got: “Qeyûm ji zirarê zêdetir tiştek neanî. Dema me şaredariya xwe wergirt, bi milyonan deynê wê hebûn. Serşoka wan a di medyayê de deng veda.”   'QEYÛM JI BO ME TUNEBÛNE'   Ayşan Kanûş Zengîn (37) jî diyar kir ku qeyûm ji bo kurdan tunebûne û wiha axivî: “Ev çil sal e kurd nasnameya xwe dizanin, ji bo ku dizanin li pişt deriya de ne, bi hezaran sala ceza digirin. Em ê li ser piya bin û ji ber ku polîtîkaya wan a Suriyeyê vala derket, qeyûm tayînkirin. Em qeyûm nas nakin. Ma qey ne bes e.”   'HIQÛQ EDALET TUNE'   Rasîm Ozunlu (30) diyar kir ku ne tenê kurd, hemû Cîhan dizane ku tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê bêhiqûqî ye û ev tişt got: “Hiqûq, edalet tune. Wextê ku hilbijartin çêbû YSK'ê qebûl kir, tu pirsgirêk tune bûn. Şaredariyê me qezenç kir. Beriya hilbijartinê ji xwe Tayîp Erdogan gotibû ku şaredariyan bigirin jî d ê ji wan bigirin. Gotibû em ê bê hiqûqiyê bidin meşandin.”    'TIŞTA KU DIKIN NABIZ GIRTIN E'   Ozunlu dest nîşan kir ku gereke tev bibin yek ku dengê wan bi hevre derkeve û axaftina xwe wiha domand: “Îro ev tişta ku dikin nabiz girtin e. Heke gel vê bihiqûqiyê qebûl bike dê tayînî ser şaredariyên din jî bikin. Ji bona vê gelê Kurdistanê, Rojhilat û Ewropayê gerek tev rabe ser piyan. Gereke em bêhiqûqiyê qebûl nekin. Gel ditirsînin. Gereke gel netirse bi hevre be.”   'LI ŞAREDARIYA XWE XWEDÎ DERKEVIN'   Abdûlqadîr Kizilay (55) jî ev tişt anî ziman: “Banga min li hemû kurdê bi şeref û namûs e. Gereke li doza xwe, li şaredariya xwe xwedî derkevin. Şaredarî ya gel e ne ya Erdogan e. Bila parlementer û şaredar îstîfa bikin û herin sîneî milletê. Madem meclîs kurda nas nake em çima wan nas dikin. Em ji bo xîret û şerefa xwe, ji bo şaredarî û îradeya xwe li vir in.”   'EV WÊNEYÊ FAŞÎZMÊ YE'   Medîne Olçen (33) jî destnîşan kir ku Endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ye û wiha axivî: “Ev sê roj in em li vir in. Saziya me hatiye xespkirin û desteserkirin. Em jin wek taciz û tecawizê digirin dest. Bi awayekî hovane êrîşî me dikin, me ji vê derê diqewirînin. Halbûkî cihê me nav avahiyê ye. Divê em li saziya xwe bûna lê mixabin nahêlin em li vê derê bin jî niha dora me dorpêç kirin e. Ev jî ji xwe wêneyê faşîzmê ye.Wisa bi hesanî em heqê xwe teslîm nakin. Heta ku em bikarîbin berxwe bidin, em ê li vê derê bin.”