Kanar: Pêdivî bi qanûneke bingehîn a ji Qanûna Bingehîn a 1921'ê wêdetir heye

  • rojane
  • 09:08 22 Tebax 2019
  • |
img

STENBOL - Parêzer Ercan Kanar, bal kişand ser Qanûna Bingehîn a 1921'ê ku Ocalan îşaret pê kiribû û diyar kir ku Ocalan bi vê yekê derî li ber demokrasiyê vedike û got: "Tayînkirina qeyûman nîşan da ku pêdiviya Tirkiyeyê demildest bi qanûneke bingehîn a ji Qanûna Bingehîn a 1921'ê wêdetir heye." 

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di hevdîtina 7'ê Tebaxê ya bi parêzerên xwe re, îşaret bi têkiliya di navbera kurd-tirkan û Qanûna Bingehîn a 1921'ê kiribû. Hiqûqnas Ercan Kanar, daxuyaniyên Ocalan nirxandin. 
 
Kanar, diyar kir ku Qanûna Bingehîn a 1921'ê bi her awayê xwe li gor qanûnên bingehîn ên din demokratîktir e û got: "Ji vê re dibêjin Qanûna Teşkîlatî Esasiye. Ev qanûna bingehşn piştî nîqaşên dûr û dirêj ên li meclîsê hat qebûlkirin û pesendkirin. Loma qanûneke bingehîn a demokratîk e. Taybetiya sereke ya vê qanûna bingehîn ew e ku tê de têgîna gelên Tirkiyeyê heye." Her wiha Kanar destnîşan kir ku yek ji taybetmendiyên sereke yên Qanûna Bingehîn a 1921'ê jî ji navendîparêziyê bêtir rêveberiyên herêmî esas girtiye. Kanar, diyar kir ku ev qanûna bingehîn a navbirî di şert û mercên şer de hatiye amadekirin û wekî pêngaveke polîtîk ji bo li herêmê desteke kurdan ji dest neçe hatiye çêkirin û got: "Helbet hêlên wê yên şaş jî hene. Mesela tê de tê gotin 'dînê dewletê îslam e.' Yanî li dijî cihêkariya hêzan e. ehlê yekîtiya hêzan e. Yanî qanûnçêkirin, birêvebirin û daraz bi temamş di dest meclîsê de ye. Di Qanûna Bingehîn a 1876'an de serdestî di dest monarşiyê de ye. Yanî di dest padîşah de ye. Lê belê Qanûna Bingehîn a 1921'ê serdestî ji dest monarşiyê stendiye û daye destê netewê. Ev jî taybetiyeke wê ya girîng e." 
 
'DI QANÛNA BINGEHÎN A 1921'Ê DE ŞOVENÎZM TUNE YE' 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di peyama xwe ya bi rêya parêzerên xwe re şandibû de îşaret bi Qanûna Bingehîn a 1921'ê jî kiribû. Kanar, ev yek nirxand û got: "Tişta Ocalan behs dike, rêveberiyeke wekî rêveberiya herêmî û rêveberiya şûrayê ye. Her wiha têgîna gelê Tirkiyeyê esas digire. Yanî dibêje eger qanûneke bingehîn bê çêkirin divê ji têgîninên şoven û nîjadperest xalî be. Çimkî di Qanûna Bingehîn a 1921'ê de şovenîzm tune ye. Negotiye gelê tirk., gotiye gelê Tirkiyeyê. Ocalan îşaret bi van xalan dike." 
 
‘ÎPOTEK DANÎN SER VÎNA GEL' 
 
Her wiha Kanar, bal kişand ser tayînkirina qeyûman jî û got, bi tayînkirina van qeyûman xuyaye wê dewlet polîtîkayên şerî bidomîne. Kanar, bal kişand ser naveroka hevdîtina dawî ya Ocalan û parêzerên wî û got: "Bi tayînkirina qeyûman, ji bo bangawaziya Ocalan ku dibêje 'ez ji bo çareseriyê amade me' dewletê gaveke neyînî avêtiye. Tayînkirina qeyûman, êrîşeke hovane ye ku li vîna gel hatiye kirin. Îpotekdayîn e. Binpêkirina mafê hilbijartin û bijartnê ye." 
 
QANÛNEKE BINGEHÎN A DEMOKRATÎK
 
Kanar, destnîşan kir ku tayînkirina qeyûman nîşan da ku pêdiviya Tirkiyeyê demildest bi qanûneke bingehîn a ji Qanûna Bingehîn a 1921'ê wêdetir heye ku bi her awayî mafên kêmaniyan di xwe de bihebîne û got: "Pêdivî bi qanûneke bingehîn ku şaşiyên Qanûna Bingehîn a 1921'ê di xwe de nehebîne, rêgezên wekî dînê dewletê îslam e di xwe de nehebîne... Divê ruhê di Qanûna Bingehîn a 1921'ê ku ne ruekî netewperest bû pêş ve bibe. Li gel tirkî divê kurdî jî bibe zimanê perwerdehiyê." 
 
MA / Naci Kaya – Bariş Ceyhan 
 

Sernavên din

24/08/2019
13:31 Tundiya mêr sînoran nas nake: Li nexweşxaneyê êrîşî hevjîna xwe kir
13:12 Mezlûm Ebdî: Emê bingeha hêza eskerî ya ewlehiya Sûriye ava bikin
12:39 Gelê Nisêbînê li dijî qeyûman rabû ser piyan
12:30 KESK, DÎSK, TTB û TMMOB: Qeyûm cînayeta demokrasiyê ye
12:25 Banga 1'ê Îlonê: Em ji bo aştiyê dengê xwe bilind bikin
12:15 Li Pîranê maşîna zirxî qulipî: 6 polîs birîndar bûn
11:54 Li Amedê çalakiya rûniştinê ya 6'emîn dest pê kir
11:31 Pankarta "Dê qeyûm biçe û gel qezenç bike!" bi pira serbor ve daleqandin
11:16 Li Idlibê rewşa dawî: Tirkiye di zorê de ye, rejîmê xwe avêt QSD'ê û Efrîn li ser masê ye
11:11 Turkdogan: Çareserî bersîvdayîna banga Ocalan e
11:02 HDP'ê 'Koordînasyona Navendî' ava kir: Li dijî qeyûman çalakliyên bênavber
10:08 Kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin dê sewqî edliyeyê bibin
09:35 Polîsan Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê binçav kirin
09:35 Dolmîş li qamyonê qelibî: 4 jê giran 8 kes birîndar bûn
09:09 Bulbul: Dibe şevekê ji nişkave biçin Stenbolê jî
09:08 Mizrakli, Soylû şiband Goebbels: Derewên wî şilfîtazî ne!
09:06 Pekoz: Piştî Îdlibê wê Rûsya doza Efrîn û Babê jî bike
09:05 Komkujiya li Çiyayê Kazê 21 sal in didome: Niha jî dor a Çiyayê Agiyê ye
09:03 Dîroknas Erdogan Aydin: Ji bo çareserkirinê hêza Ocalan heye
09:00 ROJEVA 24'Ê TEBAXA 2019'AN
23/08/2019
21:35 Li Kadikoyê nûçegihana me Aslan û 6 kes hatin binçavkirin
19:24 Jina ku li Êlihê rastî tundiya hevjînê xwe hat jiyana xwe ji dest da
19:24 Li Wanê 10 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
18:36 Di bin çavan de dest bi greva birçîbûnê kirin
18:17 Jina xwîn verişiya bêyî derman bikin dîsa şandin girtîgehê
16:41 Li pêşiya şaredariyê tayînkirina qeyûman şermezar kirin
16:26 AKP bûye partiya darbeyan
16:18 Kursiya Tahîr Elçî: Xwedîderketina dengan mafê qanûnî ye
16:02 Firat Koç: Min got 'pirsgirêkên min ên derûnî' hene lê guhdar nekirin
15:42 Binçavkirina 5 rojnamevan dirêj kirin
15:36 Girtiya 62 salî ya ji sedî 86 astengdar xwîn verdişe
14:55 37 rêxistinên sivîl ên Îzmirê li dijî tayînkirina qeyûmê deklerasyonek aşkere kirin
14:15 11 kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:10 Qeyûmê Mêrdînê jî di 1'ê Nîsanê de ketiye nav tevgerê
13:49 Li gel rewşa wî ya xedar jî nehiştin bê tedawîkirin
13:49 Ciwanê ku AA idîa kir ew revandine çiyê: Ez neçûm çiyê, malbat dixwaze bi zorê min bizewiciîne
13:29 Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê: Wê qeyûm biçin hilbijêr werin
13:17 'Qedera Amed, Wan, Mêrdîn û Stenbol, Enqere, Îzmîrê yek e'
12:33 HDP'ê xwest rojnameger û siyasetmedarên hatin binçavkirin berdin
12:22 Çalakiyên rûniştinê yên li dijî qeyûman di roja 5'an de didome
12:09 Li ser medya civaki li dijî kuştina Emine Bulut bertek zêde dibin
11:44 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:23 Li Amedê binçavkirina 44 kesan dirêj kirin
11:09 Li Rihayê di mehekê de 4 jê zarok 11 kes di avê de fetisîn
10:16 Qeyûmê Wanê kurdî rakir
10:16 17 kesên li Enqereyê hatin binçavkirin hatin berdan
09:54 Di mehekê de li heman cihî 8 qeza pêk hatin: 11 kes mirin 39 kes birîndar bûn
09:37 Li Stenbolê yek ji rojnamger 8 kes hatin binçavkirin
09:08 'Darbeyên siyasî' yên li dijî siyaseta kurd: Gelê kurd bi tevahî hedef tê girtin
09:07 Dersimî: Li dijî bêhiqûqîtiyê em bi hev re tev bigerin
09:06 Rewşenbîr û hunermend: Divê em berpirsiyariya xwe ya dîrokî bi cih bînin
09:05 Helbestvanê nemir Fêrîkê Ûsiv û Mal-Mûzeya li gûndê Sîpanê
09:00 ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2019'AN
08:29 Li Amedê 3 rojnameger 5 roj
Li Mêrdînê 5 rojnameger 4 roj di bin çavan de ne
22/08/2019
22:10 3 roj in 5 rojnamevan di binçavan de ne
19:18 Şêniyên Serêkaniyê ji hêzên navneteweyî xwestin sînor biparêzin
19:05 81 kes li ser 'şikê' hatine binçavkirin!
16:54 Ahmet Turk: Ne tenê gelê Kurd wê gelê Tirk jî têkeve zorê
16:37 Li Amedê 4 kes hatin binçavkirin
16:30 Li çoltara Stewrê agir bi daristanê ket
15:56 Çalakiya rûniştinê ya parlamenteran didome
15:56 Li Mêrdînê 11 kes di bin çavan de ne
15:40 Li Edeneyê qada bajar jî bînaya partiyê jî qedexeye!
15:37 Jina berxwedêr a Amedê: Em bêdeng bimînin wê qeyûm tayînî malê jî bike
15:06 Komeleyên li Stenbolê qeyûm şermezar kirin: Em ê li dijî zilmê bi hevre têbikoşin
14:20 Polisan li Peyasê kesekî binçav kirin
14:13 Li Amedê çalakiyên li dijî qeyûm didomin: Emê bi berxwedanê erîşan bişkinin
14:12 KKP: Em ê qeyûman nas nekin
13:39 Polîsan Temellî û Ozturk li rê rawestandin
13:04 Polîsan li Îzmirê êrîşî parêzeran kir û gelek kes binçav kirin
12:57 Parêzerê ciwan ê hat derbkirin: Daxuyaniya walîtiyê dûrî aqil e
12:29 Li şûna 4 keyayan qeyûm tayîn kirin
12:16 Baroya Amedê wê tundiya polîsan bibe darazê
12:03 Li Rihayê 3 kes hatin binçavkirin
11:54 Parêzeran careke din ji bo ku biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:47 Li Amedê çalakiya rûniştinê dest pê kir
11:37 Başaran: Ne gaz û ne jî TOMA'yên we têra bi milyonan nakin
11:17 Serokê OHD'ê: Şaredarî û kuçe hatin binçavkirin
10:48 ‘Bi zilm û zorê tiştekê bidest naxin'
10:13 Nakokiyên Erdogan ên sindoqan: Duh û îro hev nagire
09:10 'Kes nikare îpotekê deyne ser vîna gel'
09:09 Unsal: Ger Îmamoglû biçe Amedê wê çûyîna wî çûyîneke di cî de be
09:08 Aydin Engîn: Dewletê careke din nîşan da ku aştiyê naxwaze
09:08 Kanar: Pêdivî bi qanûneke bingehîn a ji Qanûna Bingehîn a 1921'ê wêdetir heye
09:07 'Bi qedexeyan dixwazin gelê herêmê bitepisînin'
09:05 Rayedarên girtîgehê çopa li girtîgehê paqij nake
09:00 ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2019'AN
21/08/2019
17:44 Platforma Rojnamegerên Jin: Rojnamegeran berdin
17:27 Li Mêrdînê 5 li Amedê 3 rojnameger hêj di bin çavan de ne
17:03 Bi hezaran mamosteyên Kobanê û Hesekê gefên Tirkiyê red kirin
16:13 Muxtar: Li Taxê şerê çekdarî heye
Qereqol: Ji ber ewlehiyê em nikarin bên
16:10 Li Licê şerekî dijwar derket
15:42 Temellî: Ev wêneyê darbeyê ye
15:18 Li Rihayê 14 kes hatin girtin
14:30 Wezareta Karên Hundir qeyûm bi kurdî jî aşkera kir
14:21 Li Amedê polisan êrîşî meşê kir
14:09 Ji Leyla Guven banga yekitiyê: Her roj çalakî her roj berxwedan
13:13 Derbarê hunermend Tûnç de biryara girtinê hat derxistin
13:04 'Bila rojnameger bên berdan'
12:44 Qeyûm tayînî şûna endamê meclisa şaredariyê jî kirin