Kanar: Pêdivî bi qanûneke bingehîn a ji Qanûna Bingehîn a 1921'ê wêdetir heye 2019-08-22 09:08:13 STENBOL - Parêzer Ercan Kanar, bal kişand ser Qanûna Bingehîn a 1921'ê ku Ocalan îşaret pê kiribû û diyar kir ku Ocalan bi vê yekê derî li ber demokrasiyê vedike û got: "Tayînkirina qeyûman nîşan da ku pêdiviya Tirkiyeyê demildest bi qanûneke bingehîn a ji Qanûna Bingehîn a 1921'ê wêdetir heye."  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di hevdîtina 7'ê Tebaxê ya bi parêzerên xwe re, îşaret bi têkiliya di navbera kurd-tirkan û Qanûna Bingehîn a 1921'ê kiribû. Hiqûqnas Ercan Kanar, daxuyaniyên Ocalan nirxandin.    Kanar, diyar kir ku Qanûna Bingehîn a 1921'ê bi her awayê xwe li gor qanûnên bingehîn ên din demokratîktir e û got: "Ji vê re dibêjin Qanûna Teşkîlatî Esasiye. Ev qanûna bingehşn piştî nîqaşên dûr û dirêj ên li meclîsê hat qebûlkirin û pesendkirin. Loma qanûneke bingehîn a demokratîk e. Taybetiya sereke ya vê qanûna bingehîn ew e ku tê de têgîna gelên Tirkiyeyê heye." Her wiha Kanar destnîşan kir ku yek ji taybetmendiyên sereke yên Qanûna Bingehîn a 1921'ê jî ji navendîparêziyê bêtir rêveberiyên herêmî esas girtiye. Kanar, diyar kir ku ev qanûna bingehîn a navbirî di şert û mercên şer de hatiye amadekirin û wekî pêngaveke polîtîk ji bo li herêmê desteke kurdan ji dest neçe hatiye çêkirin û got: "Helbet hêlên wê yên şaş jî hene. Mesela tê de tê gotin 'dînê dewletê îslam e.' Yanî li dijî cihêkariya hêzan e. ehlê yekîtiya hêzan e. Yanî qanûnçêkirin, birêvebirin û daraz bi temamş di dest meclîsê de ye. Di Qanûna Bingehîn a 1876'an de serdestî di dest monarşiyê de ye. Yanî di dest padîşah de ye. Lê belê Qanûna Bingehîn a 1921'ê serdestî ji dest monarşiyê stendiye û daye destê netewê. Ev jî taybetiyeke wê ya girîng e."    'DI QANÛNA BINGEHÎN A 1921'Ê DE ŞOVENÎZM TUNE YE'    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di peyama xwe ya bi rêya parêzerên xwe re şandibû de îşaret bi Qanûna Bingehîn a 1921'ê jî kiribû. Kanar, ev yek nirxand û got: "Tişta Ocalan behs dike, rêveberiyeke wekî rêveberiya herêmî û rêveberiya şûrayê ye. Her wiha têgîna gelê Tirkiyeyê esas digire. Yanî dibêje eger qanûneke bingehîn bê çêkirin divê ji têgîninên şoven û nîjadperest xalî be. Çimkî di Qanûna Bingehîn a 1921'ê de şovenîzm tune ye. Negotiye gelê tirk., gotiye gelê Tirkiyeyê. Ocalan îşaret bi van xalan dike."    ‘ÎPOTEK DANÎN SER VÎNA GEL'    Her wiha Kanar, bal kişand ser tayînkirina qeyûman jî û got, bi tayînkirina van qeyûman xuyaye wê dewlet polîtîkayên şerî bidomîne. Kanar, bal kişand ser naveroka hevdîtina dawî ya Ocalan û parêzerên wî û got: "Bi tayînkirina qeyûman, ji bo bangawaziya Ocalan ku dibêje 'ez ji bo çareseriyê amade me' dewletê gaveke neyînî avêtiye. Tayînkirina qeyûman, êrîşeke hovane ye ku li vîna gel hatiye kirin. Îpotekdayîn e. Binpêkirina mafê hilbijartin û bijartnê ye."    QANÛNEKE BINGEHÎN A DEMOKRATÎK   Kanar, destnîşan kir ku tayînkirina qeyûman nîşan da ku pêdiviya Tirkiyeyê demildest bi qanûneke bingehîn a ji Qanûna Bingehîn a 1921'ê wêdetir heye ku bi her awayî mafên kêmaniyan di xwe de bihebîne û got: "Pêdivî bi qanûneke bingehîn ku şaşiyên Qanûna Bingehîn a 1921'ê di xwe de nehebîne, rêgezên wekî dînê dewletê îslam e di xwe de nehebîne... Divê ruhê di Qanûna Bingehîn a 1921'ê ku ne ruekî netewperest bû pêş ve bibe. Li gel tirkî divê kurdî jî bibe zimanê perwerdehiyê."    MA / Naci Kaya – Bariş Ceyhan