Kurd, ereb, pomak, çerkes, gurcî, hemşînî, suryanî: Guh bidin Ocalan

  • rojane
  • 09:09 21 Tebax 2019
  • |
img

STENBOL - Kurd, ereb, pomak, suryanî, çerkes, hemşîn û gurciyên xwedî li peyaman Ocalan ku gotibû "ji bo çareseriyê amade me" derdikevin, gotin: "Kesên ehlê jiyanê, ehlê mirovahiyê, ehlê xwezayê divê hemû dengê xwe li dengê Abdullah Ocalan zêde bikin." 

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di hevdîtina xwe ya 7'ê Tebaxê de ku bi parêzerên xwe re kiribû gotibû: "Ez ji bo çareseriyê amade me." Kurd, ereb, çomak, çerkes, hemşîn, gurcî, elewî û suryaniyan destnîşan kir ku divê her kes xwedî li peyamên Ocalan derkeve. 
 
POMAK: AŞTIYEKE BIRÛMET 
 
Nûnerê Tevgera Pomakan a Demokratîk Şaban Korkmaz, diyar kir ku peyama Ocalan girîng e û got: "Daxwaza sereke û demildest a gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê aştiyeke birûmet e. Eger ev daxwaz pêk bê wê bi xwe re qadeke azad bîne." 
 
ÇERKES: TÊKOŞÎNA ME YE JΠ
 
Endamê Desteya Weşanê ya Rojnameya Jinepsê Yaşar Guven ê çerkez jî got: "Têkoşîneke ji bo qada jiyanê ya laz, boşnak, gurcî, hemşînî, suryanî, tirk, zaza, ermen, rûm, çerkes, elewî, kurd û ereban çi dibe bila bibe têkoşîna me ye jî." 
 
HEMŞÎNÎ: PEYDAKIRINA QADÊ YA JI BO GELAN 
 
Nivîskarê Kovara Gorê Mahîr Ozkan ê hemşînî jî got: "Gotina Ocalan ku dibêje 'ji bo kurdan qadekê vedikim', divê wekî 'ji bo gelan qadekê vedikim' bê fêmkirin. Divê ziman, çand, dîrok û pêşeroja gelên li Tirkiyeyê bi qanûnê bên parastin. Asîmlasiyon hatiye asteke wisa ku ewlehiya qanûniyî jî nikare bi paş ve bîne. Di vî warî de hemşînî li gor laz, kurd û gurciyan di rewşeke hîn xirabtir de ne. Yanî ligel kurdan, pêdiviya gelên din jî bi qadekê heye." 
 
Hîkmet Akçîçek ku bi salan e der barê çanda hemşîniyan de dixebite û lêkolîna dike jî got: "Ocalan, di çareseriyê de israr dike û daxuyaniya wî ya dawî jî îfadeya çareserkirinek demokratîk û aştiyane ye. Heta kurd rûken nebin ne tirk ne jî gelên Rojhilata Navîn wê rûken nebin. Eger pirsgirêka kurd li ser asasê hemwelatiyeke wekhev bê çareserkirin wê ev yek bibe sedema demokratîkbûyîna Tirkiye û rojhilata Navîn û wê ev bi kêrî hemû gelan jî bê." 
 
EREB: DIVÊ HER KES DENGÊ XWE LI DENGÊ OCALAN ZÊDE BIKE 
 
Helbestvan Meryem Fehîme Orûç a ereb jî got: "Birêz Abdullah Ocalan dibêje 'ez dikarim di nav hefteyekê de çekan bêdeng bikim.' Nexwe divê her kes vî dengî bibihîse. Em gelên Tirkiyeyê êdî aramiyê dixwazin. Wê bi diyalogan bi Birêz Abdullah Ocalan re di nav hefteyekê de çek rawestin û aştî çêbibe. Êdî em di TV'yan de mirina kesî nebihîsin. Em ê ji çekên çav berdane nanê me û baca me xelas bibin. Li vî welatî têra her kesî nan, av, kar û her tişt heye. Tenê em hefteyekê em dengê aştiyê yê li nêzî me bibihîsin. Kesên ehlê jiyanê, ehlê mirovahiyê, ehlê xwezayê divê hemû dengê xwe li dengê Abdullah Ocalan zêde bikin." 
 
Serokê Navenda Zimanê Gurcî ya Stenbolê Eşref Yilmaz jî got: "Divê gel vê bangawaziya Ocalan tim têxin rojevê û ji bo dewlet gavina bavêje hewl bide. Divê dewlet û gel jî bi feraseteke çareserkirinê nêzî vê peyama Ocalan bibin." 
 
KURD: DIVÊ HER KES LI DOR ÇARESERIYÊ BIBE XELEK 
 
Serokê Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûrê Rojhilat Abdulhakîm Daş ê kurd jî got: "Divê li Tirkiyeyê ji bo rêxistinbûyîna yekîtiyê saziyên sivîl ên çêkrin. Divê partiyên kurdan bi saziyên din re rûnên û li dor çareseriyeke hevpar bibin xelek. Eger ev pêk bên wê çareserî jî pêk bê."
 
Sekreterê Çapemeniyê yê Giştî yê Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk Bulent Felekoglû jî destnîşan kir ku bangawaziya Ocalan a ji bo aştiyê pir girîng e û got: "Piştî hevdîtin bi Ocalan re çêdibin her kes rihet dibe. Kesên cuda difikirin jî rihet dibin. Piştî her hevdîtin hîseke ku wê rê li ber qenalên dîplomatîk vebin peyda dibe û dibe cihê hêviyê. Beriya her tiştî pêdiviya gelan bi nêzîkatiyên cihêkariyê nake heye. Hevdîtinên bi Ocalan re derî li vê yekê vedikin." 
 
SURYANÎ: ÇARESERIYEKE BÊYÎ OCALAN NE PÊKAN E 
 
Serokê Komeleyên Suryaniyan (SUDEF) Evgîl Turker jî destnîşan kir ku bangawaziya Ocalan bangawaziyeke dîrokî ue û got: "A rast firsendek e jî. Çi li Tirkiyeyê çi li Sûriyeyê û çi jî li devereke din, aştî ancax bi van bagwaziyan pêkan be. Ji bo me Ocalan muxatabê sereke yê çareserkirinê ye. Çareseriyeke bêyî Ocalan ne pêkan e. Me berê jî ev yek dît. Di dema pêvajoya çareseriyê de tiştên girîng çêbûn. Ji bo gelên suryanî jî tiştên baş pêk hatin, lê di van 4 salên dawî de me careke din jî dît ku bi şer, bi rûxandin û pevçûnan pirsgirêk çareser nabin. Di vê pêvajoyê de eger bêhna aştiyê hebe ew jî bi saya daxuyaniyên Ocalan e. Em bi vê abwer dikin; tenê muxatabeke çareseriyê heye, ew jî Ocalan e. Bêyî Ocalan pirsgirêk çareser nabe. Daxwaza me jî ew e ku dewlet rojek berî rojekê bi Birêz Ocalan re rûnê û li ser pirsgirêkên Sûriye û Tirkiyeyê hûr bibe û çareserî pêk bê." 
 
MA / Sadiye Eser - Mehmet Halit Çetinbaş

Sernavên din

21/08/2019
17:03 Bi hezaran mamosteyên Kobanê û Hesekê gefên Tirkiyê red kirin
16:13 Muxtar: Li Taxê şerê çekdarî heye
Qereqol: Ji ber ewlehiyê em nikarin bên
16:10 Li Licê şerekî dijwar derket
15:42 Temellî: Ev wêneyê darbeyê ye
15:18 Li Rihayê 14 kes hatin girtin
14:30 Wezareta Karên Hundir qeyûm bi kurdî jî aşkera kir
14:21 Li Amedê polisan êrîşî meşê kir
14:09 Ji Leyla Guven banga yekitiyê: Her roj çalakî her roj berxwedan
13:13 Derbarê hunermend Tûnç de biryara girtinê hat derxistin
13:04 'Bila rojnameger bên berdan'
12:44 Qeyûm tayînî şûna endamê meclisa şaredariyê jî kirin
12:24 Koordînasyona TMMOB'ê: Qeyûm darbeya li dijî demokratikbûnê ye
12:11 Qeyûm meclîsa şaredariya Wanê fesih kir
12:00 Li Amedê li dijî dorpêçê çalakiya rûniştinê
11:42 Meclîsa leşkerî ya Girê Spî ji bo ‘Herêma Ewle' amade ye
11:04 Endamên Dadgeha Bilind jî dê tevlî merasîmê nebin
10:49 'Gel wê bersîva pêwist bide'
09:58 Wezîrê Dadê yê Berê Turk: Îktîdarê di Rewşa Asayî de zagonên OHAL'ê bikar anî
09:37 Kiliçdaroglû: Qeyûm bêhurmetiya li vîna gel e
09:14 Li Farqînê cerdevanan bi ser gund de girt: 6 kes kuştin
09:10 ‘Ev çi hale, Kurdno rabin ser piyan'
09:10 ‘Ji ber qeyûman ên zêde zirar digihê wan kedkar in'
09:09 Kurd, ereb, pomak, çerkes, gurcî, hemşînî, suryanî: Guh bidin Ocalan
09:08 Keskîn: Divê dewlet bangawaziya Ocalan esas bigire
09:07 'Turk-Îş'ê xiyanet li karkeran kir'
09:07 Girtiyên nexweş sewqî nexweşxaneyê nakin
09:00 ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2019'AN
20/08/2019
22:34 Rojnamevanên di binçavan de: Ji bo nûçeyên şermezarkirina qeyûman negihên raya giştî em hatine binçavkirin
17:29 Bi sedan kes li dijî qeyuman meşiyan
Rêxistinên civakî bertek nîşanî qeyûman dan
17:14 Çalakiyan li Wanê bê navber berdewam kir
16:33 Ji rêxistinên civakî yên li Stenbolê banga 'berxwedana demokratîk'
16:05 Polisan mudaxaleyî parêzer û parlamenteran kirin
15:31 Polîsan wekîl birîndar kirin: Wekîl bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê
15:21 Rojnamegerên ku protestoyên li dijî qeyûman dişopandin hatin binçavkirin
15:03 Buldan bang li Kiliçdaroglu kir: Bêdeng nemînin
15:02 Ji Konseya Ewropaye berteka li dijî qeyûm
14:27 Li Wanê jî polisan mudaxaleyî şermezarkirina qeyûm kir
14:25 Li Amedê gel kuçeyan terk nake
13:27 Polîsan li Mêrdîn mudaxaleyî girsê kir: HDP’iyan rê li trafîkê girt
13:10 Rêxistinên Civakî û partiyên siyasî: Divê gelên Tirkiyeyê bertek nîşan bidin
12:51 Polîsan hemû rêyên tên Şaredariya Amedê girtin
12:43 Temellî bang kir: Li her derê deng bilind bikin Jiyanê rawestînin
11:53 Polîsan mudaxaleyî HDP’iyan kir
11:53 Parêzerên Ocalan ji bo ku biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:31 Ji Soylû daxuyaniya qeyûm
11:28 Hevşaredarên Navçeyên Wanê: Em ê li dijî Qeyûman rawestin
11:13 DÎK: Qeyûm darbeya li dijî nirxên hevpar ên mirovahiyê ye
11:12 Polîsan bi ser mala Hevşaredara Qersê Alaca de girtin
10:58 Qada navneteweyî bertek nîşanî binçavkirina Edîtora me Karahan da
10:32 Ji vê cîhanê ‘Goreke ku qurnefîl dînin ser' xwestin û çûn
10:04 Li ser rêya Amed û Farqînê rêza kontrolê
09:46 Di çapemeniya cîhanê de qeyûm: Erdogan beriya hilbijartinê gotibû
09:02 Gelê Amedê bertek nîşanî qeyûm da
09:02 'Qeyûmê Çerezvan' di nava gel de bi deyn, nelirêtî, dizî, ruşwet û tacîzê hat naskirin
09:01 Bedelê canê zarokê 15 salî 128 tl dan malbatê
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2019'AN
08:51 Li Sêrtê êrîşa çekdarî: Kesek mir û kesek jî birîndar bû
19/08/2019
21:51 Dayika Şemiye Elmas Eren wê sibê defin bikin
20:44 Xebatên rojnamegeriyê yên Rojnameger Ergin Çaglar sûc dîtin
20:23 Li Nevşehîrê karkerên çandiniyê qeza kirin
7 karker mirin û 11 kes birîndar bûn
19:51 Waliyê Mêrdînê meheke çalakî qedexe kirin
18:52 Elmas Eren a 39 salan li Kurê xwe Hayrettîn Eren geriya jiyana xwe ji dest da
17:24 HDP dê sibê li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyanî bide
16:46 28 baroyan bertek nîşanî qeyûm da: Dev ji pêkanîna nehiqûqî berdin
16:43 Li dijî tayinkirina qeyûm daketin kolanan
16:13 Li Amedê protesto didomin
15:16 Gul û Davûtoglû jî bertek nîşanî qeyûman dan
14:55 Temellî: Yên winda kirin wê dîsa winda bikin em bi ser ketin emê dîsa bi ser bikein
14:50 Katî Pîrî: Di dorê de Enqere û Stenbol hene?
14:42 Edîtora Ajansa Mezopotamyayê Karahan binçav kirin
14:40 Li Amed û Dersimê herî kêm 82 kes hatin binçavkirin
13:35 Polîsan li pêş şaredariyê mudaxaleyî gel kir
12:50 Bahçelî ji ber tayînkirna qeyûman Soylû pîroz kir
12:37 HDP'î dimeşin Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
12:17 CHP'iyan bertek nîşanî qeyûman da: Darbeya li vîna gel nayê qebûlkirin
11:30 Malpera înternetê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat birîn
11:19 Qeyûmê Wanê bi 'Erdogan' hat
10:55 Piştî tayînkirina qeyûm Merdînê dorpêç kirin
10:48 MYK'a HDP'ê awarte civiyan: Ev darbeya siyasi ya nû ye
10:31 Lêgerîna polisan a li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi dawî bû
10:28 Ahmet Turk: Vîna gel nas nakin û ji vêre dibêjin ‘demokrasi’
09:11 Qala ziyareta li Îmraliyê kir
09:10 Di ser Komkujiya Beybahçeyê re 3 sal derbas bûn: Kiryarên sereke nehatin aşkerekirin!
09:09 Şertên wê zor in, zerarên wê pir in
09:09 Can: Ocalan hewl dide Tirkiye ji nava çirava şer rizgar bike
09:08 Xizmên windayan: Ger dewlet gav bavêje, wê Ocalan çareseriyê pêk bîne
09:00 ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2019'AN
08:51 Piştî qeyûm tayînî şaredariyan kirin gelek HDP’î binçav kirin
08:26 Helîkopter li ser Amedê difirin
08:19 Polîsan bi ser avahiyên Şaredariyan de girtin: Polîsan derî şikandin û barîyer danîn
07:30 Wezîrê Karên Hundir Hevşaredarên Mêrdîn Amed û Wanê ji peywirê girtin
18/08/2019
21:47 Çalakiyên Parka Koşûyolûyê didomin
16:26 2 dayikên xwestin zarokên xwe rizgar bikin fetisîn
15:34 Li Patnosê 300 girtî rastî lêpirsîna '15'ê Tebaxê' hatin
15:24 Li Amedê, wê 1’emîn Roja Govendê bê lidarxistin
14:43 Dikandarên Emînonu yên lehî li wan rabû: Ev ne cara yekemîne, bi salane em dibêjin
14:01 Li Mêrdîn û Şirnexê operasyon didomin: Polîsan 29 kes binçav kirin
13:19 Traktora karkerên findiqan qulipî: Karerek mir
13:15 Nûçegihanê me Ergîn Çaglar: Ez nizanim bi çi hincetê hatime binçavkirin
12:50 Ewil meş dûre konser: Fazil Say bi sirûda Çiyayên Kazê dest pê kir