* Endamên DAIŞ'ê di 20'ê Tebaxa 2016'an de li Dilokê di nava govenda dawetê de bombe bi xwe de teqandibû û 40 jê zarok 56 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Dadgehê ji bo malbata ku kurê xwe yê 15 salî Orhan Yavuz winda kirind biryar da ku mehê 128 tl meaş bê dayîn.
* Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman ku dîsa dubare wekî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat kirin, di nava 2.5 salên qeyûm de her dem navê wî bi “nelirêtî, dizî, ruşwet, tacîz û fesadiya îhaleyan hat zanîn. Yaman ji ber pereyê li çerezan xerç kir navê wî wekî “Qeyûmê cerezvan" li nava gel belav bû.
* Welatiyên Amedê bertek nîşanî tayînkirina qeyûman ên şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê dan. Welatiya 65 salî Raziye Işiktaş, bal kişand ser peyama Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan a "Ez ji çareseriyê re amade me" û got: "Serokê me çiqas dibêje aşitî ew zêdetir zilmê dikin."
* Rêxistina HDP'ê ya Dîlokê wê li taxa Beybahçe ya Dîlokê kesên di dawletê de rastî êrîşa DAIŞ'ê hatin û jiyana xwe ji dest dan li cihê bûyerê bibîr bînin. (12.00)
* Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, têkildarî tayînkirina qeyûm a Amed, Wan û Mêrdînê li avahiya HDP'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)
* Aktîvîstê parazvanên mafên mirovan Alper Yalçin wê li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê reda wîcdanî aşkere bike. (12.00)
* Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Edeneyê wê têkildarî tayînkirina qeyûm a Amed, Wan û Mêrdînê li Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.30)
* Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî û hemû Hevşaredarên HDP'ê û parlamenterên HDP'ê wê li pêş Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê civîna çapemeniyê li dar bixin û tayînkirina Qeyûm a Amed, Wan û Mêrdînê şermezar bikin. (11.00)
* Baroya Wanê û Nûnerên Rêxistinên Demokratîk a Wanê wê têkildarî qeyûmên hatin tayinkirin wê li Avahiya Navendî ya Baroyê civîna çapemeniyê li dar bixin. (11.00)
* Rêxistinên HDP'ê yên herêma Serhedê, hevşaredar û parlamenterên HDP'ê yên herêma Serhedê wê têkildarî tayînkirina qeyûman li Parka Feqîyê Teyran daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)