AMED – Girseya ku li kolana Xarpêtê kom bûn, tayînkirina qeyûm a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê şermezar kir. Polîsên avahiya DBB'ê dorpêç kiribûn, mudaxaleyî girseya gel kir. Girse piştî mudaxaleya polîsan ber bi avahiya şaredariyê ve meşiyan mudaxaleya polîsan şermezar kir. Girseya li pêş avahiya HDP'ê kom û meşiyan Parka Koşuyolu jî rastî astengiya polisan hatin.
Wezareta Karên Hundir, Hevşaredarê Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk û Hevşaredara Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan ji peywirê girt. Wezaretê bi vê yekê re Waliyê Amedê Hasan Basrî Guzeloglû tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Waliyê Mêrdînê Mûstafa Yaman tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdîn û Waliyê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez jî tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kir. Li Amedê piştî qeyûm tayînî şûna Hevşaredar Selçuk Mızrakli kirin, girse li ser kolana Xarpêtê kom bûn û xwestin bimeşin şaredariya Bajarê Mezin a Amedê. Polîsên li ber Şaredariyê kom bûn mudaxaleyî girseyê kirin. Girse piştî mudaxaleyê meşiyan avahiya Şaredariyê. Polîsan vê carê bi TOMA û ava şid mudaxaleyî girseyê kirin. Di mudaxaleya polîsan a hişk de hin welatî birîndar bûn.
Di mudaxaleya polisan de di navbera Serokê Baroya Amedê yê berê Ahmet Ozmen û polîsan de niqaş derket. Piştî mudaxaleya polîsan rageşiya di navbera girsê û polîsan de didome. Girse li nava kolanan kom bi kom radiwestin.
MEŞA HDP'Ê ASTEN KIRIN
Girseyaı ku li pêş avahiya HDP'ê ya Amedê kom bûn û xwestin bimeşin Şaredariya DBB'ê, rastî astengiya polîsan hatin. Girseya ku di navde parlamenterên HDP’ê, endam û rêveberên HDP'ê hevşarer jî hebûn, li Parka Kouyolu rastî astengiya polîsan hatin. Dema parlamenter û rêveberên HDP'ê meşiyan girsê jî bi çepik û dirûşmeyan piştgirî da meşê. Polisan li Parka Koşuyolu girseya gel û HDP’ê asteng kir û girse dorpêç kir. Polîsan sedema astengkirinê biryara Waliyê Amedê ku wekî qeyûm tayînî Şaredariya DBB’ê kir Hasan Basrî Guzeloglu wekî sedem nîşan da û destûr neda girse bimeşe.
Sekna girsê ya li Parka Koşuyolu didome.