AMED - Piştî ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin, malpera wê ya înternetê jî hat birîn.
Piştî ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin û lêgerîna polisan a piştî biryara tayînkirina qeyûn bi dawî bû, malpera wê ya înternetê jî hat birîn. Li ser malpera şaredariyê ev daxuyanî hat dayîn: "Dê malpera me di demeke herî kurt de dest bi weşanê bike."