AMED - Lêgerîna polisan a li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi dawî bû û Waliyê Amedê Hasan Basrî Guzeloglû ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve tayînî şûna Hevşaredarê Amedê Adnan Selçûk Mzirakli hat kirin, hat bînaya şaredariyê.
Wezareta Karên Hundir, Hevşaredarê Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk û Hevşaredara Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan ji peywirê girt. Wezaretê bi vê yekê re Waliyê Amedê Hasan Basrî Guzeloglû tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Waliyê Mêrdînê Mûstafa Yaman tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdîn û Waliyê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez jî tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kir.
BERIYA HATINA QEYÛM LÊGERÎN KIRIN
Piştî agahdarkirina Hevşaredarê Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, Waliyê Amedê Guzeloglû, di bin ewlehiya bilind de bi wesayîta xwe ya meqam hat bînaya şaredariyê. Beriya hatina Guzeloglû polisan bi kuçikan li bînaya şaredariyê lêgerîn pêk anîn.
Piştî ku Guzeloglû derbasî bînaya şaredariyê bû, Midurê Çapemeniya Walîtiya Amedê bi rojnamegeran re hevdîtin pêk anîn. Midurê çapemeniyê destûr neda rojnamegerên ku akredîtasyona wan tuneye wÎ guhdar bikin.
XEBATKARÊN ŞAREDARIYÊ DI LÊGERÎNÊ RE DERBAS KIRIN
Lêgerîna polisan a li şaredariyê bi dawî bû û xebatkarên şaredariyê yên ku beriya hatina qeyûm Guzeloglû hatin şaredariyê, piştî ku ser wan, nasname û qertên wan ên xebatê ji aliyê polisan ve hatin kontrolkirin, ketin hundir. Endamên meclisê û xebatkarên ku qertê wan ê xebatê tunebûn, ngirtin hundir.