AMED – Piştî Wezîrê Karên Hundir Hevşaredarên Amed, Wan û Mêrdînê ji peywirê dûr xist, polîsan bi ser Şaredariyên Bajarê Mezin ên Amed, Wan û Mêrdinê de girtin. Li aliyeki lêgerîn didome, li aliyê din helîkopter bê navber li ser bajar difirin.
Wezîrê Karên Hundir Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ji peywirgê girtin. Piştre polîsan serê sibê avahiyên şaredariyan dorpêç kirin. Deriyên Şaredariyan şikandin. Polîsan bi maşineyên zirxî û gelek maşineyên polîsan bi ser avahiya şaredariyan de girtine û avahî xistine dorpêçê. Polîsan dîsa bariyer danîn dora şaredariyan. Li ser bajarê Amedê jî bê navber helîkopter difire. Dorpêç û lêgerîn didome. Firîna helîkopteran a li ser Amedê jî didome.