Dayikên Şemiyê: Em dest ji lêgerîna Mehmet Ertak bernadin

  • rojane
  • 15:35 17 Tebax 2019
  • |
img

STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 751'emîn de di bin baranê de çalakiya xwe berdewam kirin û eqûbeta Mehmet Ertak ê li Şirnexê di bin çavan de hat windakirin pirsîn. Dayikan xestin li Qada Galatasarayê daxuyanî bidin lê dîsa rastî astengiya polîsan hatin. Dayik piştî derbasî pêş ÎHD'ê bûn daxuyanî dan û gotin: "Em dest ji têkoşîna ji bo lêgerîna Mehmet Ertak bernadin." 

 
Dayikên Şemiyê, bi boneya aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin, di hefteya 751’emîn de dîsa xwestin li Qada Galatasarayê kom bibin û çalakiya xwe ya şemiyê berdewam bikin. Lê carek din polîsan dayik asteng kirin û destûr nedan ku dayik li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin. Li ser astengiya polîsan Dayikan li kolana pêş Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyanî dan çapemeniyê. Li kolana ku polîsan dorpêç kir Dayikên Şemiyê, tîşortên ku wêneyên windayan li ser bûn li xwe kirin û bi qurnefîlên di destê xwe de wêneyên windayan hilgirtin. Di çalakiyê de parlamenterên Patiya Demokratîk a Gelan (HDP) Huda Kaya, Musa Farîsoglullarî û parlamenterê CHP'ê Sezaî Tarikuluve jî amade bûn. Dayikan vê hefteyê eqûbeta Mehmet Ertak ê 32 salî bavê 4 zarokan ku di 20'ê Tebaxa 1992'yan de li Şirnexê di binê çavan de hat windakirin pirsîn. 
 
ÊDÎ BES E
 
Beriya daxuyaniyê dayika Murat Yildiz ku di bin çavan de hat windakirin Hanîfe Yildiz, bertek nîşanî polîsên ku kolan dorpêç kirin dan û got: "Êdî bes e. Wê em kirin vê kolana teng û li vir jî heta ji destê we tê hûn cihê me teng dikin. Biçin paş." Dayikan vê hefteyê di bin barana zêde de daxuyanî dan. Endama Komîsyona li Dijî Windahiyên di Binê Çavn de ya ÎHD'a Stenbolê Sebra Arcan daxuyanî xwend. 
 
MEHMET ERTAK LI KU YE? 
 
Sebra diyar kir ku Mehmet Ertak ê 32 salî û bavê 4 zarokan li gundê Rezuk ê Şirnexê dijiya û wiha got: "Mehmet li herêmê di kaneke madenê de dixebitî. Berê jî 2 caran hatibû binçavkirin û piştî îşkenceya giran hatibû berdan. Di 20 Tebaxa 1992'yan de, bi 3 xizmên xwe yên ku li heman kargehê dixebitîn re ji bo biçe malê derket rê. Wesayita ku siwarê wê bûn ji aliyê polîsên fermî ve hat rawestandin. Piştî kontrola nasnameyê Mehmet Ertak gitin bin çavan û birin Mudriyeta Emniyetê ya Şirnexê."
 
ŞAHID HENE 
 
Sebra diyar kir ku Mehmet bi 3 xizmên xwe re hat binçavkirin, 6 kesî jî diyar kir ku bûne şahidê îşkencekirina Mehemet û ev tişt got: "Bav Îsmaîl Ertak serî li dozgeriyê da. ŞAhidan tiştê dîtin ji dozgeriyê re vegotin. Bûyer bi pêşnûmepirsê birin meclisê. Lê hemû serlêdanên malbatê bê encam man û binçavkirina Mehmet Ertak qebûl nekirin. Personelê Jîtemê Murat Îpek ku bi fermana Mudurê Emniyetê wekî personelê lêpirsînê wê demê dixebitî di îtîrafa xwe ya 1997'an de diyar kir ku wan ' Mehmeta Ertak bi fermana Mudurê Emniyetê yê Şirnexê Necatî Altuntaş û Mudrê Şaxa Têkoşîna bi Terorê re Mehmet Kaplan kutine û defin kirine.' Herwiha heman kesî diyar kir ku hemû înfaz bi agahiya Waliyê OHAL'ê Unal Erkan ê wê demê hatine kirin."
 
Sebra di axafitna xwe de diyar kir ku ew careke din dibêjin ji kuştina Mehmeta Ertak Mudurê Emniyetê yê Şirnexê Necatî Atuntaş, Mudurê Têkolîna bi Terorê re Mehmet Kaplan, Fermandarê Tugaya Şirnexê Mete Sayar û waliyê OHAL'ê Unal Erkan berpirsiyar in. 
 
HETA KUJER BÊN DARIZANDIN EMÊ TÊBIKOŞIN
 
Sebra diyar kir ku ew dest ji têkoşîna xwe ya ji bo lêgerîna Mehmet berndin û wiha got: "Çend sal derbas dibin bila derbas bin heta ku kujerên Mehmeta Ertak neyên darizandin em dest ji têkoşîna xwe bernadin."
Piştre parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanri kulu mafê axaftinê girt û ev tişt got: "Parêzerê Mehmet Ertak Tahîr Elçî serî DMME'yê dabû. Dosya ji aliyê DMME'yê ve li Edliyeya Enqereyê li salona daneşînê hatibû vegerandin. Tahîr bi gûmana ku dibe bê binçavkirin belgeya herî girîng a vê dosyayê li binderiyê hesinî yê biroya xwe veşartibû. Lê mînakeke din a vê belgeyê piştre ji dosyaya dozger hatibû derxistin. Lê carekê dema ku Tahîr li vê dosyayê dinêre wê belgeyê dibîne. Mînaka wê digire û vedişêre. Tahîr Elçî ji fermandarê leşkerî yê îmzeya wî li binê belgeyê hebû dipirse dibêje 'ev belge aîdê te ye an na?' Fermandar matmayî dimîne û dibêje 'te ji ku anî? me ev belge derxistibû ji dosyayê'. Wê demê peywirdar derdixin derve. Ji ber wê divê heqîqet neyê veşartin wê rojekê li we vegere."

Sernavên din

18/08/2019
12:35 Li Qamişloyê teqîn rûda
12:15 Di êrîşa li Kabîlê de 63 kes hatin kuştin, 182 birîndar bûn
12:03 Polîsan li Şirnexê 10 kes binçav kirin
11:26 Nobeta Çiyayê Kazê didome: Gelê herêmê çi dixwaze?
10:17 Cîgira Hevserokên ESP’ê Taşkiran: Vîna Ocalan a çareseriyê heye
09:51 Xizmên girtiyan: Kurd bi yekîtiyê dikarin aştiya bi rûmet ava bikin
09:15 Du sal in li cenazeyê kurê xwe digere
09:14 Mizrakli: Îdiayên der barê 'komkujiya heywanan' de ne rast in
09:14 Mişmişvan: Tekane rê kooperatîfbûyîn e
09:13 Girtiyê ji ber îşkenceyê lal bû, serpêhatiyên xwe bi nivîskî gotin
09:12 398 roj in aqûbeta kurê xwe dipirse
09:05 'Guh bidin bangawaziyên Ocalan ên ji bo aştiyê'
09:03 'Dev ji projeya nexweşxaneyên bajêr berdin'
09:01 'Îktîdarê dît nikare enstîtuyê kontrol bike dest bi mudaxaleyê kir'
09:00 ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2019'AN
17/08/2019
21:37 Dengbêjên Ciwan şev geş kirin
16:51 Gelek baroyan dawetiya dadgeha bilind red kirin
16:44 Başak Demîrtaş, Selvî Kiliçdaroglû û Dîlek Îmamoglû hatin gelhev
16:21 Dozger binçavkirina Nûçegîhanê me Ergîn Çaglar 2 rojan dirêj kir
16:10 Di kongreya HDP’ê de banga yekitiya Kurdan hat kirin
15:41 Di nava 2 sal û nîvê de 73 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
15:35 Dayikên Şemiyê: Em dest ji lêgerîna Mehmet Ertak bernadin
15:20 'Rûniştina F' vê carê ji bo Rojnameger Ziya Ataman li dar xistin
15:10 'Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan berdin'
15:04 Guven: Bi polîtîkayên şer pirsgirêk çareser nabin
14:56 Xizmên windayan: Em guh bidin dengê dayikan ên aştiyê
14:48 Li Lîcê qezaya trafîkê : 4 jê zarok 7 kes birîndar bûn
14:41 Şewata li Lîcê rû dabû hat vemirandin
14:27 NY: Nêviyên girtiyên siyasî yên Îranê Kurd in
14:05 Platforma Şaxan a KESK'ê ya Edenê: Emê bi hevre têbikoşin
14:01 Turgut ji ber cezayê wî qediya ye û nayê berdan ketiye rojiya mirinê
13:07 Dadgeha Bilind mafê karkera jina ducanî parast
12:52 Adsiz ê li Girtigeha Xarpêtê di rojiya mirinê de bû dawî li çalakiya xwe anî
12:18 Baroya Enqerê jî wê beşdarî vekirina sala edlî nebe
11:59 Der barê îşkenceya li Girtîgeha Osmaniyê de serlêdana sûc
11:40 Dozger di destûrê de ye cenaze 28 rojin li morgê ye
11:12 Rojnameya Newjîn a jinên ciwan çap dike dibe hêvî
10:49 Aîr Hava ya Kaliforniyayî: Bila talankirina xwezayê bi dawî bibe
10:33 Hinceta qedexeyên walîtiyê : Sersala damezrandina TKEP/L, MLKP û MKP'ê ne
10:18 Polîsan li Rihayê 25 kes binçav kirin
10:15 'Divê ji bo biryarên erênî AYM bê teşwîqkirin’
10:02 1000 rojin Wan di bin pergala OHAL'ê de dijî
09:35 Hunermendên li Çiyayên Kazê: Zimanê hemû berxwedanan hevpare
09:20 Girtiyê nexweş ê 75 salî êdî malbata xwe nas nake
09:19 Akademîsyenên Zanîngeha Artûklûyê: Enstîtu tê tasfiyekirin
09:19 Girtiyên hatin derbkirin: Em ê dest bi rojiya mirinê bikin
09:18 DÎSK û KESK: Turk-Îş îmze danî bin belengaziyê
09:14 Marmara ji bo erdhejê ne amade ye
09:14 'Ocalan, li dijî pergala xirabiyê ya sed salî derdikeve'
09:13 Li Colemêrgê derxistina hingiv dest pê kir
09:12 Dozger derbarê gardiyanên îşkencekar û bijîşkan de lêpirsînê venake!
09:00 ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2019'AN
16/08/2019
21:26 Li Licê agir bi daristanekê ket
18:21 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
16:48 Baroya Amedê: Li Girtîgeha Xarpêtê girtiyên rastî îşkenceyê hatin rastî lêpirsînê hatin
15:37 Girtina Enstîtuya Zimanên Dijîn birin Meclîsê
15:23 Li Navenda Ambulansê xistin: 3 xebatkarên tenduristiyê kuştin
13:42 Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya Ergin Çaglar li Edliyê binçav kirin
12:57 ÎHD: Pêkanînên li dijî mirovahiyê yên li Girtîgeha Osmaniyeyê lêkolîn bikin
12:51 Pêkanînên Girtîgeha Xarpêtê careke din ketin rojeva Meclisê
12:01 Çerxa di pîşesaziyê de giran bûye
10:54 Wezîrê Parastinê Akar çû Rihayê
10:21 Ocalan: Em her dem ji aştiyê re amade ne
09:11 Gumuştaş: Rêya bingehîn ewe ku em rêya Tirkiye û têkoşîna azadiya kurd bikin yek
09:10 'Em li Sûriyeyê ji mirinê û li Tirkiyeyê jî ji dervesînorkirinê direvin'
09:09 Wezareta Karên Hundir ji ber mirina Muslumê 8 salî hat mehkûmkirin
09:09 Gardiyanên ku tê angaştkirin êrîşî girtiyan kirine: Em ê sibê dîsa bên
09:09 Dayikên Aştiyê: Bila hevdîtin dest pê bikin da ku ev şer bi dawî bibe
09:08 Koramaz: 'Aştiya Îmarê' mînaka dersnegirtina ji erdhejê ye
09:07 Gelê Çiyayê Kazê: Em naxwazin jahrînî bibin
09:07 Xwendekarên YTU li dijî 'Baxçeyê Mîllet' in
09:07 Li Girtîgeha Denîzlî axaftina Kurdî qedexe kirin
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2019'AN
15/08/2019
16:51 Rektoriyê derbarê biryara girtina Enstîtuya Zimanên Dijîn de daxuyanî da
15:47 Cenazeyê Mucahit Yilmaz ê nadin malbatê birin rojeva meclîsê
15:24 Ji bo Enstîtuya Zimanên Dijîn biryara girtinê dan
15:14 Li ser rêya Amed-Çewlîg qeza rû da: 3 kes mirin, 9 kes birîndar bûn
14:44 Rewşenbiran li dijî veguhestina GSF'ê îmze kom kirin
13:02 Li Rihayê karkerekê jiyana xwe ji dest da
12:41 Baroya Îzmîrê ji bo Çiyayaên Kaz ji Kanadayê re name şand
12:33 Polîsan li Mêrdîn, Şirnex û Îzmirê 27 HDP’î binçav kirin
12:14 Milyonek betal li betalan zêde bûn
11:29 Li Girtîgeha Xerpetê li dijî îşkenceyê çalakiya rojiya mirinê
09:36 Pentagon: Herêma ewle wê gav bi gav pêk bê
09:09 Bersîva wezaretê ya îstîsmara zayendî: Dibistan ne girêdayî MEB'ê ne
09:08 ‘Nobeta Av û Wîjdan, rexnedayîna li dijî xwezayê ye'
09:07 Pirtûkgehên ku li otogarê hatine danîn dê qet neyên valakirin!
09:07 'Divê ji bo Peymana Stenbolê gav bê avêtin'
09:06 'Li dijî îstismarê divê Pergala Parastina Zarokan bê avakirin'
09:05 68 salî ye 21 roj in li nobetê ye: Werin em li bêhna xwedî derkevin
09:04 Parêzer Epozdemîr: Divê prensîba wekehviyê ya Destûra Bingehîn li ber çav bê girtin
09:00 Wekîlê HDP’ê Çepnî: Mudaxaleya Rojava tê wateya rizgarkirina DAIŞ'ê
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2019'AN
14/08/2019
20:26 Mazlûm Ebdî: Divê 'Herêma Ewle' tevahiya sînor bigire nava xwe
17:41 Nobeta Av û Wîcdan di roja 20'an de ye
Li dijî talankirina şîrketê Alamosê tov reşandin
17:24 Maşîne bi ser karkeran de ket: Karkerek mir
15:02 Her ku Bendava Ilısu avê kom dike talûke mezin dibe
13:39 Îhale ji şaredariyê stend, xizmeta MÎT'ê kir
12:49 Li dijî santrala termikê serî li AYM'ê dan
11:20 Nameyên ji girtîgehan hatin wekî ‘endamtiya rêxistinê' hesibandin