AMED - Li nêzî Taxa Damar a di navbera navçeyên Lîcê û Pasûrê de qezaya trafîkê rû da û 4 jê zarokê 7 kes birîndar bûn.
Li nêzî Taxa Damar a di navbera navçeyên Lîcê û Pasûrê yên Amedê de qezaya trafîkê rû da. Ajokarê qemyoneta plakaye wê 21 GK 076 ê ji Mûşê dihat Amedê û malzemeyên înşaetê barkirî bû, kontrola dîreksiyonê winda kir û li wesayîtekê qelibî.
Di qezaya rû da de, 4 jê zarokê 7 kes birîndar bûn. Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê, birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Lîcê ya Weqfa Halîs Toprak.