AMED - Şewata li çolterên goma Akro û Taxa Karahansan ên Lîcê rû da, ji aliyê ekîbên agirkûj ên şaredariyên Bajarê Mezin a Amedê û navçeyên wê ve hat vemirandin.
Ji ber sedemekê ku nehat zanîn, duh bi şev şewatê li çoterên goma Akro ya girêdayî Taxa Karahasan a navçeya Lîcê ya Amedê rû da. Welatiyên derdorê û ekîbên agirkûj ên şaredariyê yên Bajarê Mezin a Amed û navçeyên wê, piştî hewldana bi saetên dirêj şewat vemirandin. Şewat duh bi şev rû da, 5 hektar erd kir xwelî û sedama şewatê nehat tespîtkirin.