NAVENDA NÛÇEYAN - Li Germiyan rojnameya Newjîn yekane rojnameya taybet a jinan e. Komek jinên ciwan ên rojnameya Newjîn çap dikin, diyar kirin ku astengiyên li pêşiya xwe hişmendiya mêrsalarî dibînin.
Li herêma Germiyan, komek jin, bi armanca pirsgirêkên jinên Germiyan bînin ziman mehane bi sponsoriya Radyoya Deng Rojnameya Newjîn a taybet çap dikin. Rojname ji aliyê 16 jinên ciwan ve tê derxistin. Hejmare yekem di sala 2016'an de hate weşandin û heta niha 32 hejmar hatiye çapkirin. Çapa rojnameyê didome. Nûçegihana Newjîn Ziryan Mihemed têkildarî karê rojnameyê ji Ajansa ROJNEWS'ê re axivî.
Ziryan Mihemed, diyar kir ku di warê mijaran de, girîngiyê didin hemû warên jinan û wiha got: "Ew aliyên ku jin beşdarin, pirsgirêk, êş, hêz û serkeftina jinan û zarokan û mijarên renga reng. Li Germiyan kar û pêngava herî ciwan a ji aliyê jinan ve tê rêvebirin Newjîn e. Ji aliyê 16 jinan ve tê derxistin. Ev hejmar jî nesabîte. Li herêmê karkirina jinan asayî kiriye. Herwiha ji bo di nava civakê de jin derkeve pêş jî kar dikin."
Ziryan Mihemed, da zanîn ku ji bo jinên Germiyan bigihîn xewnên xwe Newjîn deriyeke û wiha axivî: "Di warê sîstema karkirinê de, ji hemû dezgehên din cudatir em nexwedî edîtorek diyar kirîne, em hemû bi hev re plan û bernameya karê xwe didanîn. Her mehekê yek ji me dibe edîtor. Ji bo hîn zêdetir hewl bidin û pêş bikevîn."
Nûçegîhana Newjîn Hewjîn Mehdî jî eşkere kir ku rojnameya Newjîn bêberambereme û belaş parve dikin û wiha got: "Piştî ku rojname tê çapkirin, karmendên rojnameyê bi xwe vê rojnameyê belav dikin. Dibin pirtûkxane, rêveberiyan û cihên giştî û fermî. Bi taybet em dibin cihên xwênerên jin lê zêde ne. Xwendekar pêşwaziyek zêde û baş li rojnameyê dikin. Dema ku em didin kesekê daxwaza hejmara bê jî ji me dikin."
Xebatkara Rojnameya Newjînê Xoşbîn Celal jî bal kişand li ser astengiyên li pêşiya rojnameyê û got; "Di dema karkirinê de piraniya ew mijarên ku li ser pirsgirêkên jinan, dema ku li ser daxwazê ji jinan dikin ku li ser biaxivin neamadene baxivin yan jî naxwazin navê wan bidin. Hinek caran jî aliyên fermî bi cidî û germ ji bo dayîna daxuyaniyan pêşwaziyê li me nakin. Ji ber hişmendiya mêrsalarî ku hinek kes bi çavên şaş temaşe dikin. Hinek caran jî li ser torên civakî bi xirabkar û teşfîk kirina jinan a li dijî mêran me bi nav dikin. Di rastiyê de tiştek wiha nîne. Karê me ji bo rakirina astengî, nakokî û cudahiya zayendî ye."