COLEMÊRG - Walîtiya Colemêrgê mehek din çalakî û şahiyên li bajêr qedexe kirin. Walîtiyê, sersala damezrandina TKEP/L, MLKP û MKP'ê weke hincet nîşan da.
Walîtiya Colemêrgê, di demên derbas bûyî de bi hincetên cur be cur li bajêr çalakî û şahî qedexe kirin. Walîtiyê vê carê bi hincetek balkêş çalakî û şahiyên li bajer bên lidarxistin heya mehekê qedexe kirin. Walîtiyê di daxuyaniya nivîskî ya da de wiha got: “Di sala 2016’an de PKK, TKEP/L, MLKP û hin rêxistinên terorê dibin banê Tevera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) kom bûn. Li gorî vê rêxistina terorê TKEP/L di 1’ê Îlonê de, rêxistina terorê MLKP di 10’ê Îlonê de û rêxistina MKP’ê di 15’ê Îlonê de hatine damezrandin. Ji ber sedama salvegera damezrandina van rêxistinan, dibe ku di girseyên bên komkirin de rageşî û bûyerên civakê rû bidin. Ji ber vê heya 30 rojan çalakî û şahî hatin qedexekirin. Qedexe wê jî 17/08/2019’ân dest pê bike û heya 15/09/2019’an dewam bike.”