RIHA - Polîsan li Rihayê bi ser gelek malan de girt û 25 kes binçav kirin.
Polisan li Rihayê bi ser gelek malan de gir tû lêgerîn kirin. Polîsan di serdegirtina malan û lêgerînê de 25 kes binçav kirin. Polîsên ku li malan lêgerîn kirin gelek alav û amûrên malan desteser kirin û alavên malan li nava hev xistin. Der barê binçavkirinê de tu daxuyanî nehat dayîn. 25 kesên ku sedema binçavkirina wan nehat zanîn birin Midûriyeta Polîsan a Rihayê. Di nava 25 kesên hatin binçavkirin de Endamên HDP'ê Mahmut Yaşar, Arif Kaplan û Îbrahim Şimşek jî hene.