AMED - Li Girtîgeha Jimare 2 ya Tîpa T a Osmaniyeyê, yek ji girtiyên gardiyanan ew derb kir Suleyman Saçal, bilêv kir ku eger îşkence bidome ew ê dest bi rojiya mirinê bikin.
Li Girtîgeha Jimare 2 ya Tîpa T a Osmaniyeyê, di 9'ê Tebaxê de ji ber redkirina jimariya li ser piyan 57 girtî hatibûn derbkirin. Yek ji van girtiyan jî Suleyman Saçal e. Bavê wî Niyazî Saçal di 15'ê Tebaxê de çû cem kurê xwe. Bav Saçal, bilêv kir ku kurê wî û girtiyên din hatine derbkirin û ji ber vê xweşikî nikarin bi rê ve biçin.
Bav Saçal, destnîşan kir ku pêkanînên di dema darbeya 12'ê Îlonê yên li Girtîgeha Amedê dîsa ketine dewrê û xwest raya giştî li dijî van pêkanînan tev bigere.
‘TIŞTÊN ESAT OKTAY NEKIRIN...'
Bav Saçal, bilêv kir ku kurê wî di sala 2015'an de hatiye girtin û ji roja hatiye girtin heta niha bi pêkanînên bi vî rengî re rû bi rû dimîne û got: "Her ku li herêmê polîtîkayên şerî zêde dibin şideta li ser girtiyan jî zêde dibe. Tiştên li girtiyan tên kirin, wê çaxê Esat Oktay jî nekiriye. Girtiyan ji raya giştî xwest li dijî van pêkanînan dengê xwe bilind bikin."
JIMARIYA LI SER PIYAN
Saçal, bilêv kir ku jimariya li ser piyan li girtiyan tê ferzkirin û got: "Li ber çavê rêveberiya girtîgehê û kamereyan êrîş dikin. Girtî bi îşkence û pêkanînên li tu deverê cîhanê tune ne rû bi rû dimînin."
Saçal, anî ziman ku li stû û milê rastê yê kurê wî şûna derban hebûn û got: "Wexta min jê pirsî, got ji ber alerjiyê ye. Nedixwest bêje. Tenê êrîşên li girtiyan hatine kirin digot."
‘EM Ê DEST BI ROJIYA MIRINÊ BIKIN'
Bav Saçal, destnîşan kir ku wexta girtî birine nexweşxaneyê jî hatine îşkencekirin û got: "Kurê min 88 rojan di greva birçîbûnê de ma. Piştî grev bi dawî bû xweşik xwarin jî nedane girtiyan. Xwarinên dane jî gotine xwazî bixwin xwazî nexwin. Girtî û malbatên wan dixwazin ji bo ev pêkanînên wekî yên 12'ê Îlonê pêk neyên hin mudaxile çêbibin. Girtiyan, got ger wisa dewam bike ew ê dest bi rojiya mirinê bikin."
Bav Saçal, bang li ÎHD û partiyên siyasî kirin ku li dijî van pêkanînan tev bigerin.
GIRTÎGEH: JIMARIYA LI SER PIYAN HEYE
Têkildarî van îdiayan em li girtîgehê geriyanç Rayedarekî girtîgehê parast ku jimariya li ser piyan li tevahiay girtîgehên Tirkiyeyê heye û ev tiştekî normal e. Rayedar, got jimariya li ser piyan li qawîşan li ber kamerayan tê kirin û got: "Wekî hemû girtîgehan jimariya li ser piyan li vê girtîgehê jî heye. Pîvanek e. Eger binpêkirineke mafan hebe û gilî bê kirin, dîmen ji deverên eleqedar re tên şandin."