'Ocalan, li dijî pergala xirabiyê ya sed salî derdikeve'

  • rojane
  • 09:14 17 Tebax 2019
  • |
img

STENBOL - Hevserokê HDP'a Stenbolê Cengîz Çîçek, bal kişand ser gotinên Ocalan ên der barê têkiliya di navbera kurd-tirkan de û destnîşan kir ku Ocalan, li dijî pergala xirabiyê ya sed salî derdikeve. 

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di hevdîtina 7'ê Tebaxê ya bi parêzerên xwe re kiribû de têkilya di navbera kurd-tirkan de nirxandibû. Hevserokê HDP'a Stenbolê Cengîz Çîçek anî ziman ku Ocalan bibilêvkirina Xelat û Milazgirê bal nakişîne ser şên û coşiyeke dîrokî, Ocalan li dijî pergala xirabiyê ya sed salî derdikeve. 
 
Çîçek, destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê, bi armanca şerekî polîtîk û bîrdoziyî esas tê girtin û got: "Her çend li gor serdemê sedemên wê yî rjane biguherin jî, armanca sereke ya polîtîkayên tecrîda li Îmraliyê li dijî helwesta polîtîk û mudaxilbûyîna Birêz Ocalan in. Ji ber vê ye ku em tim bi operasyoneke dewletê re rû bi rû dimînin." 
 
Çîçek, diyar kir ku hevdîtinên di demên dawî de tên kirin jî li gorî vê helwesta polîtîk tên diyarkirin.
 
HELWETA SIYASETA DEMOKRATÎK 
 
Çîçek, destnîşan kir ku divê li dijî tecrîda ku derî hqûqê hatiye hiştin siyaseta demokratîk helwesta xwe nîşan bide û got: "Polîtîkayên tecrîda li Îmraliyê çi qasî li gor ehlaq û hiqûqê ne? Tiştên dewlet dibêje çi qasî ji bo gelên Tirkiyeyê ne? Tiştên Birêz Ocalan dibêje çi qasî ji bo gelên Tirkiyeyê ne? Kîjan feraseta siyasî di warê aborî, civakî, siyasî û çandî de civakê ber bi hêla demokratîk ve dibe? Îjar dema mijar Îmralî be, tişta divê hêzên demokrasiyê divê li gor tiştên dibihîsin û dibînin helwesta xwe diyar bikin, şîroveyan bikin. An jê wê tiştên din tenê xizmeta polîtîkayên tecrîdê bikin û em ê nikaribin ji çerxa vê pergala her tiştî berovajî dike xelas bibin." 
 
‘OCALAN LI SER ÇARESERIYÊ HÛR DIBE' 
 
Çîçek bal kişand ser gotinên Ocalan ên bi rêya parêzerên xwe re bi raya giştî parve kirin û gotibû "Ez ji bo kurdan cih vedikim. Werin em pirsgirêka kurd hel bikin. Werin em di nav hefteyekê de vê rewşa şerî û pevçûnî ji holê rabikin" û diyar kir ku, Ocalan li dijî polîtîkayên şerî yên wekî çarenûsekê li gelan hatine ferzkirin polîtîkaya aştiyê pêk tîne. Çîçek, got: "Ocalan baş dibîne ku şer û mirina mirovan hesta jiyana bi hev re qels dike û îhtimala çareserkirina demokratîk lawaz dike. Em dikarin bêjin ku israra Ocalan a ji bo aştiyê ew e ku dixwaze pirsgirêka kurd û Kurdistanê ku sed sala berê hêzên dagirker afirandin ji tekela kapîtalîzmê derxîne. Yanî Ocalan, li gor tespîta têkiliya di navbera kurd-tirkan a dildariyî ku bi vê têkiliyî çawa bi ser ketine tev digere û di vê çarçoveyê de li ser pirsgirêkê hûr dibe." 
 
‘PIRSGIRÊKA KURD HER DErÎ DORPÊÇ DIKE' 
 
Çîçek, bilêv kir ku Ocalan ne berjewendiyên îktîdaran, berjewendiyê gelan esas digire û helw die zmîne çareserkirinê xurt bike. Her wiha Çîçek bi bîr xist ku ji ber neçareserkirina pirsgirêka kurd, Tirkiye di warê aborî û siyasî de bûye pêgitiyê kapîtalîzma kûreyî. Çîçek, destnîşan kir ku ji ber neçareserkirina pirsgirêka kurd, li hundur netewperestî bûye wek olekê û veguheriye amûra hilberînê ya îktîdarên netew-dewletî. Çîçek, got: "Liv û tevgera van îktîdaran, dibe sedema xesandina nirxên civakiyî. Ev pergala derî ehlaqê, ji bo îktîdarê her tiştî serobino dike. Tenê li dijî xwezaya civakiyî şer nake. Li Çiyayê Kazê li dijî xwezayê, li Heskîfê li dijî dîrokê, di şexsê Akademîsyenên Aştiyê de li dijî fikr û ramanê, di şexsê KHK'iyan de li dijî kedê...Yanî neçareserkirina pirsgirêka kurd her derî dorpêç dike, teslîm digire û tecrîd dike." 
 
'WÊ AŞTÎ PIRSGIRÊKÊN DIN JÎ ÇARESER BIKE' 
 
Çîçek, destnîşan kir ku bi awayekî demokratîk çareserkirina pirsgirêka kurd, wê bi xwe re têkiliyên di navbera kurd-tirkan de jî veguherîne têkiliyên demokratîk û wê bi vê re di qadên din de jî pêvajoya demokratîkbûyînê bi lez û bez bi rê ve biçe û got: "Di çend salên dawî de dema mirov li polîtîkayên ji bo aborî, axê, daristan, bajar û çeman dinere bi awayekî aşkere dibîne ku ev polîtîka derdorên sermayeyê dewlemend dike û mirovên welat feqîr dike. Îjar divê mirov bipirse; ji feraseteka ku bi her awayî xiyanetê li welat, erdnîgarî, dîrok, xweza, çand û nirxên civakiyî yên welat dike, wê ji bo pirsgirêka kurd xwedî çi helwesteke 'milî û xwecihî' be?" 
 
Çîçek ku got "Ocalan vê rastiyê esas digire, li gor ruhê dîrok, çand, bawerî û nirxên me yên hevpar tev digere û dixwaze lêgerîna ji bo çareserkiri-aştiyê ya li gor vî ruhî kûrtir bike" got: "Di dîroka vê axê de cihê her kesî heye. Cihê xaçparêz, cihû, misilman, elewî, tirk, kurd, ereb, çekes hwd. Hemû cudahiyên li vê xakê formula jiyana bi hev re dîtibûn. Serdema ku ji împaratoriyê ber bi netew-dewletê ve çû bi xwe re serdemên travmatîk anîn." Çîçek, bilêv kir ku ev rewşa travmatîk û nexweş, bi siyasetên înkarkirin û destpotîk hîn jî gelên Tirkiyeyê dîl digire. 
 
'OCALAN LI DIJÎ PERGALA XIRABIYÊ YA SED SALÎ DERDIKEVE' 
 
Çîçek, anî ziman ku bi polîtîkayên olperestî û netewperestiyê helwdanên zîndekirina bermayiyên împaratoriyê, her çend ji hêla terîtoryal encam girtibin jî lê zirar daye nasnameya tirkîtî û sunîtiyê û ev her du nasname bi pêvajoya dîrokî re tev li nasnameyên din ên etnîkî û baweriyî bûne û ehvdu xweyî kirine. Çîçek, diyar kir ku qutkirina van nasnameyên daxilî hev bûne, tenê rê li ber qutbûyîneke çandî nake îşaret bi qutbûyîn û şikestineke dîrokî jî dike. Çîçek, got: "Ev jî bêhafizetî ye. Mesela beriya hilbijartina Stenbolê me di nîqaşên Pontûsê de jî ev yek dîtin. Îktîdara heyî dixwest di ser dijberiya xwe ya ji bo Pntûsê di hilbijartinêd e bi ser bikeve û ji bo vê jî rastiya dîrokî ya Behra Reş tune dihesiband û nasnameya herêmê înkar dikir. A rast Ocalan li dijî vê 'pergala xirabiyê ya sed salî' derdikeve." 
 
'JI BO GELÊ KURD CIH VEDIKE' 
 
Çîçek, destnîşan kir ku Ocalan dixwaze ji bo nasnameya kurd û çanda kurdî cih vebike. Çîçek, bilêv kir ku hewldanên Ocalan ew in ku li dijî polîtîkayên hebûna kurd tune dihesibînin, li ser zemîneke heqîqetê têkiliyên dîrokî ji nû ve ava bike û cihekî vebike. 
 
‘AŞTIYEKE BIRÛMET E' 
 
Çîçek, anî ziman ku wê ev hewldana Ocalan pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk çareser bike û got: "Wê hewldana Ocalan bê wateya lihevkirina me yî bi dîroka me ya hevpar re. Ev, di pirsgirêka kurd de tê wtaeya aştiyeke birûmet e. Yanî bi awayekî demokratîk çareserkirina pirsgirêka kurd, demokratîkbûyîna pergalê ye. Di pirsgirêka kurd de aştiyeke birûmet, tê wateya bidawîbûna şerê li vê xakê." 
 
Çîçek, bi bîr xist ku Ocalan tim bal dikişîne ser têkliyên dîrokî yên gelan û hewl dide li gor vê rastî û ruhî çareserkirinek pêk bê. Çîçek, destnîşan kir ku roja îro divê edalet ne li gor hevsengiyên hêzan, divê li gor esas û nirxên gerdûnî yên têkliyênd dîrokî pêk bê û got: "Mesela dema Ocalan behsa Xelat û 1071'ê dike, behsa şên û coşiyeke dîrokî nake. Îşaret bi îtifaqên dîrokiyî dike. Her wiha diyar dike ku divê ev mekan û zeman li gor dîroka fermî esas neyên girtin. Mesella Xelat; di dîrokê de yek ji warên şaristaniya ye. Ev der dergûşeke çand û zimana ye, navendeke jiyana bi hev re ye. Yanî ji bo dîroka me ya pirnetewî û pirçandî mînakeke pir baş e." 
 
‘DIVÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN' 
 
Çîçek, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê Ocalan muxatabê hemû pirsgirêkên girêdayî pirsgirêka kurd in û loma divê hemû şert û mercên tecrîda li Îmraliyê bên rakirin. 
 
MA / Naci Kaya - İrfan Tuncçelik 

Sernavên din

18/08/2019
12:35 Li Qamişloyê teqîn rûda
12:15 Di êrîşa li Kabîlê de 63 kes hatin kuştin, 182 birîndar bûn
12:03 Polîsan li Şirnexê 10 kes binçav kirin
11:26 Nobeta Çiyayê Kazê didome: Gelê herêmê çi dixwaze?
10:17 Cîgira Hevserokên ESP’ê Taşkiran: Vîna Ocalan a çareseriyê heye
09:51 Xizmên girtiyan: Kurd bi yekîtiyê dikarin aştiya bi rûmet ava bikin
09:15 Du sal in li cenazeyê kurê xwe digere
09:14 Mizrakli: Îdiayên der barê 'komkujiya heywanan' de ne rast in
09:14 Mişmişvan: Tekane rê kooperatîfbûyîn e
09:13 Girtiyê ji ber îşkenceyê lal bû, serpêhatiyên xwe bi nivîskî gotin
09:12 398 roj in aqûbeta kurê xwe dipirse
09:05 'Guh bidin bangawaziyên Ocalan ên ji bo aştiyê'
09:03 'Dev ji projeya nexweşxaneyên bajêr berdin'
09:01 'Îktîdarê dît nikare enstîtuyê kontrol bike dest bi mudaxaleyê kir'
09:00 ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2019'AN
17/08/2019
21:37 Dengbêjên Ciwan şev geş kirin
16:51 Gelek baroyan dawetiya dadgeha bilind red kirin
16:44 Başak Demîrtaş, Selvî Kiliçdaroglû û Dîlek Îmamoglû hatin gelhev
16:21 Dozger binçavkirina Nûçegîhanê me Ergîn Çaglar 2 rojan dirêj kir
16:10 Di kongreya HDP’ê de banga yekitiya Kurdan hat kirin
15:41 Di nava 2 sal û nîvê de 73 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
15:35 Dayikên Şemiyê: Em dest ji lêgerîna Mehmet Ertak bernadin
15:20 'Rûniştina F' vê carê ji bo Rojnameger Ziya Ataman li dar xistin
15:10 'Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan berdin'
15:04 Guven: Bi polîtîkayên şer pirsgirêk çareser nabin
14:56 Xizmên windayan: Em guh bidin dengê dayikan ên aştiyê
14:48 Li Lîcê qezaya trafîkê : 4 jê zarok 7 kes birîndar bûn
14:41 Şewata li Lîcê rû dabû hat vemirandin
14:27 NY: Nêviyên girtiyên siyasî yên Îranê Kurd in
14:05 Platforma Şaxan a KESK'ê ya Edenê: Emê bi hevre têbikoşin
14:01 Turgut ji ber cezayê wî qediya ye û nayê berdan ketiye rojiya mirinê
13:07 Dadgeha Bilind mafê karkera jina ducanî parast
12:52 Adsiz ê li Girtigeha Xarpêtê di rojiya mirinê de bû dawî li çalakiya xwe anî
12:18 Baroya Enqerê jî wê beşdarî vekirina sala edlî nebe
11:59 Der barê îşkenceya li Girtîgeha Osmaniyê de serlêdana sûc
11:40 Dozger di destûrê de ye cenaze 28 rojin li morgê ye
11:12 Rojnameya Newjîn a jinên ciwan çap dike dibe hêvî
10:49 Aîr Hava ya Kaliforniyayî: Bila talankirina xwezayê bi dawî bibe
10:33 Hinceta qedexeyên walîtiyê : Sersala damezrandina TKEP/L, MLKP û MKP'ê ne
10:18 Polîsan li Rihayê 25 kes binçav kirin
10:15 'Divê ji bo biryarên erênî AYM bê teşwîqkirin’
10:02 1000 rojin Wan di bin pergala OHAL'ê de dijî
09:35 Hunermendên li Çiyayên Kazê: Zimanê hemû berxwedanan hevpare
09:20 Girtiyê nexweş ê 75 salî êdî malbata xwe nas nake
09:19 Akademîsyenên Zanîngeha Artûklûyê: Enstîtu tê tasfiyekirin
09:19 Girtiyên hatin derbkirin: Em ê dest bi rojiya mirinê bikin
09:18 DÎSK û KESK: Turk-Îş îmze danî bin belengaziyê
09:14 Marmara ji bo erdhejê ne amade ye
09:14 'Ocalan, li dijî pergala xirabiyê ya sed salî derdikeve'
09:13 Li Colemêrgê derxistina hingiv dest pê kir
09:12 Dozger derbarê gardiyanên îşkencekar û bijîşkan de lêpirsînê venake!
09:00 ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2019'AN
16/08/2019
21:26 Li Licê agir bi daristanekê ket
18:21 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
16:48 Baroya Amedê: Li Girtîgeha Xarpêtê girtiyên rastî îşkenceyê hatin rastî lêpirsînê hatin
15:37 Girtina Enstîtuya Zimanên Dijîn birin Meclîsê
15:23 Li Navenda Ambulansê xistin: 3 xebatkarên tenduristiyê kuştin
13:42 Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya Ergin Çaglar li Edliyê binçav kirin
12:57 ÎHD: Pêkanînên li dijî mirovahiyê yên li Girtîgeha Osmaniyeyê lêkolîn bikin
12:51 Pêkanînên Girtîgeha Xarpêtê careke din ketin rojeva Meclisê
12:01 Çerxa di pîşesaziyê de giran bûye
10:54 Wezîrê Parastinê Akar çû Rihayê
10:21 Ocalan: Em her dem ji aştiyê re amade ne
09:11 Gumuştaş: Rêya bingehîn ewe ku em rêya Tirkiye û têkoşîna azadiya kurd bikin yek
09:10 'Em li Sûriyeyê ji mirinê û li Tirkiyeyê jî ji dervesînorkirinê direvin'
09:09 Wezareta Karên Hundir ji ber mirina Muslumê 8 salî hat mehkûmkirin
09:09 Gardiyanên ku tê angaştkirin êrîşî girtiyan kirine: Em ê sibê dîsa bên
09:09 Dayikên Aştiyê: Bila hevdîtin dest pê bikin da ku ev şer bi dawî bibe
09:08 Koramaz: 'Aştiya Îmarê' mînaka dersnegirtina ji erdhejê ye
09:07 Gelê Çiyayê Kazê: Em naxwazin jahrînî bibin
09:07 Xwendekarên YTU li dijî 'Baxçeyê Mîllet' in
09:07 Li Girtîgeha Denîzlî axaftina Kurdî qedexe kirin
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2019'AN
15/08/2019
16:51 Rektoriyê derbarê biryara girtina Enstîtuya Zimanên Dijîn de daxuyanî da
15:47 Cenazeyê Mucahit Yilmaz ê nadin malbatê birin rojeva meclîsê
15:24 Ji bo Enstîtuya Zimanên Dijîn biryara girtinê dan
15:14 Li ser rêya Amed-Çewlîg qeza rû da: 3 kes mirin, 9 kes birîndar bûn
14:44 Rewşenbiran li dijî veguhestina GSF'ê îmze kom kirin
13:02 Li Rihayê karkerekê jiyana xwe ji dest da
12:41 Baroya Îzmîrê ji bo Çiyayaên Kaz ji Kanadayê re name şand
12:33 Polîsan li Mêrdîn, Şirnex û Îzmirê 27 HDP’î binçav kirin
12:14 Milyonek betal li betalan zêde bûn
11:29 Li Girtîgeha Xerpetê li dijî îşkenceyê çalakiya rojiya mirinê
09:36 Pentagon: Herêma ewle wê gav bi gav pêk bê
09:09 Bersîva wezaretê ya îstîsmara zayendî: Dibistan ne girêdayî MEB'ê ne
09:08 ‘Nobeta Av û Wîjdan, rexnedayîna li dijî xwezayê ye'
09:07 Pirtûkgehên ku li otogarê hatine danîn dê qet neyên valakirin!
09:07 'Divê ji bo Peymana Stenbolê gav bê avêtin'
09:06 'Li dijî îstismarê divê Pergala Parastina Zarokan bê avakirin'
09:05 68 salî ye 21 roj in li nobetê ye: Werin em li bêhna xwedî derkevin
09:04 Parêzer Epozdemîr: Divê prensîba wekehviyê ya Destûra Bingehîn li ber çav bê girtin
09:00 Wekîlê HDP’ê Çepnî: Mudaxaleya Rojava tê wateya rizgarkirina DAIŞ'ê
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2019'AN
14/08/2019
20:26 Mazlûm Ebdî: Divê 'Herêma Ewle' tevahiya sînor bigire nava xwe
17:41 Nobeta Av û Wîcdan di roja 20'an de ye
Li dijî talankirina şîrketê Alamosê tov reşandin
17:24 Maşîne bi ser karkeran de ket: Karkerek mir
15:02 Her ku Bendava Ilısu avê kom dike talûke mezin dibe
13:39 Îhale ji şaredariyê stend, xizmeta MÎT'ê kir
12:49 Li dijî santrala termikê serî li AYM'ê dan
11:20 Nameyên ji girtîgehan hatin wekî ‘endamtiya rêxistinê' hesibandin