MÊRSÎN - Nûçegîhanê Ajansa me Mezopotamya (MA) Ergin Çaglar dema çû Edliyeya Mêrsînê, li Edliyê binçav kirin.
Nûçegîhanê Ajansa me Mezopotamya (MA) yê Mêrsînê Ergîn Çaglar, dema çû Edliyeya Mêrsînê di çarçova lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê de, polîsan ew binçav kirin. Polîsan piştî Çaglar li Edliyê binçav kirin, birin nexweşxaneyê û ji wir jî birin Midûriyeta Polîsan a Mêrsînê. Hat diyar kirin ku dozgeriyê der barê Çaglar de bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" lêpirsîn vekiriye û der barê lêpirsînê de biryara veşartinê daye. Di çarçoveya heman lêpirsînê de der barê çend kesên din de lêpirsîn hatiye vekirin nehat zanîn.