ÎHD: Pêkanînên li dijî mirovahiyê yên li Girtîgeha Osmaniyeyê lêkolîn bikin

  • rojane
  • 12:57 16 Tebax 2019
  • |
img

OSMANIYE - Rêveberên ÎHD'ê yên li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Osmaniyeyê bi girtiyên rastî îşkence û muameleya xerab hatin re hevdîtin kirin, têkildarî mijarê rapor amade kirin. ÎHD'ê di raporê de diyar kir ku girtî rastî muameleya xerab, îşkence û pêkanînên li dijî mirovahiyê hatine û xwest ev yek bê lêkolînkirin. 

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Edeneyê, piştî li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Osmaniyeyê girtiyên rastî îşkence û muameleya xerab hatine ziyaret kirin rapor amade kirin. Endamên komîsyonê piştî hevdîtin kirin rapor amade kirin û bi raya giştî re parve kirin. Komîsyonê diyar kirin ku li ser daxwaza malbatên girtiyan çûne li Girtîgehê lêkolîn kirine û rapor amade kirine. Endamên komîsyonê diyar kirin ku girtiyên nexweş nayên dermankirin û girtiyên ku pêkaninên li dijî mafên mirovan qebûl nekirine rastî lêdan û îşkenceyê hatine. Endamêm komîsyonê anîn ziman ku girtî nikarin ji mafên xwe yên zagonî sûdê bigirin û mafê wan ê zagonî rojname, kovar, pirtûkan nadin wan. 
 
Endamên komîsyona ÎHD'ê di raporê de destnîşan kirin ku mafê girtiyên nexweş ên dermankirinê tê astengkirin û wiha cih dan raporê: "Ji xeynî hefteyê saetek mafê sporê hemû mafê wan ê çandî û civakî ji destê wan hatiye girtin. Ser kawîşên wan bi torên têlînî hatine girtin. Girtiyên nexweş nayên dermankirin. Zorê li girtiyan dikin ku bi kelepçeyê muayene bikin. Rojnameyan nadin girtiyan. Dozgerê girtîgehê li ser vê îhlalê nasekine. Dîsa têkildarî binpêkirinan nakeve nava hewldanan. Rêveberiya girtîgehê zorê li girtiyan dike ku li ser piyan hêjmarê bidin. Yên vê yekê qebûl nakin jî li wan didin û îşkenceyê li wan dikin. Rojnameyên Evrensel û Yenî Yaşamê yên rojane nadin girtiyan. 
 
Rojên ku bûyer pêk tên bi 40 gardiyanan bi ser odeyan de digirin. Ev jî nîşan dide ku idare bi awayekî keyfî hewl dide provonan pêş bixe. Divê bi lez çareserî ji vê yekê re bê dîtin. Divê gotinên girtiyan esas bê girtin û li gorî wê Wezareta Dadê û Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan gavên çareseriyê bavêjin. 
 
Di 8'ê tebaxa 2019'an de li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Osmaniyeyê, girtî rastî lêdanê hatine. Delîlên şênber hene. Divê raporên tibî bên girtin û têkildarî van binpêkirina mafên mirovan lêkolîn û lêpirsîn bê destpêkirin. Li tevahiya Tirkiye binpêkirina mafan zêde yebûye û divê ji bo hemû binpêkirinên mafan ku li girtîgehên Tirkiye zêde bûye lêkolîn û lêpirsîn bê destpêkirin. 
 
ÎHD'ê cih da îfadeyên girtiyên li Girtîgeha Osmaniyê Sabri Kaya û Kaya wiha got: "Ez li Girtîgeha tîpa T a Hêjmar 2 a Osmaniyeyê li Kawîşa A6'an girtî me. Nêzî 10 salin girtî me. Nêzî salek e hatime vê girtîgehê. Heta niha min 2 caran emeliyata dil derbas kiriye. Ez niha nexweşê giran ê dil im. Tansiyona min a pir bilind heye. Ez rojê 12 cudreyên îlacan dixwim. Ji roja ez hatime vê girtîgehê heta niha pirsgirêk xelas nabin. Nameyê em diçîn an naçin an jî nameyan nadin me. Nameyên em dişînin saziyan bê bersîv dimînin. Daxwaznameyên me tên astengkirin. Rojnameyên Evrensel û Yenî Yaşamê nadin me. Hemû mafê me yê civakî û çandî ji destê me hatine girtin. Tenê hefteyê saetekê em derdikevin sporê. Em nikarin biçin pirtûkxankeyê. Malbat tenê dikarin 30-40 deqîqeyî hevdîtina vekirî bikin. Odeya em lê dimînin cihê 3 kesan e. Lê 9 ranze danîne. Em 10 kes dimînin. 
Di 08.08.2019'an de Midûrê 1.2. û 3'emîn ên girtîgehê û nêzî 40 gardiyan bi ser odeyê de girtin. Xwestin em li ser piyan jimartinê bidin. Me ev yek qebûl nekir. Ji ber vê yekê êrîşî me kirin. Gardiyan ketin kawîşê û hemû derb kirin. Li erdê li girtiyan xistin. Ez ji kawîşê derxistim û li hewlê bi pêhnan li min dan. Ez bi lêdana wan ketim xwar. Piştre bi kamera û cilên robocop ketin odeyê û dîsa xwestin em li ser piyan jimarê bidin wan. Lê dîsa me qebûl nekir û em tev kişandin kamerayê. Dîsa em tehdît kirin. Em niha nizanin wê çi bibe. Gefan li me dixwin." 
 
DOKTOR MUAYÎNE NAKE
 
Girtî Akar Îkbal jî anî ziman ku li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Osmaniyeyê li odeya A17'an dimîne û wiha got: "Nêzî 3 salin li vir im. Ez welatiyê Iraqê me. Di bûyerên Nisêbînê de ez ji milê xwe yê çepê birîndar bûm. Gule li milê min ketiye û zerar daye sînga min. Piştî bûyerê ez hatim girtin û ez şandim Girtdîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Osmaniyeyê. Ez gelek caran birim nexweşxaneya Osmaniyeyê. Lê her carê doktorê ku ez muayine kirim qet bi min re neaxivî. Ez emeliyat nekirim. Ez nizanim çima ez emeliyat nekirim. Dema min muayine dikin kelepçeyê dixin destê min. Doktorên girtîgehê wekî mirovan nêzî me nabin. Niha li kawîşa min kalê 75 salî Hakki Erdogan heye. Nexweşê giran ê dil e. Di 8'ê Tebaxê de bi ser kawîşê de girtin û li Mikail Gulmez, Mehmet Emin Dal û Veysi Baltaş îşkence kirin. 
 
Veysi  Baltaş, Mehmet İpek, Îbrahim Sutçu, M. Şirin Arat, Mehmet Faruk Engin û Îbrahim Halil Karataş jî bal kişandin ser binpêkirina mafan û diyar kirin ku zext û tundiya rêveberiya girtîgehê li ser wan zêde bûye û mafê wan tên binpêkirin.
 

Sernavên din

18/08/2019
12:35 Li Qamişloyê teqîn rûda
12:15 Di êrîşa li Kabîlê de 63 kes hatin kuştin, 182 birîndar bûn
12:03 Polîsan li Şirnexê 10 kes binçav kirin
11:26 Nobeta Çiyayê Kazê didome: Gelê herêmê çi dixwaze?
10:17 Cîgira Hevserokên ESP’ê Taşkiran: Vîna Ocalan a çareseriyê heye
09:51 Xizmên girtiyan: Kurd bi yekîtiyê dikarin aştiya bi rûmet ava bikin
09:15 Du sal in li cenazeyê kurê xwe digere
09:14 Mizrakli: Îdiayên der barê 'komkujiya heywanan' de ne rast in
09:14 Mişmişvan: Tekane rê kooperatîfbûyîn e
09:13 Girtiyê ji ber îşkenceyê lal bû, serpêhatiyên xwe bi nivîskî gotin
09:12 398 roj in aqûbeta kurê xwe dipirse
09:05 'Guh bidin bangawaziyên Ocalan ên ji bo aştiyê'
09:03 'Dev ji projeya nexweşxaneyên bajêr berdin'
09:01 'Îktîdarê dît nikare enstîtuyê kontrol bike dest bi mudaxaleyê kir'
09:00 ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2019'AN
17/08/2019
21:37 Dengbêjên Ciwan şev geş kirin
16:51 Gelek baroyan dawetiya dadgeha bilind red kirin
16:44 Başak Demîrtaş, Selvî Kiliçdaroglû û Dîlek Îmamoglû hatin gelhev
16:21 Dozger binçavkirina Nûçegîhanê me Ergîn Çaglar 2 rojan dirêj kir
16:10 Di kongreya HDP’ê de banga yekitiya Kurdan hat kirin
15:41 Di nava 2 sal û nîvê de 73 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
15:35 Dayikên Şemiyê: Em dest ji lêgerîna Mehmet Ertak bernadin
15:20 'Rûniştina F' vê carê ji bo Rojnameger Ziya Ataman li dar xistin
15:10 'Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan berdin'
15:04 Guven: Bi polîtîkayên şer pirsgirêk çareser nabin
14:56 Xizmên windayan: Em guh bidin dengê dayikan ên aştiyê
14:48 Li Lîcê qezaya trafîkê : 4 jê zarok 7 kes birîndar bûn
14:41 Şewata li Lîcê rû dabû hat vemirandin
14:27 NY: Nêviyên girtiyên siyasî yên Îranê Kurd in
14:05 Platforma Şaxan a KESK'ê ya Edenê: Emê bi hevre têbikoşin
14:01 Turgut ji ber cezayê wî qediya ye û nayê berdan ketiye rojiya mirinê
13:07 Dadgeha Bilind mafê karkera jina ducanî parast
12:52 Adsiz ê li Girtigeha Xarpêtê di rojiya mirinê de bû dawî li çalakiya xwe anî
12:18 Baroya Enqerê jî wê beşdarî vekirina sala edlî nebe
11:59 Der barê îşkenceya li Girtîgeha Osmaniyê de serlêdana sûc
11:40 Dozger di destûrê de ye cenaze 28 rojin li morgê ye
11:12 Rojnameya Newjîn a jinên ciwan çap dike dibe hêvî
10:49 Aîr Hava ya Kaliforniyayî: Bila talankirina xwezayê bi dawî bibe
10:33 Hinceta qedexeyên walîtiyê : Sersala damezrandina TKEP/L, MLKP û MKP'ê ne
10:18 Polîsan li Rihayê 25 kes binçav kirin
10:15 'Divê ji bo biryarên erênî AYM bê teşwîqkirin’
10:02 1000 rojin Wan di bin pergala OHAL'ê de dijî
09:35 Hunermendên li Çiyayên Kazê: Zimanê hemû berxwedanan hevpare
09:20 Girtiyê nexweş ê 75 salî êdî malbata xwe nas nake
09:19 Akademîsyenên Zanîngeha Artûklûyê: Enstîtu tê tasfiyekirin
09:19 Girtiyên hatin derbkirin: Em ê dest bi rojiya mirinê bikin
09:18 DÎSK û KESK: Turk-Îş îmze danî bin belengaziyê
09:14 Marmara ji bo erdhejê ne amade ye
09:14 'Ocalan, li dijî pergala xirabiyê ya sed salî derdikeve'
09:13 Li Colemêrgê derxistina hingiv dest pê kir
09:12 Dozger derbarê gardiyanên îşkencekar û bijîşkan de lêpirsînê venake!
09:00 ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2019'AN
16/08/2019
21:26 Li Licê agir bi daristanekê ket
18:21 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
16:48 Baroya Amedê: Li Girtîgeha Xarpêtê girtiyên rastî îşkenceyê hatin rastî lêpirsînê hatin
15:37 Girtina Enstîtuya Zimanên Dijîn birin Meclîsê
15:23 Li Navenda Ambulansê xistin: 3 xebatkarên tenduristiyê kuştin
13:42 Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya Ergin Çaglar li Edliyê binçav kirin
12:57 ÎHD: Pêkanînên li dijî mirovahiyê yên li Girtîgeha Osmaniyeyê lêkolîn bikin
12:51 Pêkanînên Girtîgeha Xarpêtê careke din ketin rojeva Meclisê
12:01 Çerxa di pîşesaziyê de giran bûye
10:54 Wezîrê Parastinê Akar çû Rihayê
10:21 Ocalan: Em her dem ji aştiyê re amade ne
09:11 Gumuştaş: Rêya bingehîn ewe ku em rêya Tirkiye û têkoşîna azadiya kurd bikin yek
09:10 'Em li Sûriyeyê ji mirinê û li Tirkiyeyê jî ji dervesînorkirinê direvin'
09:09 Wezareta Karên Hundir ji ber mirina Muslumê 8 salî hat mehkûmkirin
09:09 Gardiyanên ku tê angaştkirin êrîşî girtiyan kirine: Em ê sibê dîsa bên
09:09 Dayikên Aştiyê: Bila hevdîtin dest pê bikin da ku ev şer bi dawî bibe
09:08 Koramaz: 'Aştiya Îmarê' mînaka dersnegirtina ji erdhejê ye
09:07 Gelê Çiyayê Kazê: Em naxwazin jahrînî bibin
09:07 Xwendekarên YTU li dijî 'Baxçeyê Mîllet' in
09:07 Li Girtîgeha Denîzlî axaftina Kurdî qedexe kirin
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2019'AN
15/08/2019
16:51 Rektoriyê derbarê biryara girtina Enstîtuya Zimanên Dijîn de daxuyanî da
15:47 Cenazeyê Mucahit Yilmaz ê nadin malbatê birin rojeva meclîsê
15:24 Ji bo Enstîtuya Zimanên Dijîn biryara girtinê dan
15:14 Li ser rêya Amed-Çewlîg qeza rû da: 3 kes mirin, 9 kes birîndar bûn
14:44 Rewşenbiran li dijî veguhestina GSF'ê îmze kom kirin
13:02 Li Rihayê karkerekê jiyana xwe ji dest da
12:41 Baroya Îzmîrê ji bo Çiyayaên Kaz ji Kanadayê re name şand
12:33 Polîsan li Mêrdîn, Şirnex û Îzmirê 27 HDP’î binçav kirin
12:14 Milyonek betal li betalan zêde bûn
11:29 Li Girtîgeha Xerpetê li dijî îşkenceyê çalakiya rojiya mirinê
09:36 Pentagon: Herêma ewle wê gav bi gav pêk bê
09:09 Bersîva wezaretê ya îstîsmara zayendî: Dibistan ne girêdayî MEB'ê ne
09:08 ‘Nobeta Av û Wîjdan, rexnedayîna li dijî xwezayê ye'
09:07 Pirtûkgehên ku li otogarê hatine danîn dê qet neyên valakirin!
09:07 'Divê ji bo Peymana Stenbolê gav bê avêtin'
09:06 'Li dijî îstismarê divê Pergala Parastina Zarokan bê avakirin'
09:05 68 salî ye 21 roj in li nobetê ye: Werin em li bêhna xwedî derkevin
09:04 Parêzer Epozdemîr: Divê prensîba wekehviyê ya Destûra Bingehîn li ber çav bê girtin
09:00 Wekîlê HDP’ê Çepnî: Mudaxaleya Rojava tê wateya rizgarkirina DAIŞ'ê
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2019'AN
14/08/2019
20:26 Mazlûm Ebdî: Divê 'Herêma Ewle' tevahiya sînor bigire nava xwe
17:41 Nobeta Av û Wîcdan di roja 20'an de ye
Li dijî talankirina şîrketê Alamosê tov reşandin
17:24 Maşîne bi ser karkeran de ket: Karkerek mir
15:02 Her ku Bendava Ilısu avê kom dike talûke mezin dibe
13:39 Îhale ji şaredariyê stend, xizmeta MÎT'ê kir
12:49 Li dijî santrala termikê serî li AYM'ê dan
11:20 Nameyên ji girtîgehan hatin wekî ‘endamtiya rêxistinê' hesibandin