XARPÊT - Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel, îşkenceya ku li Girtîgeha Jimara 2'an a Ewlehiya Bilind a Xarpêtê, li girtiyan tê kirin, bir rojeva Meclisê.
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel, îşkenceya ku li Girtîgeha Jimara 2'an a Ewlehiya Bilind a Xarpêtê, li girtiyan tê kirin, bir rojeva Meclisê. Guzel têkildarî rewşa girtî Medenî Kiye ku ji ber îşkenceya lê hatiye kirin, lal bûye û girtî Mûsa Aksiz ku li dijî Îşkenceya lê tê kirin, ji 29'ê Tîrmehê ve ketiye rojiya mirinê de ne ye, pêşnûmepirs amade kir û pêşkêjî Serokatiya Meclisê kir. Guzel di pêşnûmepirsa xwe de rewşa Kiye û Adsiz ji Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul pirsî.
MIDURÊ GIRTÎGEHÊ DI BETLANEYÊ YE'
Guzel di pêşnûmepirsa xwe de daxuyaniya Baroya Amedê ya 9'ê Tebaxê ya têkildarî çavdêriyên wê yên li Girtîgehê jî bi bîr xist û diyar kir ku li gorî vê daxuyaniyê yekemîn midurê girtîgehê li betlaneyê ye û yekemîn midurê girtîgehê jî serlêdana baroya ya ji bo hevdîtinê qebûl nekiriye. Guzel têkildarî mijarê ev pirs ji Wezîr Gul kir;
* Wezareta we ji bûyerên îşkenceyê yên li Girtîgeha Xarpêtê agahdar e?
*Agahiya we ji lalbûna girtî Medenî Kiye ya ji ber îşkenceya lê hatiye kirin heye? Derbarê berpirsyaran de tu lêpirsîn hatiye destpêkirin?
*Girtîgeha Xarpêtê herî dawî kîngê hatiye venêrînkirin? Di encamên venêrînê de agahiyên têkildarî îşkenceyê û binpêkirina mafan cih digirin?
*Ji bo ku pêşî li pêkanînên li Girtîgeha Xarpêtê bê girtin bergirî û xebatên ji bo başkirina şertên girtîgehê hatine kirin?
*Têkildarî kesên berpirsyarên bûyerên Girtîgeha Xarpêtê tu lêpirsîn hatine destpêkirin?
*Ji bo pêşîgirtina nêzikbûnên neheq û binpêkirinên ku li Girtîgeha Xarpêtê pêk hatine, hûn ê kîngê gav bavêjin?