AMED - Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel, nedayîna cenazeyê Mucahit Yilmaz a malbatê bir rojeva meclîsê û xwest Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu pirsên wê bibersivîne.
Li navçeya Rezan a Amedê di 21'ê Tîrmehê de polîsên TEM'ê bi ser malekê de girtibûn û ciwanê 27 salî Mucahît Yilmaz li malê kuştibûn. Piştî buyerê Wezîrê Karên Hundir daxuyanî dabû û gotibû "Endamê rêxistinê yê ji çiyê hatiye û xwestiye li bajar çalakiyan li dar bixe." Wezîr piştre dîsa daxuyanî dabû û gotibû 'Di bûyerê de şer derketiye û di encama şer de jiyana xwe ji dest daye' Lê şahidan jî diyar kiribûn ku şer derneketiye û hatiye înfazkirin. Piştî bûyerê li gel ku malbatê cenaze teşhîs kirin jî rayedaran cenaze nedan malbatnê û ji malbatê testa DNA xwestin. Têkildarî nedayîna cenazeyê Yilmaz Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semra Guzel, pirsname da meclîsê û xwest Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu bibersivîne.
Guzel, ev pirs ji Wezîr Soylu pirsîn:
“* Li gorî îfadeya şahidan li cihê bûyerê pevçûn derneketiye. Ji ber înfazê der barê rayedarên midûriyeta polîsan de tu lêpirsîn hatiye destpêkirin ya na?
* Di daxuyaniya Wezîr de çima diyar nake ku li cihê bûyerê pevçûn derneketiye?
* Der barê endamdiya rêxistinê ya Mucahîd Yilmaz de tu biryara dadgehê heye? Ger ku hebe jî sedema înfaza bêdaraz çiye?
*Li gel ku malbatê cenazeyê Mucahit Yılmaz teşhîs kirine jî cenaze nadin wan çima?
* Li gel ku malbatê ji bo cenaze bistînin ji bo testa DNA xwîn dane jî nikarin cenazeyê Mucahit Yılmaz bistinin çima encama testa DNA bi encam nabe?
* Mafê malbatê yê cenaze bistînin û defin bikin heye. Ev mafê wan ê gerdûnî ye. Çima teslîm nakin. Sedema zagonî çiye?
* Cenazeyên ku malbatan nasnameya wan tespît kirine ji bo malbat bê pirsgirêk cenaze wergirin xebatê çawa tên kirin?
* Ji sala 2015'an heta niha li gel mînaka testê ya DNA girtine jî cenazeyên çend kesan teslîmî malbatan nekirine?