MÊRDÎN - Senatoya Zanîngaha Artûklû, biryara girtinê ji bo Enstîtuya Zimanên Dijîn da û biryara ji YOK'ê re şand.
Senatoya Zanîngaha Artûklû ya Mêrdînê, di sala 2009'an de, di çarçoveya "Pakêta Demokratîkbûyînê" de biryara vekirina Enstîtuya Zimanên Dijîn dabû. Senatoyê biryara da ku enstîtuyê bigire. Enstîtu bi armanca perwerdeya zimanê Kurdî bide hatibû vekirin û dûre perwerdeya zimanên Suryanî û Erebî jî di enstîtuyê de hatin dayîn. Senatoyê derbarê girtina enstîtuyê de, li hemberî 7 dengên red, bi 12 dengên erênî biryara girtinê da.
Senatoyê piştre biryara girtina enstîtuyê ji Saziya Perwerdê ya Bilind (YOK) re şand. Rewşa dawî ya enstîtuyê wê bi biryara YOK'ê re diyar bibe.
TEMO BERTEK NÎŞAN DA
Nivîskar û Helbestvanê Kurd Selîm Temo li ser hesabê xwe yê medya civakî bertek nîşanî biryara girtina enstîtuyê da û ev parvekirin kir: "Senatoya Zanîngaha Artûklû, biryara girtinê ji bo Enstîtuya Zimanên Dijîn da ye û biryar jî ji YOK'ê re şandiye. Dijminantiya rêveber û rektorên "Serê DAIŞ'ê" yên li dijî zimanê Kurdî bi dawî nabin.