AMED - Li ser rêbejahiya Amed û Çewlîgê qeza rû da. Di qezayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 9 kes jî birîndar bûn.
Li ser rêbejahiya Amed û Çewlîgê, du wesayît li hev qûlipîn û qeza rû da. Di her du wesayîtan 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 9 kes birîndar bûn. Ambûlansên hatin cihê bûyerê birîndar rakirin nexweşxaneyên Amedê. Ekîbên cendirmeyan ên hatin cihê bûyerê, derbarê qezayê de lêpirsîn dan dest pê kirin.