* Parlamenterê HDP'ê yê Îzmirê Murat Çepnî, bertek nîşanî daxuyaniyên rayedarên AKP'ê ya 'Em ê mudaxaleyî Bakurê Sûriye bikin" dan û "Operasyona tê plankirin tê wateya xelaskirina DAIŞ'ê.
* Parêzer Firat Epozdemîr diyar kir ku di pêkanîna biryara "Jinûve darziandinê" ya Dadgeha Destûra Bingehîn a têkildarî DGM'yan de prensîba wekheviyê ya xala 10'emîn a Destûra Bingehîn li ber çavan nayê girtin û wiha got: "Divê li dijî vê bêhiqûqiyê hemû hiqûqnas deng derxin."
* Jina 68 salî Asiye Kreşîr ku ji gundê Keçîhanli yê Çanakaleyê hatiye Nobeta Av û Wijdanê vê bangê "Çiyayê Kazê bêhna me ye, em hemû bi hev re li bêhna xwe xwedî derkevin." kir.
* Seroka Şaxa SES'ê ya Edeneyê Belgîn Işik diyar kir ku di 10 salên dawîn de, bûyerên îstismara zarokan ji sedî 700 zêde bûne û pêşniyar kir ku ji bo pêşîligirtina îstismara zarokan, Pergala Parastina Zarokan bê avakirin'
* Sekretera Giştî ya KCDP'ê Fîdan Ataselîm têkildarî "Reforma Darazê" ku dê payîzê careke din bê nîqaşkirin axivî û ev tişt got: "Reforma rasteqîn sererastkirinên ku têkildarî pêkanîna Peymana Stenbolê bên kirinin."
* Salih Aydin û Nîzamettîn Kurt ku bi 200 pirtûkî hatin serdana Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli, pirtûkên ku anîn li şûna deynin şaredariyê, danîn pirtûkgehên ku li otogarê bi cih kirin.
* Xwezaparêzên ku 21 rojin li dijî talankirina Çiyayê Kazê di Nobeta Av û Wîcdan dene, diyar kirin ku têkoşîna li Çiyayê Kazê tê dayîn, rexnedayîna li dijî xwezayê ye. Xwezaparêzan, anîn ziman ku destkeftiya wan a li vir wê heviyê bide parastina xwezayên din û li dijî komkujiyan bibe asteng."
* Li Dibistana Sereke ya Ragip Tuzun a girêdayî Şaredariya Taxa Nû ya Enqereyê zarokê bi navê A.A. rastî îstîsmarê hat. Malbatê têkildarî mijarê serledana sûc kir. Dozgeriyê pêdivî bi lêpirsînê nedît. Malbatê serî li xeta 183'an dan. Lê rayedarên xetê gotin "Dibistan ne girêdayî MEB'ê ye".