NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî têkildarî nirxandinên li ser 'Herêma Ewle' axivî û diyar kir ku li hemberî gef û êrîşên ku ji hêla Tirkiyeyê ve pêşbikevin divê xeta di navbera çemên Firat û Dîcleyê de tevahî bikeve nava 'Herêma Ewle'.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî têkildarî nirxandinên li ser 'Herêma Ewle' yên di navbera sînorê Tirkiye û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji ANHA'yê re axivî. Ebdî diyar kir ku li hemberî gef û êrîşên ku ji hêla Tirkiye ve pêşbikevin divê xeta di navbera çemên Firat û Dîcle de tevahî bikeve nava 'Herêma Ewle'.
Ebdî careke din bi bîr xist ku ew û Tirkiyeyê bi awayekî nerast e rast hevdîtinê dikin û mijara hevdîtinan hê bi encam nebûye û ev tişt got: "Ji bo em bigihêjin encamekê hevdîtin didomin."
Ebdî têkildarî 'Herêma Ewle' ya ku tê gotin dê di navbera Girê Spî û Serêkaniyê de bê avakirin jî ev tişt anî ziman "Me ji aliyan xwest ku tevahî sînor wekî 'Herêma Ewle' bê diyarkirin. Lê Tirkiye dixwaze vê yekî niha di navbera Girê Spî û Serêkaniyê de dest pê bike."