NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku jeteke NATO'yê ji ber ku nêzî balafira Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Şoygû bûye, ji aliyê balafirên şer ên Su-27 ên Rûsyayê ve hatiye astengkirin.
Artêşa Rûsyayê ragihand ku jeteke NATO'yê li Deryaya Baltikê nêzî balafira Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygû bûye. Li gorî daxuyaniya fermî; Jeteke F-18 Hornetê nêzî balafira Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygû ku ji xaka Kaliningrad a Rûsyayê ya li Ewropayê çûye Moskovê, bûye. Li ser vê yekê 2 balafirên şer ên Su-27 ên Rûsyayê pêşiya jeta NATO'yê birîne. Rûsya dîmenên vê kêliyê jî weşand.