STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên li Greva Îmraliyê yên bi boneya Cejna Qûrbanê çûn Îmraliyê, paşve vegeriyan.
Ji malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, birayê Hamilî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Emîn Konar û xwişka Veysî Aktaş Salihe Saltik ên bi boneya Cejna Qûrbanê çûn Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F Îmraliyê, piştî hevdîtinê paş ve vegeriyan.
Omer Hayrî Konar û Veysi Aktaş wekî “sekreterya” di 15'ê adara 2015'an de çûbûn Îmraliyê. Hamîlî Yildirim jî dema çûbû Îmraliyê ji 15'ê Tîrmeha 2015'an heta niha tenê di 5'ê Hezîranê de ji bo cejnê bi malbata xwe re hevdîtin kiribû. Bi vê hevdîtinê re, bû cara duyemîn ku Konar, Aktaş û Yildirim hevdîtinê bi malbatên xwe re dikin.