MÊRDÎN - Li Mêrdînê HDP'iyan ji bo cejnê serdana malbatên ku zarokên wan di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, girtî û kesên ku ketibûn çalakiya greva birçîbûnê, kir.
Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên navçeya Qoserê ya Mêrdînê, di çarçoveya bernameya xwe ya cejnê de serdana malbatên ku zarokên wan di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, girtî û kesên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketibûn çalakiya greva birçîbûnê, kir. Hevseroka Bajar a HDP'ê Eylem Amak, Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Tûna Çelîk, hevşaredarên Qoserê, endamên meclisa şaredariyê û rêveberên her du partiyan tevlî van serdanan bûn.
NISÊBÎN
Li aliyê din rêxistinên HDP û DBP'ê yên Nisêbînê jî bernameya pîrozkirina cejnê li dar xistin. Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar û hevşaredarên Nisêbînê tevlî bernameyê bûn. Piştî bernameyê HDP'iyan serdana malbatan kirin û cejna wan pîroz kirin.
KERBORAN
Rêxistina HDP'ê ya Kerboranê jî ji bo Cejna Qurbanê 70 miyan serjê kir û 540 malbatên ku nikaribûn qurban bidin belav kirin û cejna gel pîroz kirin.