RIHA - Koma yekemîn a leşkerên Amerîkayê yên ji bo "Navenda Tevgera Hevpar" ku di hevdîtinên navbera Tirkiye û Amerîkayê de damezrandina wê hatibû ragihandin, hatine peywirdarkirin, hatin Rihayê.
Di mijara "Herêma Ewle" de ku avakirina wê di hevdîtinên navbera Tirkiye û Amerîkayê de hatibû ragihandin, gava yekemîn hat avêtin. Hat angaştkirin ku 90 leşkerên Amerîkayê ji bo "Navenda Tevgera Hevpar" ku di hevdîtinên navbera Tirkiye û Amerîkayê de damezrandina wê hatibû ragihandin, hatine Rihayê. Leşkerên ku li Balefirgeha GAP'ê pêya bûn ji vir derbasî navenda Rihayê bûn.
JI WEZARETÊ DAXUYANÎ
Wezareta Parastina Neteweyî têkildarî hatine leşkerên Amerîkayê daxuyaniyek da û diyar kir ku têkildarî "Herêma Ewle" di çarçoveya xebatên pêş ên "Navenda Tevgera Hevpar" de heyeteke Amerîkayê ku ji 6 kesan pêk tê, gihîştiye Rihayê. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku tê plankirin ku di rojên pêş "Navenda Tevgera Hevpar" bikeve feeliyetê.