NAVENDA NÛÇEYAN - Bi minasebeta Cejna Qurbanê CHP, DSP û Partiya Saadet'ê HDP ziyaret kirin. Endama MYK'ê ya HDP'ê Sevtap Akdag Karahali nûnerên partiyan pêşwazî kir û got: "Pêdiviya me ya herî mezin aştiya li herêmê ye." Parlamenterê HDP'ê Nimetullah Erdogmuş jî got: "Cejn hevî û mizgîniya rizgariyê ye."
Di roja duyemîn a Cejna Qurbanê de partiyên siyasî ziyaretên hev kirin û cejna hev pîroz kirin. Di çarçoveya bernameya ziyareta partiyan a cejnê de Partiya Gel a Komarê (CHP), Partiya Çep a Demokratik ( DSP) û Partiya Saadetê, Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ziyaret kirin.
Heyeta HDP'ê ya pêşwazîkirina Mêvanan ya HDP'ê ku di navde Hevberdevkê Komîsyona Bawerî û gelan û parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Nimetullah Erdogmuş, Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) Sevtap Akdag Karahali û Endamê Meclîsa Partiyê Alî Ozkan mêvan pêşwazî kirin. Ewil Heyeta CHP'ê ku di navde parlamenterê Enqereyê Bulent Kuşoglu, Endama Meclîsê Ayça Taşkent û Endama Baskê Jinan Zehra Eriç hebû HDP ziyaret kir. Endama MYK'ê ya HDP'ê Sevtap Akdag Karahali, piştî heyeta CHP'ê pêşwazî kir kêfxweşiya xwe anî ziman û diyar kir ku welat û Rojhilata Navîn di pêvajoyek pir dijwar de derbas dibe û wiha got: "Evîn û hestera gelê me ya demorasî, aştiyê hêj berdewam dike. Lê herêm hêj wekî topa ji agir e. Li ser sînor dengê şer bilind dibe. Niha herî zêde pêdiviya me bi aştiya li herêmê heye. Em her dem xwişk û biratiya gelên Tirk, Kurd, Ereb, Çerkez û Suryaniyan diparezin. Em xwişk û biratiya gemû gelan diparêzin."
'DIVÊ EM BÊTIR BI ZANEBÛN Û BI AQIL TEV BIGERIN'
Parlamenterê CHP'ê yê Enqereyê Bulent Kuşoglu jî anî ziman ku li herêmê yekîtiya bawerî, dîrok û çandê heye û wiha got: "Lê li gel vê yekîtîyê mixabin hêj li herêmê aştî ava nebûye. Em ji can û dil dixwazin aştî pêk bê. Mixabin geşedanên li Rojhilata Navîn aştiya cîhanê dixe talûkeyê. Divê em bêtir bi zanebûn û aqil tev bigerin."
Piştre heyeta DSP'ê ku ji Cîgirê Serokê Giştî yê DSP'ê Selçuk Karakulçe, Şêwirmenda Serokê Giştî yê DSP'ê Handan Toprak Benlî û Rêveberê Enqereyê Aydın Solhan HDP ziyaret kir. Karakulçe, di ziyaretê de wiha got: "Divê em bêyî fikar bi hev bişêwirin. Em hemû wek hev in, Mafê kesî tune xwe di ser yê din re nîşan bide. Divê em vê îstişara ku gerdûnê fêrî me kiriye bidomînin. "
Herî dawî heyeta SP'ê ku di navde Cîgirê Serokê Giştî yê SP'ê Mesut Dogan û Endamê Meclîsê Îbrahim Velî jî hebû HDP ziyaret kir. HDP'ê piştî heyeta SP'ê pêşwazî kir, Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Nimetullah Erdogmuş, bi ziyareta SP'ê kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got: "Çîroka Cejnê heye. Ev encama wê ye. Encama ku îro danîye pêşiya me ye. Lê niha naveroka Cejnê vala kirine. Ev yek bi destê me mirovan hatiye valakirin. Ev emanetê nirxên me yên ku em derbasî pêşerojê bikin e. Ji ber ku em li vî emanetî xwedî dernakevin û li gorî wê tev nagerin hundirê wê vala dibe. Em hevî dikin ku parvkirina demokrasî û aştiyê bi ser bikeve."
Cîgirê Serokê Giştî yê SP'ê Mesut Dogan jî xwest ku alî bê şert û merc hev guhdar bikin û kengî mirovên vî welatî li hev guhdar kirin wê demê wê pirsgirêk bi dawî bibin.b
Piştre heyeta ku ji nûnerên HDP'ê Aylin Hacaloglu, Kenan Yildiz û Erol Katırcıoglu pêk dihat CHP, DSP û Partiya Saadetê ziyaret kir.
AMED
Rêxistina Bajar Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê, li bînaya xwe serdanên serdanên cejnê qebûl kir. Parlamenterên HDP'ê yên Amedê Salîha Aydenîz, Semra Guzel û Hîşyar Ozsoy, Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli û Hevserokên HDP'ê yên Bajar Hulya Alokmen Ûyanik û Zeyat Ceylan serdanan qebûl kirin.
RIHA
Rêxistinên navçe û bajar ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Rihayê cejna gel pîroz kirin. Ji bo pîrozkirina cejnê, li bînaya HDP'ê ya Rihayê, bi beşdariya parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan, rêveberên HDP'ê yên bajar, dayikên aştiyê û gelek kesan bernameyek hat lidarxistin. Omer Ocalan di bernameyê de axaftineke kurt kir û ev tişt anî ziman: "Ev ax êdî ji hêsîr, êş û mirinan têr bûye. Pêwîstiya vê axê bi aştî, azadî, adalet î dempkrasiyê heye. Divê ev şer bi dawî bibe."
Piştî bi dawîbûna bernameyê heyeta HDP'ê serdana Partiya Komarê ya Gel (CHP), Partiya Saadetê (SP), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), TMMOB, Baroya Rihayê û Odeya Şêwirmendên Darayî kirin û cejna wan pîroz kirin.