AMED - Parlementerê HDP’ê Mûsa Farîsogullari yê têkilarî binpêkirinên mafên mirovan ên li Girtîgeha Xarpîtê zede bûne de, bi girtiyan re hevdîtin kir, da zanîn ku Girtîgeha Xerpîtê weke laboratuvareke tê bi kar anîn.
Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 û Girtîgeha Sergirtî ya Jinan ên Xerpîtê, tim bi binpêkirinên mafan di rojevê deye. Hat îdîa kirin ku gardiyenan bi ser qawîşan de girtin, girtî derb kirin, cezayên dîsîplînê yên keyfî dan girtiyan û dest datînin ser rojname û pirtûkên girtiyan. Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê Mûsa Farîsogullarî li ser van îdîayan çû girtîgehê û bi girtiyan re hevdîtin kir.
Farîsogullarî, diyar kir wî li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Xerpîtê hevdîtin bi Hevserokê berê yê HDP’ê yê Dersimê Ergîn Dogrûl û li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Xerpîtê hevdîtin bi endama Dîwana Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera berê ya Qersê Mulkiye Bîrtane re kir û wiha axivî: “Daxwaza min a hevdîtinê ya bi girtiyên din re nehat qebûl kirin. Rayedarên girtîgehê dinava helwestên keyfî dene.”
GARDIYAN BEŞDARÎ OPERASYONÊN HERÊMÊ DIBIN!
Farîsogûllarî, dest nîşan kir ku leşker kirine gardiyan û wiha got: “Li Girtîgeha Xerpîtê, ekîbên taybet ên weke ‘taximên A û B’ tên pênasekirin hene. Îdîayên ku gardiyenên mijara gotinêne, beşdarî gelek operasyonên leşkerî yên herêmê bûne hene. Ev gardiyan kîn û dijminantiyek mezin nêzî girtiyan dibin. Gardiyan bi awayekê dij rêzê êrîşî girtiyan dikin. Di rojên derbas bûyî de gardiyenan êrîşî girtiyan kiribûn û girtî derb kiribûn. Van gardiyenan milê girtiyekê şikandibûn.”
CEZAYÊN DÎSÎPLÎNÊ YÊN KEYFÎ
Farîsogûllarî, da zanîn ku gardiyan dibin navê lêgerînê de bi ser qawîşên girtiyan de digirin û wiha bilêv kir: “Di dema lêgerînê de amûrên girtiyan belav dikin. Dema ku tiştekê nabînin jî, bi awayekê keyfî girtekan digirin. Di encama girtekan de jî, cezayê dîsîplînê yê keyfî li girtiyan dibirin. Bi van cezayên dîsîplînê jî înfaza girtiyan dişewitînin.”
PIŞTÎ GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ BINPÊKIRIN ZÊDE BÛN
Farisogullari, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Rojname û kovaran nadin girtiyan. Girtîgeha Xerpîtê weke laboratuvarekê tê bi kar anîn. Pirtûkan nadin girtiyan. Ji bo daxwaz û mafeke herî demokratîk jî, cezayên mezin didin girtiyan. Piştî grevên birçîbûnê binpêkirinên mafan zêdetir bûne. Me binpêkirinên mafên mirovan ên li Girtîgeha Xerpîtê birin rojeva Meclîsê û pirs ji Wezareta Dadê kir. Lê hîna tu bersiv ji bo pêşniyar pirsa me nehatiye dayîn. Ev jî dibe sedem ku pêkanînên keyfî û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê zêdetir bibin.”
JI GREVÊ 45 ROJ CEZAYÊ HUCRÊ BIRIN
Li gorî agahiyên ji Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Xerpîtê, ji bo Cîhan Gokalp ê 4 salin girtiye û cezayê girtîgeha muebata giran lê hatiye birin, bi hinceta grevên birçîbûnê 45 roj cezayê hucreyê hatiye birîn. Gokalp bi rêya malbata xwe diyar kiribû ku gardiyen her roj bi ser qawîşande digirin û êrîşî girtiyên li dijî vê yekê derdikevin dikin.
MA / Omer Akin