ANTALYA - Catkarên li Kumluca serevaniyê dikin, diyar kir ku ew beramberî keda xwe nagirtin û got: “Gelek cotkaran dest ji serevaniyê berdane. Divê dewlet ji bo pirsgirêkên cotkaran çareseriyekê bibîne.”
Herî zêde li navçeya Kumluca ya Antalyayê, hilberîna firîngî û îsot tên kirin. Cotkarên di mehên zivîstanê de ji bo Rûsya û piyasaya hûndirîn hilberîna firîngî û îsotan dikin, diyar kirin ku şert û mercên avhewayê, pere û hêza kar a ji bo hilberînê bandorê li ser karê wan dike û ji ber vê zirarek mezin dibînin. Cotkaran bang li dewletê kirin ku ji bo pirgirêkên wan çareseriyê bibînin.”
HER TIŞT BIHA BÛYE
Beşîr Şeran ê 13 salin li Kumluca serevaniya firîngî û îsotan dike, da zanîn ku li Kumkuca cotkar di nava şert û mercên girande hilberînê dikin û wiha axivî: “Keda me nayê dîtin û em beramberî keda xwe nagirin. Maliyeta wê pir zêde ye. Di vê rayedar berî her tiştî maliyeta hilberînerên serayê kêm bike. Ji sedî 100 maliyeya wê zêde bûye. Sala çûyî kîloya firingiyan bi 50 qûrişan bû, lê niha bi 1,30 TL ye. Kîloya firîngiyên derzî kirî niha bi 4 TL’an e. Metreya naylon sala çûyî bi 7 TL’an bû, niha bi 13 û 14 TL’an e. Yek donim zeviya vale bi 10 hezar TL’ane. 25 Kîlo zibil bi 120 an jî 350 TL’an e. Mirov dikare van hejmara yek bi yek rêz bike. Her tişt biha bûye. Lê hilberînên me pir erzan tên firotin.”
'GER BIHAYÊ WÊ KÊM BIBE, DÊ WELATÎ ERZAN BIXWIN’
Şeran, da zanîn ku ew peran qezenc nakin û wiha bilêv kir: “Em di serayan de, firîngî, îsot, xiyar û bacanên reş diçînin. Ji ber ku bihayê wan pir zêde bûye, tu qezenca me tuneye. Divê dewlet piştgiriyê bide cotkarên xwe.”
GELEK COTKARAN DEST JI VÎ KARÎ BERDAN
Azat Taş ê 12 salin li Kumluca seravaniyê dike jî, da zanîn ku di 20’ê Tebaxê de demsala sera dest pê dike û wiha axivî: “Maliyeta têketinê cotkaran dixwe nava zoriyek mezin. Tu qezenceke cotkaran tuneye. Tenê zikê xwe tije dikin. Bi vî karî weke ku em hemaltiyê dikin. Êdî weke berê em pere qezenc nakin. Hemû kesê li rêyekê digirin ku xwe ji vî karî rizgar bikin. Di dema derbas bûyê de gelek cotkaran dest ji vî karî berdan. Divê dewlet destekê bide cotkaran. Dema ku destek tune be, cotkar jî nikarin tiştekê bikin. Li Kumluca, firîngiyên têra Ewropa bike tê hilberandin. Lê ligel vê jî, Kumluca hatiye asta qedandinê. Ger wisan biçe wê kes êdî vî karî neke.”
MA / Hamdûllah Kesen