AMED - Endam û rêveberên HDP'ê bi minasebeta Cejnê goristan ziyaret kirin. Di ziyaretan de gora Siyasetmedarê Kurd Vedat Aydin jî ziyaret kirin. Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli, bal kişand ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û xwest her kes banga Ocalan esas bigirin û li hemberî vê bangê bêdeng nemînin. Mizrakli, anî ziman ku banga aştiyê, rêya diçe heqîqetê bi xwe ye.
Endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi minasebeta cejna kurbanê li Amedê goristan ziyaret kirin. Di ziyaretan de hevşaredar û parlamenterên HDP'î jî amade bûn. Girsê ewil Gora Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) yê Amedê Vedat Aydin ku di 5'ê Tîrmeha 1991'an de ji aliyê JİTEM'ê ve hat revandin û piştre hat kuştin, ziyaret kirin. Rêvebrên HDP’ê û malbata Aydin, rêveber û nûnerên MEBYA-DER'ê û gelek siyasetmedarên kurd amade bûn. Ewil dua xwendin û piştre ji bo hemû kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. Li vir Hevseroka HDP'ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik, diyar kir ku Kurd di her cejnê de an li ser goristanan an jî diçin pêş girtîgêhan cejnê pîroz dikin. Divê ev yek êdî ne qedera kurdan be û wiha got: "Me duh çawa got aştî û me axtî xwest em îro jî heman tiştî dibêjin û emê sibê jî heman tiştî bêjin. Divê em îro û sibê jî ji bo aştî, demokrasî û azadiyê têbikoşin. Em bawer dikin ku dê siberoja me bêtir geş û xweş be. Yên di vê rêyê de canê xwe feda kirin xwestin gelê Kurd jî wekî gelên cîhanê xwedî maf be û azad bin. Xwestin Kurd bi rûmet bijîn. Em jî ji bo armanca wan pêk bê emê têbikoşin. Divê em ji bo xeyalên wan têbokşîna xwe xurt bikin."
BILA KUŞTIN ÇÊNE BE, BILA AŞTÎ PÊŞ BIKEVE
Birayê Aydin Veysi Aydin jî anî ziman ku ew tenê dixwazin ku êdî kuştin û mirin çênebe û aştî pêş bikeve. Aydin xwest aştî û çareserî pêş bikeve û ji bo vê yekê xwest her kes gavan bavêjin.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli jî bal kişand ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û xwest her kes banga Ocalan esas bigirin û li hemberî vê bangê bêdeng nemînin. Mizrakli, anî ziman ku banga aştiyê, rêya diçe heqîqetê bi xwe ye.
Girsê piştî axaftinan qurnefil danîn ser gora Aydin û piştre gorên din ên kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin.