ANTALYA - Li Alanya, Kurdên di 8 û 9’ê Îlona 2015’an de rastî êrîşên nijadperest ên bi girseyî hatin, mal û kargehên wan hatin şewitandin travmaya jiyan, nikarin derbas bikin. Welatî D.P. ê yekem car mal û kargeha wî hat şewitandin, diyar kir ku ew tim di nava tirsê de dijîn. K.C. jî, anî ziman ku ji ber nasnameya xwe ev 3 salin li navçeyê kar nabîn.
Kurdên li navçeya Alanya ya Antalya dijîn, bi tirsa dibe ku her kêlî rastî êrîşên nijadperestan bên, dijîn. Li navçeyê ji 20 hezaran zêdetir Kurd dijîn û travaya êrîşên nijadperest ên 8 û 9’ê Îlona 2015’an derbas nakin. Di sala 2015’an herî kêm 27 mal û kargehên Kurdan rastî êrîşan hatin û avahiya rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeyê hatibû şewitandin. Derbarê kesên ev êrîş pêk anîn de tu lêpirsînek cezayî nehat kirin û Kurd ji ber vê hîna jî fikara ewlekariya canê xwe dikin. Hin Kurdên ku nikarin vê travmayê derbas bikin, bi awayekê pir aşkere dibêjin, ji ber ku Kurdin ji êrîşên nû ditirsin.
‘MALA ME ŞEWITANDIN’
Kurdê bi navê D.P. diyar kir ku di sala 1969’an de ji ber pirsgirêka aborî bi malbat xwe re ji Sêrtê tên li Alanya bi cih dibin. D.P. anî ziman ku ji ber polîtîkayên zextên dewletê jî hemû xizmên wan, di sala 1990’an de hatin Alanya û wiha axivî: “Em bi rîska her kêlî rastî êrîşan bin re, rû bi rû ne. Di sala 1992’yan de cenazeyê polîsekê ku di şer de jiyana xwe ji dest dabû, anîn Alanya. Piştî cenaze, êrîşî mal û kargehên me kirin. Wê demê ez zarok bûm û pir tirsiya bûm. Mala me şewitandin. Em bi xizmên xwe re bi lez û bez çûn Mêrsînê. Heya demekê em li Mêrsînê man. Dûre em paşve vegeriyan. Di sala 2015’an de dîsa êrîşî me kirin. Ligel ku sal sere derbas bûn jî, em dîsa ditirsin. Polîtîkayên ‘Hûn ne ji virin û îxanetê li keda vir dikin’ bi me dan jiyîn.”
‘EM DITIRSIN’
D.P. ê ji ber tirsa êrîşan nexwest em navê wî vekirî binivîsin wiha got: “Kurdên li navçeyê dijîn, ji tirsa newêrin bêjin ‘em Kurdin.’ Tu ewlekariya canê me tuneye. Mirov ditirsin silav bidin hev. Belê em ditirsin. Ev tirsa me hîna jî dewam dike. Cîranê me yê 40 salan jî silavê nade me. Em tim di hedefê dene.”
‘DEWLET DIVÊ DEST JI VAN POLÎTÎKAYÊN XWE BERDE’
Welatiyê bi navê K.C. jî diyar kir ku ew karê înşaetê dike û wiha bilêv kir: “Em ji ber nasnameya xwe rastî cudakarî û êrîşan tên. Ji ber ku ez Kurdim, ev 3 salin ez kar nabînim. Kes kar nade min. Mirov ditirsin silav bidin hev. Ev polîtîkayên dewletê ne. Li vê derê em hemû karan dikin. Divê hemû kes wekhev bin. Divê dewlet dest ji van polîtîkayên xwe berde.”
MA / Hamdullah Kesen