WAN - Enstîtuya Gund Ernîs a weke nûnera herî dawî ya enstîtuya gund hatiye qebûlkirin, li herêmê bi salan weke navenda bişavtinê xebat kir. Avahiya enstîtuya ya hilweşiyaye, di rewşekê nayê bi kar anîn de ye.
Enstîtûya Gund Ernîsê ya girêdayî navçeya Bêgirê ya Wanê, di sala 1940’an hat avakirin û weke nûnera herî dawî ya enstîtuyê hatiye qebûl kirin. Di serî de ji Wan, Betdîl, Mûş, Colemêrg û Agiriyê xwendekar rêdikin vê enstîtuyê û ev der weke navenda bişavtinê dihat dîtin. Enstîtûya Gund Ernîs di 18’ê Mijdara sala 1948’an hatiye avakirin û dûre navê wê weke Dibistana Hindekariya Dest pê kê ya Alpaslan, Lîseya Hindekariya Alpaslan û herî dawî Lîseya Hindekariya Anatoliya Alpaslan lê hatin kirin.
HEMÛ ZIMAN QEDEXWE BÛN
Wezîrê Perwerdê yê Neteweyî yê wê serdemê Tahsîn Bangûoglû, di nameyeke ku di dema vekirina enstîtuyê şandibû de wiha gotibû: “Wê Enstîtuya Gund Ernîs zarokên me bi hişmendî, bawermend û yek bi yek weke welatiyek Tirk mezin bike.” Ji bo gelê herêmê Enstîtuya Gund Ernîs bi temamî weke navenda bişavtinê dinirxînin û nêz dibin. Yek ji taybetmediyên herî girîng ê enstitüye ji derveyî zimanê Tirkî hemû zimanên din qedexe bûn. Enstîtu, di sala 2011’an de ji ber erdheja li Wanê rû da, bi talokeya wê hilweşe, hat valekirin.
PISPOREK DYA’YÎ PÊŞENGTÎ KIR
Nivîskarê Kurd Îkram Îşler ê derbarê enstituyê de axivî, wiha got: “Ji bo avakirina enstîtuyê bi taybetî ji Emerîqayê pisporê binavê John Dewey anîn vê derê. Jown Dewey weke pisgorê mejî şûştînê dinava Teşkîlata Îstixbara Navendî (CIA) de dixebitî. John Dewey bingeha Perwerdeya Neteweya Tirk daniye û yekemîn xwendekarên wê jî perwerde kiriye. Ev pergala perwerdê ya li Tirkiyeyê îro jî, bi vê armancê berdewam dike. Bi taybetî enstîtî dûrî bajar û gundan bi cih kirin. Bi vê, bi awayekê rehet îzolasyona wargehî, îzolasyona civakî pêş xistin û xwendekar ji çanda wan dûr dixistin.”
'HÊLÎNA BIŞAVTINÊ BÛ’
İşler, da zanîn ku enstîtuya gund ji feraseta polîtîka a serdemê ne cudaye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Enstîtû ne tenê dibistan bû, di heman demê de navendek bîrdozî bû û qada bişavtina mirovan bû. Ronakbîrên li wê derê mezin bûn, ji derveyî nêrîn û jiyana xwe tu nêrîn û jiyaneke din qebûl nakin. Ew der hêlîna bişavtinê bû.
MA / Dîndar Karataş