* Akademîsyen Arzû Yilmaz, diyar kir ku encama herî girîng a lihevkirina “Korîdora ewlekariyê” pêşiya operasyonek pêkan girt û got: “Di çewhara polîtîkayên Tirkiyeyê ya Sûriyeyê de, ‘stratejiya berfirehbûnê’ heye. Lê ev hesabên Tirkiyeyê ne girtin.”
* Hêjîra strî (fekiya kaktus) ku yek ji fêkiyên herî xweş ên mehên havînê ye cihê xwe di dezgehan de girtin. Firoşkarên hêjîrê, diyar kirin ku komkirina wê jî û firotina wê jî karekê pir zehmete.
* Enstîtuya Gund Ernîs a weke nûnera herî dawî ya enstîtuya gund hatiye qebûlkirin, li herêmê bi salan weke navenda bişavtinê xebat bi rêve bir. Avahiya enstîtuya ya hilweşiyaye, di rewşekê nayê bi kar anîn de ye.
* Li Alanya, Kurdên di 8 û 9’ê Îlona 2015’an de rastî êrîşên nijadperest ên bi girseyî hatin, mal û kargehên wan hatin şewitandin travmaya jiyan, nikarin derbas bikin. Welatî D.P. ê yekem car mal û kargeha wî hat şewitandin, diyar kir ku ew tim di nava tirsê de dijîn. K.C. jî, anî ziman ku ji ber nasnameya xwe ev 3 salin li navçeyê kar nabîn.
* Li Girtîgeha Tîpa T a Duzce, mûayeneya bi kelepçe ferzî girtiyê nexweş Selamî Keleş kirin. Malbata Keleş, diyar kir ku ji ber kurê wan ferzkirina muayeneya bi kelepçe qebûl nekir, nehatiye derman û xwest dermankirina kurê wan neyê astengkirin.
* Buhabûna çîgarê kêrî tûtinfiroşan hat. Piştî çîgare zem bû, çigarekêşan berê xwe da tûtinfiroşan û dest bi kişandina çigarê pêçayî kirin. Tûtinfiroşan diyar kirin ku piştî çîgare zem bû, firotina tûtinê duqat zêde bû.
* Di rojên dawî de li dû hev otobusên rêwiyan ê dinavbera bajaran de şewatê rû da û ev jî bû sedem mirov bala xwe bidin sektora veguhastinê. Pisporên ku şewatê bi ne kontrolkirina otobusan ve didin girêdan, diyar kirin ku kes li gorî rêziknameya şewatê ya Wezareta Veguhastinê tev nagere.
* Bi boneya Cejna Qûrbanê, dê goristan bên ziyaret kirin. (08.00-11.00)