MÊRSÎN - Parazvanên mafên mirovan û xizmên girtiyan, îşkenceya li girtiyê li Girtîgeha Mereşê hat kirin, şermezar kirin.
Rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Mêrsînê, îşkenceya li girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Hêjmar 1 a Turkoglu ya Mereşê hat kirin şermezar kir. ÎHD'ê li avahiya xwe daxuyanî da. Di çalakiyê de rêveberên ÎHD'ê û xizmên girtiyan jî amade bûn. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê Hakki Demîr, diyar kir ku girtiyên ji Girtîgeha Tîpa T a Tarsusê sewqî Girtîgeha Tîpa L a Hêjmar 1 a Turkoglu ya Mereşê kirine rastî îşkenceyê hatine. Demir, anî ziman ku girtiyên li ser piyan hêjmar nedane rastî îşkenceyê hatine û îşkence binpêkirina mafan e. Demir, anî ziman ku Girtîgeha Tîpa L a Hêjmar 1 a Mereşê mehek berê hatiye vekirin û Midûrê Girtîgehê li kesên nû tên sirgûnkirin jimartina li ser piyan ferz dikin. Demîr, da zanîn ku ji ber girtiyan ev yek qebûl nekiriye nêzî 30 gardiyanan êrîşî 20 girtiyan kirine û girtiyên rastî êrîşê hatine ser, mil û piyên wan şikestine. Demîr, da zanîn ku ji ber girtî rastî lêdanê hatine hinek ji wan rewşa wan giran in û wiha got: "Alavên girtiyan nadin wan. Ji ber sêniyên wan ên xwarinê tune nikarin xwarin bixwin. Em dixwazin binpêkirina mafan bi dawî bibe. Ji bo vê yekê jî divê rayedar erka xwe pêk bînin."
Xizmê girtî Cemîl Îvrendî, Diyar Oruç jî anî ziman ku beyî agahî bidin wan Îvrendî sewqî Girtîgeha Tîpa L a Hêjmar 1 a Turkoglu ya Mereşê kirine û wiha got: "Piştî em çûn girtîgehê hevdîtinê em fêr bûn ku girtî sewq kirine. Ewil gotin girtî naxwazin bi were hevdîtin bikin. Piştre em fêr bûn ku sirgûn kirine. Gelek hevalên me ji ber li ser piyan jimar nedan rastî lêdane hatin û dest û serê wan hatin şikandin.
Em fêr bûn ku 8 girtî sewq kirine. Em çûn Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê û me serlêdana sûc kir.