AMED - Beriya Cejna Qurbanê xizmên kesên di di şer de jiyanax we ji dest dane û partiyên siyasî goristan ziyaret kirin. Parlamenterê HDP’ê Musa Farisogullari, diyar kir ku heta niha li hemberî peyama Ocalan a aştî û diyalogê gav nehatine avêtin û xwest hikûmet ji bo aştî û çareseriyê gavan bavêje.
Xizmên kesên di şer de jiyana xwe ji dest dane, endam û rêveberên HDP'ê û Komeleya Piştevaniya Malbatên di Derûşa Şaristaniyê de jiyana xwe ji dest dane (MEBYA-DER) beriya Cejna Qurbanê li gelek navendan goristan ziyaret kirin. Nûnerên MEBYA-DER, HDP û xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane ewil xwestin Goristana Pirejmanê ya Pîrana Amedê ku heta niha gelek caran rastî êrîşan hat ziyaret bikin. Lê girse rastî astengiya Qereqola Beyazsu hat.
Heyeta ku di navde parlamentera HDPê ya Amedê Semra Guzel, Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Amedê Zeyat Ceylan û rêveberên HDP'ê jî di navde rastî astengiya eskeran hat. Eskeran bi hinceta li ser rê teqemenî heye destûr nedta. Balkêş e piştî heyet vegeriya rê li trafîkê vekirin. Heyeta ku vegeriya li Navçeya Pîranê goristanên li navçeyê ziyaret kirin.
Endam û rêveberên HDP, MEBYA-DER û xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane li Goristana Sisê ya Navçeya Licê û goristana Çemê Elîka jî ziyaret kir. Goristanên ku heta niha gelek caran rastî êrîşa hewayî hat û kêliyên wan hatibûn kişandin zerarek mezin dîtibûn. Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Musa Farisogullari, rêveberê MEDYA-DER'ê û gelek xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane amade bûn. Li ser goristana Sîsê Parlamenterê HDP’ê Musa Farisogullari, diyar kir ku heta niha li hemberî peyama Ocalan a aştî û diyalogê gav nehatine avêtin û xwest hikûmet ji bo aştî û çareseriyê gavan bavêje. Parlamentera HDP'ê Remziye Tosun, nûnerên HDP, DBP â TJA jî tev li ziyaretan bûn.
Hevserokê MEBYA-DER'ê Yuksel Almas, diyar kir ku piştî van gorên kêliyên wan hatine şikandin dibînin hêrs û nifrîna wan zêdetir dibe û wiha got: "Dibêjin em misilman in. Hurmeta wan ji miriyan re jî tune ye. Êrîşa li dijî gor û goristanan di tu pirtûk, ol û baweriyan de tune ye."