Di arîfeya cejnê de aqûbeta windayan pirsîn

  • rojane
  • 15:37 10 Tebax 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan, li Amed, Êlih û Îzmirê di arîfeya cejnê de aqûbeta windayên di salên 90'an de hatin revandin û windakirin pirsîn û xwestin kujer bên darizandin. Li Amedê Îffet Mutaş, aqûbeta birayê xwe pirsî û got "Dayika min bi hestera kurê xwe mir. Ez jî naxwazim bi vê hesterê bimirin." 
 
Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin, li Amed, Êlih û Îzmirê dîsa kom bûn û aqûbeta windayan pirsîn. 
 
AMED
 
Xizmên windayan û rêveberên Şaxa ÎHD'ê ya Amedê bi boneya "Winda bên dîtin û faîl bên darizandin" di hefteya 548’an de li şaxa ÎHD'ê ya Amedê kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Gelek xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdullah Zeytun, anî ziman ku 548 hefte ye aqûbeta windayan dipirsin û wiha got: "Di salên 90’an de bi zanebûn û plankirî kurd winda dikirin û qetil dikirin. Li dijî vê yekê têkoşîna xizmên windayan bi salan e didome. Lê hêj kujer nehatine dîtin û nehatine darizandin. Sibê Cejn e. Lê hêj gorek wan a dayik li ser dua bikin tune ye. Mixabin em li erdnîgariya ku dayikên gorê zaroken wan tune dijîn. Dewlet dixwaze kurdan bê hafiza bihêle. Lê tekoşîna me ya li dijî vê yekê bidome." 
 
'DEMA WE HESTIYEK DÎT AGAHÎ BIDIN MIN'
 
Piştre Îffet Mutaş aqûbeta birayê xwe Alî Tekdal pirsî. Mutaş, diyar kir ku ji roja birayê miriye heta niha li aqûbeta birayê xwe digere û wiha got: “Dayika min bi hestera kurê xwe mir. Ez jî naxwazim bi vê hesterê bimirim. Dayika min beriya bimire, ji her rojnamegerî re got 'Ez dixwazim ji kurê xwe bibim xwedî agahî. Dema we gorek, an jî hestiyek dît, agahi bidin min. Ez ê wan hestiyan hembêz bikim. Ez xwe bigînim hestiyê wî bes e ji bo min. Her kes amadekariya cejnê dike, lê em li vir in." 
 
Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû 
 
 
ÊLIH 
 
Li Êlihê jî bi heman armancê xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan di hefteya 454’an de li Şaxa ÎHD'ê kom bûn û aqûbeta windayan pirsîn. Rêveberê ÎHD'ê yê Êlihê Mehmet Sami Tanguner,  aqûbeta Abdurrahîm Demîr yê di sala 1995'an de li Navçeya Qoserê hat windakirin vegot. Tanguner, diyar kir ku li gorî agahiya malbatê Abdurrahim Demîr ê 22 salî li Navçeya Mahserê dijiya. Di 17'ê Tebaxa 1995'an de ji bo xizmên xwe yên li Edene dijîn ziyaret bike ket rê. Qereqola Şawelat a Cendirmeyan ya di navbera Qoser û wêranşarê de hat binçavkirin û li wir hat windakirin." Tanguner, anî ziman ku malbatê serî li hemû rayedaran dan, lê encam negirtin û bang li rayedarên darazê kir ku der barê berpirsiyaran de lêpirsînek çalak bidin destpêkirin.
 
ÎZMÎR 
 
Rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê jî bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin faîl bên darizandin" li pêş Sumerbank  a Konakê çalakî li dar xistin. Parazvanên mafên mirovan di çalakiyê de pankarta "Winda diyar in, faîl li ku ne" vekirin û aqûbeta windayan pirsîn. Di çalakiyêde Rêveberên HDK, ESP HDP û nûnerên rêxistinên civakî amade bûn. Rêvebera Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê Caner Canli vê hefteyê daxuyanî xwend û aqûbeta Tolga Baykal Ceylan ê di 10'ê Tebaxa 2004'an de hat revandin pirsî. Canli, bal kişand ser rapora Komîsyona Mafên mirovan a Meclîsê ku der barê Ceylan de amade kiriye û wiha got: “Ji bo aqûbeta Tolga Baykal Ceylan di bin baneyê Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê de komîsyona jêr hat avakirin. Piştî xebata Komisyonê  ya 4 mehan raporek fireh hat amadekirin. Komisyonê di nirxandina encamê de gotiye "Di daneyên destê me de ev windahiyek wekî bûyera asayişê ya normal e. Divê wekî buyeyerek asayiyê ya asayî bê nirxandin." 
 
 
Canli, ani ziman ku dema xwendekarê zanîngeha Teknikê ya Stenbolê bû di 7'ê tebaxa 2004'an de li Îgneada winda bû û wiha got: "Dema gihişt Îgneada bi telefonê li dayika xwe geriya û got ez gihiştime. Di 10'ê tebaxa 2004'an de û şûnde têkiliya wî û dayika wî qut bû. Dayika wî Kadriye Ceylan piştî di sala 2004'an de serîli Dozgeriya Demirkoyê da, di sala 2006'an de biryar da ku pêdivî bi lêprisînê tune ye."
 
Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû. 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

14/08/2019
17:24 Maşîne bi ser karkeran de ket: Karkerek mir
15:02 Her ku Bendava Ilısu avê kom dike talûke mezin dibe
13:39 Îhale ji şaredariyê stend, xizmeta MÎT'ê kir
12:49 Li dijî santrala termikê serî li AYM'ê dan
11:20 Nameyên ji girtîgehan hatin wekî ‘endamtiya rêxistinê' hesibandin
10:59 Polîsan bi ser mala nûçegihanê me de girt
10:13 Lîstîka ‘Xwazgînî’ bi Cizîriyan kêliyên bikêf da jiyîn
09:56 Sancar: Ji bo Komara Demokratîk pêdivî bi qanûna bingehîn a aştiyê heye
09:04 Aydenîz: Peyama Ocalan ji bo Tirkiyeyê nîmeteke nayê dîtin e
09:04 'Divê dewlet bi micidiya ser muzekerevan nêzî Ocalan bibe'
09:02 'Bila mexdûrên BHQ'an vegerin karê xwe'
09:00 Pîra girtiyê nexweş Aktaş: Êdî dilê min ranake
09:00 ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2019'AN
13/08/2019
20:15 Balafiren şer en rûs pêşiya jeteke NATO'yê birîn
18:24 Jina ducanî ya di bin çavan de hat girtin
17:27 MSB: Xebatên Navenda Tevgera Hevpar dest pê kirine
17:24 Nehiştin li malê jî şîn bê danîn
13:49 Koma Dansê ya Mezopotamya li Mîhrîcana Battery Dance ye
12:02 Berfirehiya ‘herêma ewlekariyê’ bi vî awayî ye
09:59 Li Çiyayên Kazê 8 gund: Heskîf, Mûnzûr, Fatsa, Salda…
09:12 Li Girtîgeha Sîncanê îdîaya ‘qepaxa Qûrana Kerim biqetîne’
09:11 Ew cejnên berê yên li Colemêrgê kanê!
09:10 ‘Ger tenduristî bê pere be wê hemû pirsgirêk çareser bibin’
09:09 Girtiyê rastî lêdanê hat nikare biaxive
09:08 Minareya mizgeftê veguherandin stasyona bazê
09:08 Dikandarên Antalya: Hatina tûrîstan ma çi ji me re ye!
09:07 ‘Ji Çiyayê Kazê heta Heskifê divê em têkoşînê mezin bikin'
09:06 Guleryuz ê HDP'î: Ewlehiya welat bi aştiyek bi rûmet pêş dikeve
09:05 Girtiyê ku ji ber tansiyona bilind çavên wî kor bûne nayê berdan
09:00 ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2019'AN
12/08/2019
19:39 Malbat ji Îmraliyê vegeriyan
18:56 Kampanyeya ‘Nebe muptela, azad bibe’ didome
18:36 Li Amedê erd hejiya
16:46 Cejna malbatên girtî pîroz kirin
16:15 Leşkerên Amerîkayê hatin Rihayê
15:22 Roboskî daxwaza "edaletê" kir
14:05 Mizrakli: Ev ne niyetpakî bedniyazî ye
13:53 Partiyên siyasî cejna HDP’ê pîroz kirin: Pêdiviya me aştiya herêmê ye
12:27 ‘Çiyayê Kaz, Heskîf û Mûnzûr yên gelan in em lê xwedî derkevin'
12:18 Akar: Di rojên pêş de dê Navenda Tevgera Hevpar bê avakirin
11:37 Welatiyê ku wesayîta parlamenter lê qelibî jiyana xwe ji dest da
10:31 Di 6 mehan de 300 hezar penaber derbasî Ewropa bûn
10:05 Malbat ber bi Îmraliyê ve ketin rê
09:22 Ergîn Aktaş ji bo rapora 5’emîn li Metrîsê ye
09:20 Wekîlê HDP’î binpêkirinên mafan rêz kir: Ne girtîgehe, laboratuvar e
09:18 Hatîp Dîcle: Ocalan destê rizgarkirinê dirêjî Tirkiyeyê kir
09:16 Li Akkuyu kontrol tune ye derz heye: Bi mejiyê mitahît tê kirin
09:12 Kampanyeya TJA’yê: Armanc birêxistinkirina hemû jinan e
09:10 Li Kumluca cotkar di nava zoriyê de ne
09:08 Dengbêj û stranbêja siberojê: Sarya Ertaş
09:05 ANYAKAY-DER: Bila goristaneke wan a zêmar li ser bên gotin hebe
09:01 ROJEVA 12'YÊ TEBAXA 2019'AN
11/08/2019
16:49 Midurê Bajar destûr neda Şaredar Mizrakli zarokan ziyaret bike
15:03 Bêyî ÇED'ê wê li Çiyayê Sofê yê Dîlokê 4 kanên keviran vekin
14:45 Dayikan bang li dayikên eskeran kirin: Em dayik nebin yek ev şer nasekine
14:14 Li Çînê bager rabû: Herî kêm 28 kes mirin
13:57 Di nobeta Av û Wîcdan de mudaxaleyî agirê daristanê kirin
13:00 Malbatan li Wan û Colemêrgê li goristanan cejn pîroz kirin
11:06 Goristan ziyaret kirin: Dewlet gavan bavêje wê pirsgirêk çareser bibe
10:46 Li Rûsyayê bi deh hezaran mûxalîf daketin kolanan
10:22 Li ser gora Vedat Aydin bang kirin: Li hemberî banga Ocalan bêdeng nemînin
09:37 Buhabûna çigarê kêrî tûtinfiroşan hat
09:12 Divê kontrolên venêrîn û periyodîk di otobusên rêwiyan de bên zêdekirin
09:11 Akademîsyen Yilmaz: Hesabên Tirkiyeyê li hev derneket
09:08 Li Duzce, muayeneya bi kelepçe ferzî girtiyên nexweş kirin
09:05 Kurdên li Alanya nikarin travmaya 2015’an derbas bikin
09:03 Ji ku heya ku derê: Hêlîna pişavtinê tune dibe!
09:01 Komkirina wê jî û firotina wê jî pir zehmet e
08:59 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2019'AN
10/08/2019
21:35 Di qezayên trafîkê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan
21:27 Li Hezoyê bi sedan dar şewitîn
17:28 Îşkenceya li girtiyan hatin kirin şermezar kirin
17:00 Hevserokên HDP'ê yên Mûşê girtin
16:50 Li ser goran bang li hikumetê kirin: Ji bo aştiyê gavan bavêjin
16:03 ÎHD: Girtiyê nexweş Ergîn Aktaş serbest berdin
15:37 Di arîfeya cejnê de aqûbeta windayan pirsîn
15:01 ‘Di 8 mehên ewil de 24 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
14:50 Huseyîn Aykol name ji Dayikê Şemiyê re şand: Me Ferhat Tepe ji bîr nekiriye
14:13 Agirê li Nisêbîn û Mahsertê bi dar û ber ket zerarek mezin da welatiyan
13:51 Waliyê Êlihê 18 roj şûnde hişyar kir
13:41 Xwezaparêz meşiyan qada madenê: Bila Çiyayê Kazê nebin çiyayê rantê
13:17 Global Witness: Her hefte 3 xwezaparêz tên kuştin
13:15 Sadak: Ocalan wê pirsgirêkan di hefteyekê de çareser bike
12:18 Salîh Muslim ji Enqereyê xwest diyalogê esas bigirin
11:54 'Berxwedana li Çiyayê Kazê dê pêşeroja Heskif û Mûnzûrê jî diyar bike'
11:25 Her mehê 2 ziman winda dibin
11:06 Dozger lêpirsina ziyareta goristanê betal kir
10:55 Kolana Merg Ahmet 16 meh in teslîm nakin
10:20 Jinên TJA’yî bi voleybolê lîstin
09:18 N.Y., a rastî tundiya hevjînê xwe tê, ji saziyên jinan parastinê dixwaze
09:16 Gardiyenan bi cop, şeqam û penînan li girtiyan xistin
09:14 ‘Bertekên me yên li dijî komkujiyên xwezayê divê li gorî erdnîgariyan neyê guhertin’
09:11 Biheşta li Gabarê veşartî: Geliyê Bertûl
09:10 Guneş: Ocalan ji bo çareseriyê rola serekeye
09:07 Mûçeyê alîkarê şaredarê AKP'ê diyar bû: Rojê çayek û simîtek!
09:05 Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk: Divê daxwaza aştiyê ya Ocalan bê mezinkirin
09:03 Karkerên paşve vegeriyan ser karê xwe ji bo mafê xwe dê serî li Şûrayê Dewletê bidin
09:01 ‘Heskîf û Çiyayê Kazê nefesa mirovan e'
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2019'AN
09/08/2019
21:39 Aram Tîgran bi stranên wî bibîr anîn