AMED - Siyasetmedar Selîm Sadak bal kiyand ser peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji bo çareseriyê û wiha got: "Brêz Ocalan ji sala 1993'an heta niha di çareseriya aştiyane de israr dike. Vê israrê hêj berdewam dike. Ger ku şert û merc bên amadekirin wê Birêz Ocalan di nava hefteyekî de vê pirsgisgirêkê çareser bike. Birêz Ocalan bedelê wê çi dibe bila bibe bi biryar e ku aştiyê bîne Rojhilata Navîn."
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê piştî 2 mehan di 7'ê Tebaxê de bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Di hevdîtina 7'ê tebaxê de dîsa israra ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a bi riya aştî û diyalogê anî ziman. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ji sala 1993’an heta niha daxwaza aştiya demokratîk tîne ziman carek dun dubare kir. Ocalan di hevdîtina dawî de bal kişand ser gotina Serokomarê wê demê Turgut Ozal a sala 1993'an de ya 'Bi şer çareserî nabe' û got. "Ez hewl didi cihekî ji bo kurdan vekim. Werim em bi hevre pirsgirêka Kurdan çareser bikin. Ez dibêjim ez dikarim di nava hefteyekê de vê pirsgirêkê çareser bikim. Ez ji xwe bawer im. Ez ji bo çareseriyê amade me. Lê divê dewlet û aqilê dewletê jî peywira xwe pêk bîne."
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan yekem car di sala 1993'an de ji bo rê li pêş çareseriya demokratîk veke banga “Aştiyê” kir. Li ser banga Ocalan PKK'ê yekem car agirbest îlan kir. Ocalan, ligel Serokê YNK'ê Celal Talabanî li Qesebaya Bar Elias a Lubnanê civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku di nava 20'ê Adarê û 15'ê Nîsanê de agirbestê îlan dike û got: “Heta ku artêş bi ser me de neyê û em neçarî xwe parastinê nebin, emê ji 20'ê adarê heta 15'ê Nîsanê gule bernedin. Ger ku êrîşek pêk bê jî teqez sedema wê ne em in. Em bi vî rengî hevîdikin ku cemaweriya navneteweyî, Tirkiye û Kurdistanê derfetekê bidin aştiyê û bersîvê bidin aştiyê. Em diyar dikin ku ji bo çareseriya siyasî amade ne."
Ocalan, piştî banga 1993'an heri dawî di hevdîtina 7'ê tebaxê de banga çareseriya demokratîk û aştiyane nû kir. Ocalan dîsa banga çareseriyê nû kir. Têkildarî banga Ocalan Endame Dîwana KCD'ê ku wê demê parlamenterê DEP'ê bû Selim Sadak, nirxandin kir. Sadak ani ziman ku di sala 1993'an de Parlamenterê DEP'ê yê Şirnexê Orhan Dogan û Mahmut Alinak û wî bi hevre Serokomar Ozal ziyaret kirin û wiha got: "Wê demê Ozal ji ji bo pirsgirêka Kurd bi rêya demokratîk bê çareserkirin ket nava hewldanan. Ozal xwest agirbestê îlan bike. Diyar kir ku piştî agirbest bê ilankirin wê gavên makeqanûna demokratîk bavêje. Wê demê got 'Kengî deng ji çekan qut bû emê ji bo çareseriyê gavan bavêjin' Got Wekî serokomar çi bikeve ser milê min ezê bikim' û erênî nêzîk bû."
OCALAN: GER TIRKIYE FIRSENDÊ BIDE EM AMADE NIN
Sadak anî ziman ku daxwazên Ozal bi rêberê YNK'ê Celal Talabanî re parve kirin û piştî Talabanî bi Ocalan re hevdîtin kir, pêvajoya girbestê dest pê kir û wiha got: “Wê demê Birêz Ocalan, got 'Ger ku Tirkiye vê firsenê bide min ez ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd amade ne. Ji wê demê heta niha Birêz Ocalan ji bo pirsgirêka kurd bi rêya aştiyane û demokratîk çareser bike hewl dide. Di rêbaza diyalog û muzakereyan de çareser bike israr dike.
Piştî Ozal di sala 1993’an de dest bi hevdîtinan kir Ozal hat kuştin. Ewil Ozal kuştin. Piştre Mehmet Sincar kuştin. Kuştinên kujer nediyar zêde bûn. Kontra gerilla ketin nava tevgerê. Ocalan bi dehan caran agirbest îlan kir. Lê her dem ev pêvajoyên ku Birêz Ocalan ji bo çareseriyê dest pê kirin bi destên cuda hatin provokekirin û xera bûn. Ocalan ji sala 1993'an heta niha di çareseriya demokratîk û aştiyane de israr dike. Ji sala 1999'an heta niha li Grava Îmraliyê di aştiyê de israr dike. Di salên 2013-2015'an de dîsa pêvajoyên diyalog û çareseriyê da destpêkirin. Lê di 5'ê Nîsanê de pêvajo hat xerakirin û tecrîda giran dest pê kir. Pêvajoya şer dest pê kir. Ji bo çareseriyê divê dîsa Birêz Ocalan têkeve navberê. Ger ku dewlet erka xwe pêk bîne û rê veke birêz Ocalan dikare di nava hefteyekê de pirsgrêkê çareser bike.
MA / Ozgur Paksoy