BALIKESÎR- Nobeta li Çiyayê Kazê ya "Av û Wîcdan" didome. Parlamentera HDP'ê Serpil Kemalbay, têkildarî berxwedanê diyar kir ku berxwedana li Çiyayê Kazê wê pêşeroja Heskîf û Munzûrê jî diyar bike.
Bertek û nerazîbûna gel a li dijî lêgerîna şîrketên bazirganiyê ya zêrê bi sîyanur a li kontara Çiyayê Kaz didome. Şîrketa herêmî ya Madenvaniya Bîga ya Rojhilat ku girêdayî Alamos Gold a Navenda wê li Kanada ye, li Gundê Kirazli yê Çanakkaleyê xebatên înşaeta madenê berdewam dike. Ger ku qada madenê bi temamî têkeve meriyetê wê li herêmê nêzî 200 hezar dar bên birîn. Wê nêzî 5 hezar û 200 ton teqemenî bê teqandin. Bi vê înşaetê wê hemû girê Balabanê tune bibe. Maddeya suyanir ku ji zikê axê derxin piştî tev li avê bibe wê gelek zindiyên li ser ruyê erdê bikuje. Wê tenduristiya mirovan jî têxe talûkeyek mezin. Li aliyê din bendava Atikhisarê ku di bin ava siyanurê de bimîne jiyanê dixe talûkeyê. Li dijî xebatên şîrketê û lêgerîna suyanur, çalakî û nobeta ekolojîstan jî didome. Parazvanên jiyanê li Çiyayê Kazê nobetê digirin û hewl didin ku rê li pêş vê înşaetê bigirin. Nobeta parazvanên jiyanê ku di 26'ê Tîrmehê de dest pê kiriye bi hefteyan e didome. Her diçe tevlêbûna nobetê zêde dibe. Li gorî daneyên TEMA heta niha nêzî 200 hezar dar birîne. Endezyarên daristanê yên TEMA'yê tespît kirine ku 200 hezar dar hatine birîn. Girseyaku li dijî talankirina xwezayê "Nobeta Av û wîcdan" digirin, bi çalakiyên rengî bertekên xwe tînin ziman. Parlamentera HDP'ê ya Îzmirê Serpîl Kemalbay, Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Oya Ersoy, Endama MYK'ê ya HDP'ê Îlknur Bîrol, Hevserokên HDP'ê yên Çanakkaleyê Seza Bektaş û Nevzat Kutlay, endam û rêveberên HDP'ê 15 rojin li dijî talankirina daristanê di çalakiya nobetê de nin.
Parlamentera HDP'ê ya Îzmirê Serpîl Kemalbay, çalakgerên ku li dijî talankirina daran li kontara Balabanê dest bi "Nobeta Av û wîcdan" kirine ziyaret kir. Lijneya Koordinasyonê jî bi çalakgerên ku li dijî biryara nobeta bê kon bidomîne bertekên xwe anîn ziman re hat cem hev. Çalakgeran diyar kirin ku ew çalakiya bê kon qebûl nakin û wê forumek hevpar ava bikin û li gorî biryara vê forumê wê tev bigerin.
Kemalbay, diyar kir ku gel di forumê de çi biryarê bistîne wê li pişt biryarê bin û wiha got: "Mirov li xwezaya xwe xwedî derkevin mafê wan ê herî dewa û xwezayî ye. Divê berî her tiştî vîna gel bê nasîn û esas bê girtin. Berxwedana Çiyayê Kazê gihişt ser hezaran û her diçe mezin dibe. Ev berxwedana li Çiyayê Kazê wê pêşeroja Heskif, Mûnzur û Gola Selda jî diyar bike. Ciwanên ku li Heskifê li djî tunekirinê li ber xwe didin rastî astengiyan tên. Esker ciwanan binçav dikin. Ev li dijî hiqûqê ye. Mafê tu kesî tune ku çalakiyên demokratîk asteng bike."
Kemalbay, anî ziman ku li salan e hemû erdnîgarî talan û wêran dibe û wiha bi dawî kir: "Şîrketên biyanî, talankirina ku li welatê xwe nakin, tên li vir bi hêsanî dikin. Dema gel bertek nîşanî vê yekê dide jî wekî siyasî pênase dikin"
Kemalbay, piştî li daxwazên girsê guhdar kir, li gel heyetê çû li cihê hatiye kolandin lêkolîn kir.
Girseya ku nobetê digirin piştî foruma li dar bixin wê sibê biryara xwe ya ji bo çalakiyê diyar bikin. Çalakgeran di nava xwe de 15 kes wekî nûner diyar kirin û piştî biryara di forumê de derkeve holê wê hevdîtian bikin. Foruma duh dest pê kir heta derengê şevê niqaşan berdewam kir.
Têkildarî rakirina konên nobetê biryar derneket.